Serhatî 106
Ji Kelê Aza Bûn
BINIHÊRE ça milyaket derê kelê vedike. Ev merî jî yê ku ji kelê aza dibin, şagirtêd Îsa ne. Gelo çira ewana ketine kelê? Were em pêbihesin.
Paşî wê yekê ça Îsa li ser şagirtêd xwe ruhê pîroz barand, hine wede derbaz bû û tiştêd usa qewimîn: Carekê, nîvro, Petrûs û Yûhenna çûbûn li paristgeha Orşelîmê. Li wir ber deriyê paristgehê merîk rûniştibû, yê ku ji bûyîna xwe nigada seqet bû. Her roj wî li ber paristgehê datanîn, wekî ew ji meriyêd, ku dihatine paristgehê, pere bixwaze. Gava Petrûs û Yûhenna diketine paristgehê, ewî destpêkir lava wan bike ku tiştekî bidine wî. Lê zanî Petrûs û Yûhenna çi kirin?
Ewana sekinîn û dîna xwe dane wî merivî. Wî çaxî Petrûs got: “Perê min tune, lê çî min heye ezê wî bidime te. Bi navê Îsa Mesîh rabe bigere!” Paşê Petrûs destê wiyî rastê girt û mêrik banzda ser xwe sekinî û pêra-pêra destpêkir bigere. Gava temamiya cimetê dît ku ew digere, zendegirtî man û ji bo vê keremetê gele şa dibûn.
Wî çaxî Petrûs got: “Ewî keremetî me bi raziya qewata Xwedê kir, yê ku Îsa ji miriya rakir”. Çaxê Petrûs û Yûhenna hê xeber didan, hine ji serwêrêd kinîşta hatin li vir. Ewana gele hêrs ketibûn, çimkî şagirt derheqa Îsa, yê ku ji miriya rabû, gilî dikirin. Lema jî serwêrêd kinîşta Petrûs û Yûhenna girtin û kirine kelê.
Rojekê din serwêrêd kinîşta li ser civînekê mezin top bûn. Petrûs û Yûhenna, usa jî wî merivê ku qenc bibû, anîne li vir. Serwêrêd kinîşta pirs dane şagirta: “We bi çi qewatê ev keremet kir?”
Hîngê Petrûs cava xweda got, ku ev keremet bi qewata Xwedê hate kirinê, bi kîjanî jî Îsa jî hate sax kirinê. Keşîş ne jî dikaribûn înkar kirana, ku ev keremet bi rastiyê jî qewimî, ne jî zanibûn çi bikin. Lema jî ewana ferman dane şagirta ku tu car bi navê Îsa tu tiştî xeber nedin. Paşê vê yekê serwêrêd kinîşta şagirta berdan.
Wede derbaz dibû, lê şagirt yeke derheqa Îsa dannasîn dikirin û hin jî nexweşa qenc dikirin. Elametî derheqa van keremeta li hemû ciya bela dibû. Hela hê ji hemû şeherê dur-berê Orşelîmê jî, elalet nexweşa dianîn cem şagirta, wekî wana qenc kin. Ji bo vê yekê serwêrêd kinîşta gele eciz dibûn, lema jî wana şagirt girtin û avîtine kelê. Lê di kelêda şagirt gele wede ne man.
Ça li ser şikilî tê kivşê, êvarê milyaketekî Xwedê derê kelê vekir û got: “Herin li paristgehê û li wir meriyara dannasîn bikin”. Rojekê din, çaxê serwêrêd kinîşta meriva şandin li kelê pey şagirta, wana dîna xwe da ku şagirt ne li wir bûn. Gava ewana çûne paristgehê, wana dîna xwe dayê ku Petrûs û Yûhenna li wir in û meriya hîn dikin. Wana Petrûs û Yûhenna girtin û birine li ser civînekê mezin, seva ku dîwana wan bikin.
Çaxê ewana hatin, serwêrêd kinîşta gotin: “Ne me hişk temî li we kiribû, wekî hûn bi navê Îsa tu tiştî hîn nekin? Lê we hela hê Orşelîm jî bi hînkirina xweva tije kiriye”. Şagirta jî cava xweda gotin: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva”. Lema şagirt dîsa jî derheqa “mizgîniya xêrê” dannasîn dikir. Ev serhatî gele meselekî baş e seva me, usa nîne?
Karêd Şandiya serê 3 heta 5.