KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 3 rûp. 8-9
  • Zandar Çi Nikarin Îzbat kin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Zandar Çi Nikarin Îzbat kin?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Têmên Mîna Wê
  • Kara Zandariyê Jîyîna Merivêd Îroyînda
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Jîyîn Ça Destpêbûye?
    Têmên Din
  • Emir Ça Destpêbû?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Alî Zarên Xwe Bike wekî Ewana Hindava Efirandar Baweriya Xwe Mezin kin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2021
g21 № 3 rûp. 8-9
Dersdar derheqa zandariyê tevî şagirtên xwe şêwir dike.

Zandar Çi Nikarin Îzbat kin?

Usa tê kifşê ku zandar derheqa gerdûnê her tişt lêkolîn kirine. Lê yeke hene gelek pirsên ferz, caba kîjana ewana nikarin bivînin.

Gelo zandar dikarin şirovekin ku gerdûn û jîyîna ser wê ça pêşda hatine? Na. Hinek dibêjin, wekî gerdûnnas dikarin şirovekin, ku gerdûn ça pêşda hatiye. Lê zandarê zaningeha Dartmûnê, bi navê Marsêlo Glêîsêr, yê ku agnostîk e dibêje: “Em qe nikarin şirovekin, ku gerdûn ça pêşda hatiye”.

Fikira wî cûreyî jûrnalekêda “Science News” hatiye nivîsarê: “Çetin e şirovekin ku jîyîn ser erdê bi rastî ça destpêbûye. Heçî zef gêoloj dibêjin wekî zinar û kevir-kuçikên ku ji destpêka erdê hebûne, îda zûdava tunene”. Ji van giliya tê kifşê, wekî zandar nizanin, ku gerdûn û jîyîn ça pêşda hatine.

Lê diqewime pirs bal te pêşda tê: “Hergê jîyîna ser erdê hatiye efirandinê, wekî usa ne Efirandar kî ye?” Dibeke tuyê usa jî bixwazî pêbihesî: “Hergê Efirandarê bi hizkirin heye, lê çira ew dihêle efrînên wî, dêmek meriv, biçerçirin? Çira ew dihêle haqas cûre rêlîgiya hebin? Çira Xwedê dihêle merivên ku dibêjin wekî wî dihebînin, haqas xirabiyê bikin?”

Zandar nikarin caba wan pirsa bidin. Lê ev nayê hesabê ku hûn nikarin caba wan pirsa bivînin. Bi rastî gelek meriva cabên wan pirsa Kitêba Pîrozda dîtine.

Hergê hûn dixwazin pêbihesin, wekî çima hine zandara Kitêba Pîroz lêkolîn kirine û bawer kirine ku Efirandar heye, bikevine malpera me jw.org. Binihêrin rêza vîdêoya Nihêrandin Derheqa Destpêka Jîyînê.

Zandarî û Kitêba Pîroz wana dane bawerkirinê

Kîmyavan Corc Koîdan

Gelek car şixulên usa dikevine nav xebata min, wekî cûre-cûre molekula tevayî top kim. Ew mîna lîstika şaxmatê ye. Pêşiya ku vê lîstikêda çend gava bavêjî, gerekê rind bifikirî. Hergê hema gavekê berdî, molekul wê hev berde. Rast e xebata min çetin e, lê ew himberî bi hezara rêaksiyayên kîmyayî, kîjan ku nav şanên saxda diqewimin, qe tiştek nîne. Bi saya van rêaksiya, molekulên diha çetin pêşda tên. Ev yek minra îzbat dike, wekî Kîmyavanekî Himzor heye, dêmek Efirandar.

Çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim, min fem kir ku ew ne mîna kitêbên din e. Rast e nivîsandina Kitêba Pîroz weke 2 000 sal pêşda hatiye temamkirinê, lê şîretên wê heta roja îro jî qîmet in. Mesele, şîretên derheqa heleqetiya malbetêda û tevî merivên din, usa jî derheqa xebatê bi rastî gelek kêrhatî ne. Ez hatime ser wê nêtê, wekî şîretên usa kêrhatî tenê kesê Himzor dikare bide.

Embrîoloj Yan-Dêr Sû

Çaxê embrîyo malzaroka dêda mezin dibe, hemû şane tevîhev ça bêjî hevkariyê dikin, bi saya çi jî nêrv, masûlke, hestû, xûn û tiştên din çêdibin. Axiriyêda bi saya vê prosêsê bedena meriva çêdibe. Lê em heta niha nikarin bi temamî fem kin ku çi cûreyî ew şane dibine embrîyo. Ez difikirim, wekî Efirandarê bîlan emir efirandiye.

Çawa ku Zebûra 139:15, 16-da derheqa mezinbûna embrîyo hatiye nivîsarê, nêzîkî wê yekê ye, çi ku zandar wan paşwextiya pêhesiyane. Hergê derheqa wê yekê Efirandar eyan nekira, ev yek ça dikaribû haqas sal pêşda bihata nivîsarê?

Binihêrin vîdêo “Rosîo Pîkardo Hêrêro: Dersdarê Kîmyayê Derheqa Baweriya Xwe Şirovedike”. Evê vîdêoyê dikarin ser malpera jw.org bivînin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin