Serhatî 87
Îsayê Donzdeh Salî Di Paristgehêda
HELA dîna xwe bide vî gedî, yê ku tevî mêrêd mezin xever dide. Ev Îsa ye. Ew îda mezin bûye û weke 12 salî ye.
Lê ev mêr, yê ku tevî Îsa xever didin, di paristgehê Orşelîmêda meriya derheqa Xwedê hîn dikin. Niha ewana ji Îsa zendegirtî mane, çimkî ew gele tişta ji Kitêba Pîroz derheqa Xwedê zane. Lê gelo çira Îsa tenê ye? Lê Ûsiv û Meryem ku ne? Were em pêbihesin.
Ûsiv her sal tevî neferêd mala xwe diçû Orşelîmê li ser eîdekî kivş kirî bi navê Cejin. Riya ji Nisretê heta Orşelîmê rêkî dirêj bû. Li wî çaxî ne avto hebûn ne jî avtobûs. Meriv timê pê xwe rê diketin û seva ku bigihîjin Orşelîmê weke sê roj lazim bû.
Niha neferêd mala Ûsiv gelek in. Cem Îsa îda hin xûşk hene hin jî bira. Ûsiv û Meryem tevî hemû zarêd xwe çûbûn Orşelîmê, û niha ewana vedgerin paşda Nisretê. Rêva ewana miqatî zara biçûk dibûn. Lema jî gava wana Îsa kêleka xwe nedît, wana tirê ku dibek jî ew tevî merivêd dinê rê diçe. Berê êvarê ewana li cîkî sekinîn û destpêkir Îsa nava hevalêd û bira pizmamê xwe bigerin. Lê wana Îsa nedît! Lema jî ewana paşda vegeriyan Orşelîmê, seva ku li wir Îsa bivînin.
Xilaziyê wana Îsa di paristgehêda nav dersdara dît. Ewî pirsa dida wan û cava wan dibihîst. Hemû meriv dur-berê Îsa ecêvmayî bûn, wekî ew çiqas aqil e. Lê Meryem gote Îsa: “Lawo! Te çima usa serê me kir? Ez û bavê te berxwe diketin, li te digeriyan”.
Lê Îsa gotê: “Hûn çima li min digeriyan? We nizanibû, ku ez gerekê mala Bavê xweda bim?”
Belê, hewasa Îsa hebû timê derheqa Xwedê hîn bûya. Em jî gerekê mîna Îsa bin, usa nîne? Di Nisretêda Îsa her heftiyê diçe li ser civatê seva qulixkirinê. Ew timê rind guhê xwe dide giliya, lema jî ew Kitêba Pîroz rind zane. Ka em jî mîna Îsa bin û çev bidine wî.