Serhatî 94
Îsa Zara Hez Dike
HELA binihêre ça Îsa ev gedê biçûk hemêz kiriye. Tê kivşê ku bi rastiyê jî ew zara hez dike. Lê mêrêd ku berbi Îsa sekinîne şagirtêd wî ne. Gelo Îsa çi wanara divêje? Were em pêbihesin.
Îsa tevî şagirtêd xwe hema hêje ji rêkî dirêj vegeriya. Lê rêva şagirtêd wî hevra ketibûne dewê. Hine wede şûnda Îsa wana pirs kir: “Hûn rêda bona çi hevra ketibûne dewê?” Lê bi rastiyê Îsa zanibû seva çi ewana şer dikirin. Îsa dixwest pêbihesiya hela ewana wîra wê bêjin yan na.
Şagirtêd Îsa dengê xwe nekirin, çimkî rêda wana hevra dew dikir hela kî ji wan mezintir e. Hine ji wana dixwestin ji yê mayîn hê girîng bûna. Niha dîna xwe bide, ku Îsa wê ça wanara şiroveke, wekî nêtêd wan bibine herî mezin rast nîne.
Îsa gazî zara biçûk kir û wî pêşberî şagirta da sekinandinê û gote wan: “Ez rast wera dibêjim, heger hûn venegerin û nebine mîna zaroka, hûn tu car nakevine Padşatiya Ezmana. Awa kî ku mîna vê zarokê xwe biçûk ke, ew e yê herî mezin Padşatiya Ezmanada”. Lê zanî Îsa çira usa got?
Belê, Îsa usa got çimkî zarêd biçûk tu car xem nakin hela kî ji wan herî mezin e yan girîng e. Lema jî şagirtêd wî gerekê ji zara hîn bûna û hevra neketana dewê hela kî ji wan herî mezin e.
Dîsa hebûn derece, çaxê Îsa eyan dikir ku ew zarêd biçûk gele hez dike. Hine mehe şûnda meriv zarêd xwe anîbûn cem Îsa. Lê şagirtêd Îsa nedihîştin ku ewana nêzîkî Îsa bin û wana didane sekinandinê. Wî çaxî Îsa gote şagirtêd xwe: “Bira ev zarok bêne cem min, pêşiya wan negirin, çimkî Padşatiya Ezmana para yêd usa ye”. Paşê Îsa wan zara dide hemêza xwe, û wana kerem dike. Çaxê em pêdihesin ku Îsa zara usa hez dikir, em gele şa dibin! Usa nîne?
Metta 18:1-4; 19:13-15; Marqos 9:33-37; 10:13-16.