KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 72 rûp. 170-rûp. 171 abz. 2
  • Îsayê Donzdeh Salî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsayê Donzdeh Salî
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Îsayê Donzdeh Salî Di Paristgehêda
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Îsa Timê Guhdar bû
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Pirsên Xwendevana
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 72 rûp. 170-rûp. 171 abz. 2
Îsayê donzdeh salî paristgehêda tevî dersdara rûniştî ye

DERSA 72

Îsayê Donzdeh Salî

Ûsiv û Meryem tevî kur û qîzên xweye din şeherê Nisretêda diman. Ûsiv necar bû û bi wê yekê ebûra neferê xwe dikir. Ewî usa jî derheqa Yehowa û Qanûnên wî wana hîn dikir. Her şemî ewana tevay diçûne kinîştê û salê carekê diçûne Orşelîmê ser Cejina Derbazbûnê.

Gava Îsa 12 salî bû, çawa her sal malbeta wî çûne Orşelîmê. Wî çaxî şeherda tije meriv dibûn, kîjan dihatin ser Cejina Derbazbûnê. Paşî Cejinê, gava Ûsiv û Meryem paşda vedgeriyane mala xwe, wana tirê, wekî Îsa pey wan tê. Lê gava dora xwe nihêrîn, wana tu cî ew nedîtin.

Ewana paşda vegeriyane Orşelîmê û sê roja Îsa digeriyan. Paşê, ewana çûne paristgehê. Îsa wêderê tevî dersdara rûniştibû, û guh dida gotinên wan û pirsên hewas dida wan. Ji pirsên Îsa, dersdar usa ecêbmayî diman, wekî xwexa destpêdikirin pirsa bidine wî. Û ji cabên Îsa ewana zendegirtî diman. Ewana îzbat bûn, wekî ew rind Qanûnên Yehowa fem dikin.

Ûsiv û Meryem gelek ber xwe diketin. Meryemê got: “Kurê min, me hemû ciya tu digeriyayî! Tu ku bûyî?” Îsa got: “Ne hûn zanin, wekî ez gerekê vira bim, mala Bavê xweda!”

Îsa tevî dê-bavê xwe vegeriya Nisretê. Ûsiv şixulê necariyê Îsa hîn dikir. Bi nihêrandina te Îsa merivekî çi cûreyî bû? Îsa mezin dibû û bîlaniya wî zêde dibû. Xwedê û meriv wîra firnaq dibûn.

Ûsiv û Meryem tevî Îsa û xûşk-birên wî ber sifrê rûniştine

“Ez dixwazim xwestina Te biqedînim, ya Xwedê û va ye hînkirina Te dilê minda ye” (Zebûr 40:8).

Pirs: Îsa kîderê bû, gava Ûsiv û Meryemê wî digeriyan? Çira ew çû wêderê?

(Metta 13:55, 56; Marqos 6:3; Lûqa 2:40-52; 4:16; Qanûna Ducarî 16:15, 16).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin