Serhatî 13
Birahîmê Hevalê Xwedê
PAŞÎ Sêlavê meriya destpêkirin şehera ava kin û têda bijîn. Yek ji van şehera Ûr bû. Ûr şeherekî gele pêşdaçûyî bû, wê derê malêd bedew hebûn. Lê cimeta wî şeherî ne mîna Nuh û Sem bûn, yê ku Xwedêra qulix dikirin. Ewana mîna Babîloniya serê xwe li ber xwedayêd qelp datanîn.
Nuhê helal û amin paşî Sêlavê 350 sal emir kir. Ew mir du sala paşî wê yekê, ça mêr yê tu di şikilîda divînî, hate bûyînê. Navê wî Birahîm e. Ew gele delal bû seva Xwedê. Ew tevî neferêd mala xwe di şeherê Ûrda dijît.
Rojekê Yahowa gote Birahîm: “Ji şehera Ûr derkeve û bira-pizmamê xwe bihêle, derbazî cîkî din be, yê ku ezê tera bêjim”. Gelo Birahîm gura Xwedê wê bike, ew şeherê xweyî xweş wê bihêle? Belê, ewî usa jî kir. Ew her gav jî gura Xwedê dikir, lema jî wî nas dikin ça hevalê Xwedê.
Hine ji neferêd mala Birahîm, şeherê Ûr hîştin û pey wî çûn. Nav wanda bavê Birahîm Têrah bû, usa jî jina Birahîm Sara û kurê birê Birahîm Lût. Wede şûnda ewana hemûşk di şeherê Haranda cîwar bûn, kîderê Têrah mir. Wî çaxî ewana ji şeherê Ûr îda gele dûr bûn.
Paşî vê yekê, Birahîm û malbatê wî, şeherê Haran hîştin û derbazî welatê dinê bûn, navê kîjanî Kenan bû. Yahowa gote Birahîm: “Evî erdî ezê bidime zuretêd te”. Birahîm di Kenanêda ma û di çadirada dijît.
Xwedê alî Birahîm dikir û bereket dida wî. Keriyêd pêz û heywanêd wî ji ber hev zêde dibûn û weke sed xulamêd wî hebûn. Lê tiştekî wan kêm bû, zara wan tune bûn.
Çaxê Birahîm 99 salî bû, Yahowa gote wî: “Ez soz didime te, tuyê bibî bavê gelek mileta”. Lê ev yek wê ça biqewimiya, ne Birahîm û Sara, seva ku zara bînin îda gele kal-pîr bûn?
Destpêbûn 11:27-32; 12:1-7; 17:1-8, 15-17; 18:9-19.