Serhatî 16
Îshaq Jineke Baş Distîne
GELO ev qîz, ya ku tu li ser şikil divînî, kî ye? Em zanin ku navê wê Rebeka ye. Lê ev mêr, berbi kê Rebeka tê, Îshaq e. Rebeka tê bal Îshaq ku bibe jina wî. Ka em pêbihesin ev yek ça qewimî.
Meriyêd Kenanê serê xwe li ber xwedayêd qelp datanîn û Birahîm nedixwest ku jina Îshaq ji Kenanê be. Ewî dixwest ku kurê wî xwera jineke baş bistîne. Lema jî Birahîm gazî xulamê xwe kir û gote wî: “Tu gerekê herî bal merivêd min yê ku di şeherê Haranda dimînin, û ji wê derê seva kurê min jineke baş bivînî”.
Hema wê demê Xulamê Birahîm dehe deve hilda, û leze-lez çû Haranê. Nêzîkî êvarê ew gihîşte Haranê û li ber bîrekê sekinî. Berê êvarê jin ji wî şeherî dihatin, ku avê ji bîrê hildin. Vê demê, xulamê Birahîm Yahowara dua kir: “Yahowa, bira ew jin ya ku te seva Îshaq jibartiye, ji bîrê av hilçine û bide min û heywanêd min”.
Hine wede şûnda Rebeka hate pey avê. Çaxê xulamê Birahîm ji Rebeka av xwest, ewê av da wî. Lê paşê Rebeka hin jî gele av hilçand ji bîrê bona hemû deveyêd wî, yê ku gele tî bibûn. Bide hesavê xwe ev şixul çiqa çetin bû, çimkî ça em zanin deve avê gele vedixwin.
Çaxê Rebeka şixulê xwe xilaz kir, xulamê Birahîm pirs kir, ku navê bavê wê çi ye û di mala wîda cî wê hebe, wekî şevek serê xwe dayne. Rebeka got: “Ez qîza Bêtûêl im û di mala meda seva te cî heye”. Çaxê xulam pêhesiya ku Bêtûêl kurê Nahor e, birê Birahîm, ewî fem kir ku Xwedê wî rastî merivêd Birahîm anî. Lema jî ew kete ser çoka û şikir da Xwedê.
Wê şevê xulamê Birahîm Bêtûêlra û birê Rebeka Labanra gilî kir, ku seva çi ew hatiye. Ewana qayîl bûn, ku Rebeka biçûya tevî xulamê Birahîm û Îshaqra bibûya jin. Lê gelo Rebeka wê çi bêje? Ewê di cava xweda got: “Erê, ez qayîl im”. Rojek şûnda ewana li ser deva siyar bûn û ketine rê, ku vegerin Kenanê.
Berbi êvarê ewana nêzîkî Kenanê bûn. Wî çaxî Rebeka mêrek di çolêda dît. Ev mêr Îshaq bû. Îshaq jî Rebeka dît û gele şa bû. Sê sal pêşiya vê yekê, dîya Îshaq miribû û li dilê wîda êş hê hebû. Lê çaxê ew rastî Rebeka hat û wê gele hez kir, şabûn paşda kete dilê wî.
Destpêbûn 24:1-67.