KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 2 rûp. 4-6
  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Hevaltiya Te?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Hevaltiya Te?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Ça Malperên Sosyalî ser Min Hukum Dikin?
    Pirsên Cahila
  • Zar û Malperên Sosyalî—Para 1: Gelo Zara Min Gerekê Malperên Sosyalî Bide Xebatê?
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Ez Gerekê Çi Bikim Hergê Dê-Bavê Min Nahêlin Malperên Sosyalî Bidime Xebatê?
    Pirsên Cahila
  • Zar û Malperên Sosyalî—Para 2: Zarên Xwe Hîn kin ku bi Aqilayî Malperên Sosyalî Bidine Xebatê
    Alîkarî Bona Malbetê
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2021
g21 № 2 rûp. 4-6
Heval ji cûre-cûre welata pê vîdêokonfêrênsiyayê tevayî xeber didin.

Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Hevaltiya Te?

Bi saya sms, êmayl, vîdêokonfêrênsiya û cûre-cûre mêsêncêra, meriv dikarin hêsa hevdura têklî bin, hela hê jî heger cûre-cûre qulçên dinyayêda dijîn. Derecên usada têxnolojî kareke mezin dide meriva.

Lê hine meriv ku bi saya têxnolojiyê hevdura hevaltiyê dikin, rastî problêmên usa tên . . .

  • bi temamî hestên hevalên xwe fem nakin.

  • tenêbûnê texmîn dikin.

  • diha zêde dikevine heyra xwe ne ku hevalên xwe.

TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ

Qîzikek pê têlêfonê vîdêoyekê dinihêre ya ku 723 000 meriva îda nihêrîne.

DILŞEWATÎ

Heger em dilşewat bin, emê bona hevalên xwe wede bivînin û hestên wan hildin hesab. Lê heger em carekêra gelek nema distînin û leze-lez caba wan gişka didin, emê nikaribin dilşewatiyê bidine kifşê.

Tu hêdî-hêdî dikarî bikevî bin hukumê têxnolojiyê. Bona te dikare diha ferz be derbekêra caba smsên hemû hevalên xwe bidî, seva ku yaxa xwe wan xilaz kî. Û vê demê tu dikarî texmîn nekî ku hevalekî te hewcê alîkariya te bû.

BIFIKIRE: Çawa hûn dikarin “ser hev şewat bin”, çaxê pê hacetên elektronîk tevî hevalên xwe xeber didin? (1 PETRÛS 3:8)

TENÊBÛN

Li gora lêkolînkirinekê, gelek meriv paşî vê yekê ku şiklê kesên nav-deng dinihêrin, xwe tenê texmîn dikin û dikevine dêprêsiyayê. Lêkolînkar dibêjin, wekî kesên usa difikirin ku “ji emirê xwe qe lezet nedîtine”.

Usa jî çaxê meriv întêrnêtêda dîna xwe didine şiklên kesên din, ew dilteng dibin, çimkî xwe himberî wan dikin û difikirin ku rind najîn. Pê şikla dikare usa bê kifşê, wekî dinê dinya wan e û kêf kêfa wan e.

BIFIKIRE: Çaxê tu şiklên meriva dinihêrî, çi dikare alî te bike, wekî tu xwe himberî wan nekî? (GALATÎ 6:4)

XWEHIZÎ

Dersdarekî dîna xwe dayê, wekî gelek şagirtên wî tenê hevalên usa xwera dijbêrin, ji kîjana wê bikaribin karê bistînin. Bona hine meriva heval ça programeke têlê ye, heger kêrî wan bê, wê bihêlin, lê heger na, wê hêsa ji hevaltiya xwe ret kin.

BIFIKIRE: Gelo şiklên teye ku tu dikî întêrnêtê, nadine kifşê wekî tu merivara dikevî lecê û yekî gelek xwehiz î? (GALATÎ 5:26)

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

TÊDERXE HELA TU ÇAWA TÊXNOLJIYÊ DIDÎ XEBATÊ

Heger têxnolojî xulamê te ye ne ku serwêrê te, dêmek ewê alî te bike tevî hevalên xwe têklî bî û diha nêzîkî wan bî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hizkirin . . . ya xwe nagere”. (1 KORINTÎ 13:4, 5)

Ji van şîretên ku jêrê hatine dayînê, kîjan ku wê tera kêrhatî bin, xwera bijbêre û hineka jî xwexa binivîse.

  • Hê zêde şexsî tevî meriva xeber de, ne ku pê sms û êmayla

  • Çaxê tu tevî kesekî xeber didî, têlêfona xwe dayne cîkî usa, wekî te eciz neke

  • Ev wedê ku tu ser întêrnêtê xerc dikî, kêm ke

  • Bibe guhdarekî diha baş

  • Tevî van hevalên xwe têklî be, yên ku tengasiyada nin

PIRSÊ BIDE XWE . . .

  • Gelo hevalên mine usa hene, kîjan ku bona min xem dikin û ez jî bona wan xem dikim?

  • Gelo gelek car usa dibe ku gava ez tevî hevalekî xwe xeber didim, zengilê têlê yan sms xeberdana me dibirin?

  • Gelo şikil yan komêntariyên mine întêrnêtêda, min ça yekî xwehiz eyan nakin?

  • Ez xwe ça texmîn dikim, paşî vê yekê gava ez gelek wedê xwe ser întêrnêtê xerc dikim?

  • Ez çi dikarim bikim, wekî diha zêde wedê xwe ser vê yekê xerc kim, ku hevalên baş xwera qazanc kim, ne ku badîhewa întêrnêtêda xerc kim?

    PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere”. (FÎLÎPÎ 2:4)

Êmîlî.

“Bona hevaltiya rast wede û qewat lazim e, û meriv nikare derbekêra tevî seda meriva hevaltiyê bike. Diha baş e hinek hevalên te hebin û heleqetiya we baş be, ne ku sed hev bin û hûn pakî hevdu nas nekin. Hevalên baş wê diha zêde bikevine heyra te ne ku heyra xwe”. ÊMÎLÎ

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin