KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 3 rûp. 10-11
  • Hevalên Teze Qazanc ke

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hevalên Teze Qazanc ke
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Problêm
  • Prînsîpa Kitêba Pîroz
  • Qazanckirina Hevalên Teze Çawa Alî Me Dike
  • Çi Dikarî Bikî
  • Wana Nefretî Alt kir
    Hişyar Bin!—2020
  • Hizkirinê Bide Kifşê
    Hişyar Bin!—2020
  • Bi Bîlanî Xwera Hevala Bijbêre
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Bi Saya Hînkirina ji Xwedê, Çetinayî Safî Dibin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 3 rûp. 10-11
Çar kulfet ji cûre-cûre mileta hevra xeber didin û dikenin, lê zarên wan tevî hev dilîzin.

Hevalên Teze Qazanc ke

Problêm

Hergê em xwe ji merivên ku me xweş nayên, dûr digirin, em dilê xweda nefretiyê diha pêşda tînin. Û hergê em tenê tevî wan meriva hevaltiyê dikin, yên ku mîna me ne, emê destpêkin bifikirin wekî nihêrandin, hest û kirên me rast in.

Prînsîpa Kitêba Pîroz

“Dilê xwe mera vekin” (2 KORINTÎ 6:13).

Ev gilî çi têne hesabê? “Dilê” me, tê hesabê êmosiya û hestên me. Hergê em tenê wan meriva hiz dikin, yên ku gelek tiştada mîna me ne, dilê me wê bona merivên din dadayî be. Seva ku xwe ji vê problêmê dûr bigirin, wê baş be hazir bin tevî merivên ku ji me cude dibin, hevaltiyê bikin.

Qazanckirina Hevalên Teze Çawa Alî Me Dike

Çaxê em merivên din rind nas dikin, em destpêdikin fem kin ku çima ewana ji me cude dibin. Û çaxê em diha nêzîkî wan dibin, em îda dîna xwe nadin cudekirinê. Em hê zêde wana qîmet dikin, him jî mera hêsa dibe dilşewatiyê hindava wanda bidine kifşê, çimkî şabûn û derdê wan dilê me digire.

Werên em şêwir kin mesela Nazarê. Wextekî ewê merivên ji welatên din nefret dikir. Ew gilî dike, wekî çi alî wê kir ku ew hate guhastinê: “Min tevî wan wede derbaz dikir û em tevayî dixebitîn. Ez rastî merivên usa hatim, yên ku ji min cude dibûn, lê usa nîbûn çawa min derheqa wan bihîstibû. Çaxê tu hevaltiyê dikî tevî merivên ji cûre-cûre kûltûra, tu fem dikî wekî gişk mîna hev nînin. Tu destpêdikî wana bona xeyset-hunurên wan hiz kî û qîmet kî”.

Fesal be

Hinek meriv xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda tînin, kîjan ku ziyanê didine wan û yên din. Lema jî bijartina hevalada em gerekê fesal bin. Çaxê em naxwazin tevî merivên mixenet yan bênamûs hevaltiyê bikin, ev nayê hesabê wekî em firqiyê dikin orta meriva. Rast e em wan merivara, yên ku li gora normên nav-namûsiyê najîn, xirabiyê naxwazin û wana nimiz nakin, lê dîsa jî wê bi bîlanî be, tevî wan nêzîk hevaltiyê nekin (Metelok 13:20).

Çi Dikarî Bikî

Mecala bivîne ku tevî merivên ji cûre-cûre welata û mileta bikevî xeberdanê. Tu dikarî

  • Ji wana hîvî kî, wekî hevekî derheqa xwe gilî kin.

  • Wana teglîfî mala xwe kî.

  • Guh bidî serhatiyên wan û pêbihesî, ku çi bona wan qîmet e.

Çaxê tu li ser xwe dixebitî, ku fem bikî, wekî çawa derecên jîyîna wan li ser wan hukum bûne, hingê tu derheqa wan rast difikirî.

Meselên Modêrn: Kandasamî û Sokammah (Kanada)

“Em Afrîkaya Başûrêda wedê rêjîma apartêyîd mezin bûne. Merivên ji cûre-cûre mileta mecbûr bûn ji hev başqe bijîn, ji bo çi jî nava merivada nefretî pêşda hat. Em çermesipî nîbûn, lema ev meriv me xweş nedihatin, çimkî hineka ji wan em nimiz dikirin. Lê dîsa jî em nedifikirîn, ku em firqiyê dikine orta meriva. Dewsê em difikirîn, wekî ewana neheqiyê me dikin.

“Seva ku nihêrandina xwe biguhêzin, me destpêkir ji aliyê xweda tiştekî bikin û me dilê xwe bona cûre-cûre meriya vekir, bi saya çi jî me gelek hevalên baş qazanc kir. Çaxê me destpêkir tevî merivên çermesipî hevaltiyê bikin, me fem kir ku gelek tiştada em mîna hev in, çimkî derece û çetinayên me ji hev cude nabin.

“Gava mecal vebû, me jin-mêrekî çermesipî ser gelek wext teglîfî mala xwe kir. Usa me ewana rind nas kirin. Zûtirekê me destpêkir hev hesab kin ça dostên xwe, û me dît ku gelek tiştada em wek hev in. Wede şûnda me nihêrandina xwe derheqa merivên çermesipî aliyê başda guhast”.

Biratiya rast

Con û Gîdeon ber Oda Civatêye Şedên Yehowa zara silav dikin.

Rast e ewana ji cûre-cûre mileta bûn û nihêrandina wane polîtîkî jî ji hev cude dibû, lê dîsa jî Con û Gîdeon bûne hevalên hev.

Binihêre vîdêo “Con û Gîdeon: Berê Dijmin bûn, Niha Bira ne”. Bikeve jw.org û rêza vîdêoyada bivîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin