KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 1 rûp. 5-7
  • Çi ye Strês?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi ye Strês?
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • STRÊSA KÊRHATÎ Û YA XIRAB
  • Serecem
    Hişyar Bin!—2020
  • Tu Strêsêda nî?
    Hişyar Bin!—2020
  • Çawa Strêsêda Teyax kin
    Hişyar Bin!—2020
Hişyar Bin!—2020
g20 № 1 rûp. 5-7
Bîznêsmên reve-rev diçe xebatê.

ÇAWA JI STRÊSÊ DERÊN

Çi ye Strês?

Strês ev heye rêaksiya bedena te, çaxê tu dikevî derecên çetin. Hingê hişê te gelek hormona dişîne her sîstêmên bedena te. Ev yek dilik qayîm dide kutanê, xûn qayîm dilîze, pişik fire yan jî teng dibin û masûlkên bedenê jî têne guhaştinê. Heta tu têderxî ku çi tê serê te, bedena te îda rêaksiya dide. Çaxê strês derbaz dibe, hingê bedena te ser xweda tê.

STRÊSA KÊRHATÎ Û YA XIRAB

Strês ev heye rêaksiya normal ya bedenê, çaxê tu nikarî serê xwe ji çetinaya derxî. Ev rêaksiya hişda destpêdibe. Strêsa kêrhatî alî te dike derbêra tiştekî bikî. Carna strês alî meriya dike bigihîjne nêtên xwe û tiştekî hê baş bikin; mesele êgzamêna baş tesmîl kin, qisekirineke baş bidin yan jî sportêda serkevin.

Lê çi jî hebe strêsa ku dirêj dikişîne dikare ziyanê bide bedena te. Çaxê bedena te timê strêsêda ne, ji bo vê yekê tu dikarî aliyê fîzî- kîda û êmosiyalîda biçerçirî. Hingê xeyse- tê meriv jî tê guhastinê. Carna usa dibe ku meriv destpêdike gelek îçkê vexwe û narko- tîkê bide xebatê, wekî strêsa xwe sivik ke. Strês usa jî dikare meriva bike dêprêsiyê, hal bêxe û meriv bixwazin xwe bikujin.

Rast e strês ser hemûya mîna hev hukum nabe, lê ev dikare gelek nexwaşiya pêşda bîne. Û ev dikare ser temamiya bedenê hukum be.

ÇI CÛREYÎ STRÊS DIKARE SER BEDENÊ HUKUM BE

Sîstema demar.

Mêr serê xwe girtiye û strêsêda ne.

Sîstêma demar, dêmek ya nêrva, hormonên usa ça adrênalîn û kortîzol pêşda tîne. Ji bo vê yekê dilik zû dikute, tansiyon û glûkoza xûnê, bilind dibe. Û lema jî derecên xofda meriv derbêra destpêdike tiştekî bike. Ji bo gelek strêsê,

  • beşera meriya xirab dibe, ew xemgîn dibin, dikevine dêprêsiyê, êş dikeve serê wan û xeva wan diteqise

Sîstema masûlka û skeletê.

Masûlke usa çêkirî ne, ku mêriv ji ziyanê xwey dikin. Ji bo gelek strêsê,

  • bedena meriya dêşe, êşên serî pêşda tên, û ricaf dikeve masûlka

Sîstema bînkişandinê.

Meriv destpêdike zû-zû oksîjenê bikişîne. Ji bo gelek strêsê,

  • meriv destpêdike bi lez bîna xwe bikişîne û carna jî bîna wî dimîne û ew dikeve panîkayê

Sîstema gera xûnê.

Dilê mêriv destpêdike zû bikute, ji bo çi jî xûn rind nalîze. Tamarên xûnê fireh yan jî teng dibin û xûnê dişînin wêderê, kîderê ku bedena mêriv hewce ye, mesele dişîne masûlka. Ji bo gelek strêsê,

  • tansiyona xûna mêriv bilind dibe, tamarên dil ziyanê distînin û înfarkt pêşda tê

Sîstema hormona.

Êndokrîna hormana, adrênalînê û kortîzolê pêşda tîne, çi ku alî bedena mêriv dike, ser strêsê rêaksiya bide. Ceger xûnêda şekir bilind dike, ji bo çi jî ênêrjiya mêriv zêde dibe. Ji bo gelek strêsê,

  • nexweşiya şekir pêşda tê, îmûnîtêt dikeve, nexweşî zêde dibin, beşera mêriv xirab dibe û ew jar dibe

Sîstema navdil.

Protsêsa mihandina xwarinê xirab dibe. Ji bo gelek strêsê,

  • med hev dikeve, meriv vedireşe, nava meriya diçe yan jî qews dibe

Sîstema lihevzêdebûnê.

Strês dikare ser xwestinên sêksûal û fûnksîya vê hukum be. Ji bo gelek strêsê,

  • împotênsiya pêşda tê û tsîkla kirashatinê xirab dibe

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin