Serhatî 7
Mêrê Mêrxas
MERÎ li ser erdê zêde dibûn, û gele ji wan meriya mîna Qayîn xiraviyê dikirin. Lema jî xiravî ji ber hev zêde dibû. Lê nav wan merîk hebû, yê ku ne mîna wan bû. Navê wî Henox bû. Henox merîkî mêrxas bû. Rast e hemû meriyêd dor-berê wî xiraviyê dikirin, lê ewî Xwedêra yeke qulix dikir.
Gelo çira meriyêd wî çaxî haqa xiravî dikirin? Hela bîne bîra xwe, kî Adem û Hêwa devda, ku ewana gura Xwedê nekin û êmîş ji dara bêîzin bixwin? Rast e, milyaketê xirav wana devda. Kitêba Pîroz divêje, ku navê wî Şeytan e. Ew dixwaze usa bike, ku her kes ji meriya xiraviyê bike.
Carekê Xwedê gote Henox, ku ew gerekê meriyara bêje, ku hemû meriyêd zulm wê qir bin. Lê ev gilî dilê wan meriya xweş nehat û ewana gele hêrs diketin. Wana hela hê dixwestin Henox bikuştana. Lema jî Henoxra, seva ku meriyara dannasîn bike derheqa qirara Xwedê, mêrxasî lazim bû.
Lê Xwedê nehîşt, ku Henox gele wext nav wan meriya bijî û biçerçire. Henox serî-binî 365 sal emir kir. Lê çira em divêjin ku “serî-binî 365 sal”? Çimkî meriyêd wan weda, ji meriyêd îroyîn, hê qewat bûn û hê zêde dijîtin. De bide hesavê xwe, ku Metuşelahê kurê Henox 969 sala jît!
Paşî mirina Henox, merî hê zêde di aliyê xiravda diçûn. Kitêba Pîroz divêje: “Her fikira wan derheqa xiraviyê bû û erd pê zulmê tije dibû”.
Lê tu zanî çira halê dinyayê usa xirav bû? Çimkî Şeytan bi cûrekî teze destpêkir meriya li ser aliyê xiraviyê bive. Di serhatiya mayînda emê pêbihesin ewî çi kir.
Destpêbûn 5:21-24, 27; 6:5; Îbranî 11:5; Cihûda 14, 15.