Serhatî 3
Meriyêd Pêşin
HELA dîna xwe bide, çi li ser vî şikilî zêde bûye. Rast e, merî zêde bûne. Ewana mêr û jinê pêşin in. Lê kî wana çêkir? Xwedê. Lê tu navê Xwedê zanî? Navê wî Yahowa ye. Navê mêr û jinê pêşin jî Adem û Hêwa bû.
Gelo Yahowa Adem ça çêkir? Pêşiyê Xwedê toza erdê hilda û bedena qedandî çêkir. Paşê Yahowa jîyîn pifî pozê wî kir û Adem destpêkir bijî.
Yahowa şixulek da Adem. Ewî gote wî, ku hemû cûre heywanara nav bide. Adem gelek wext dîna xwe dida heywana û lema jî ewî her ji wanra navekî gele baş da. Zanî çaxê Adem navê heywana dida ewî çi tê derxist?
Hemû heywan bi cot bûn. Di baxçêda ça fîlê bav, usa jî fîlê dê hebû û ça şêrê bav, usa jî şêrê dê hebû. Lê Adem tik-tenê bû. Gelo Yahowa niha wê çi bike? Pêşiyê ewî bi xewa giran Adem razanid û parxanek ji wî derxist. Paşê pê vê parxanê jinek seva Adem çêkir û ew bû jina wî.
De bide hesavê xwe Adem çiqas şa dibû! Lê Hêwa çiqas şa dibû, ku ew gerekê di vê baxçê bedewda bijîta! Îda ewana jî dikaribûn zara bînin û tevayî di bextewariyêda bijîn.
Yahowa dixwest, ku ewana heta-hetayê bijîn. Nêta wî ew bû, ku ewana temamiya erdê mîna baxçê Aden bedew kin. Bidin hesavê xwe, Adem û Hêwa çiqas şa dibûn çaxê derheqa vî şixulî difikirîn! Teyê bixwesta di baxçê usa bedewda li ser erdê bijîta? Lê şabûna wana gele wext dirêj nebû. Were em pêbihesin çira.
Zebûr 83:18; Destpêbûn 1:26-31; 2:7-25.