KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 154
  • Gelo Kitêba Pîroz Hîn Dike, ku Erd Pen e?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Kitêba Pîroz Hîn Dike, ku Erd Pen e?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Çi tê hesabê xebera Kitêba Pîroz “çar aliyên erdê”?
  • Çi cûreyî Mîrê-cina “hemû padşatiyêd dinyayê” nîşanî Îsa kir?
  • Mîrê-cina Îsa Dicêribîne
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Gelo li gora Zandariyê, Kitêba Pîroz Rast e?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 154
Erd mîna kevirekî pen

Gelo Kitêba Pîroz Hîn Dike, ku Erd Pen e?

Caba Kitêba Pîroz

Na, Kitêba Pîroz hîn nake, wekî erd pen e.a Rast e Kitêba Pîroz ne kitêba zandariyê ye, lê çi têda nivîsar e himberî zandariyê nîne. Xeberên Kitêba Pîroz rast in û “heta-hetayê hîmgirtî ne” (Zebûr 111:8).

  • Çi tê hesabê xebera Kitêba Pîroz “çar aliyên erdê”?

  • Çi cûreyî Mîrê-cina “hemû padşatiyêd dinyayê” nîşanî Îsa kir?

Çi tê hesabê xebera Kitêba Pîroz “çar aliyên erdê”?

Xebera Kitêba Pîroz “çar aliyên erdê” yan jî “çar niçikên erdê” gerekê raste-rast fem nekin, ku yan çi erd çargoşe ye yan jî sînorên vê hene (Îşaya 11:12; Îbo 37:3). Eşkere ye, ev xeber têne hesabê rûyê temamiya erdê. Bi vî cûreyî xebera çar aliyên erdê tê hesabê temamiya erdê (Lûqa 13:29).

Ça tê kifşê gotinên Îbranî yên ku hatine welgerandinê ça “aliyên erdê” û “niçikên erdê” îdîyoma ye, û nava vêda xeber heye, ya ku tê hesabê “per”. Di “The International Standard Bible Encyclopedia” tê gotinê: “Ev yek ku çivîk perê xwe vedike ku cûcikên xwe veşêre, fikireke usa dide kifşê ça niç yan jî dirêjayên sînorkirî. Usa jî tê gotinê wekî di Îbo 37:3 û Îşaya 11:12-da ev gotin tê hesabê qulb, sînor yan jî niçê rûyê erdê. b

Çi cûreyî Mîrê-cina “hemû padşatiyêd dinyayê” nîşanî Îsa kir?

Çaxê Mîrê-cina xwest Îsa bicêribîne, ewî wî bire “ser çiyakî gelekî bilind” û “hemû padşatiyêd dinyayê”, nîşanî wî kir (Metta 4:1-8). Hine meriv difikirin ku ev rêzên Kitêba Pîroz îzbat dikin, wekî erd pen e û ji bilindciyekî, rind tê kifşê. Vê derecêda gotina “çiyakî gelekî bilind” diqewime bi sîmbolîkî ye û cîkî rêalî nîne. Werên em hine îzbatiya bivînin.

  • Ser erdê çiyayekî usa tune ye ji kîjanî ku hemû padşatiyên dinyayê dikarin bêne kifşê.

  • Mîrê-cina ne tenê hemû padşatiyên dinyayê nîşanî Îsa kir, lê usa jî hemû “rewşa” wan. Eşkere ye ku dûrva rewş û rûmeta temamiya erdê nikare bê kifşê. Diqewime Mîrê-cina ev yek bi saya xeyalê nîşanî Îsa kir, mîna ku îro bi saya hacetên elektronîkî cûre-cûre ciyên ser erdê nîşan dikin.

  • Di Lûqa 4:5-da tê gotinê, ku Mîrê-cina “deqêda hemû padşatiyêd dinyayê” nîşanî Îsa kir. Çevê meriv nikare derbekêra haqas tişt bivîne. Dêmek Mîrê-cina hemû padşatiyên dinyayê bi cûrekî netebiyetî nîşanî Îsa kir.

a Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê jor goveka erdê dijî (Îşaya 40:22). Hine kitêbên lêkolînêda tê gotinê ku xebera “govek” dikare bê hesabê “sfêra” yanê jî “top”. Tevî vê yekê ne hemû zandarên Kitêba Pîroz qayîl dibin, lê çi jî hebe Kitêba Pîroz piştgiriya vê yekê nake ku erd pen e.

b Neşirkirina Tezekirî, Para 2, rûpêla 4.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin