KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 95 rûp. 222-rûp. 223 abz. 1
  • Tu Tişt Nikaribû Wana Bida Sekinandinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Tişt Nikaribû Wana Bida Sekinandinê
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • “Em Gerekê Gura Xwedê Bikin”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Ji Kelê Aza Bûn
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • “Merivne Nexwendî û Nezan in”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Îsa Hezara Têr Dike
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 95 rûp. 222-rûp. 223 abz. 1
Petrûs û Yûhenna bi mêrxasiyê mizgîniya xêrê bela dikirin, wî çaxî jî gava Sadûqiya û kahîn pey wan diketin

DERSA 95

Tu Tişt Nikaribû Wana Bida Sekinandinê

Her roj ber dergehê paristgehê, merivekî seqet yê ku nikaribû rê biçûya, pars dikir. Rojekê ewî dît, wekî Petrûs û Yûhenna têne paristgehê. Ewî gote wan: “Lava dikim, tiştekî bidine min”. Petrûs gote wî: “Ezê tiştekî usa bidime te, wekî ji pera çêtir e. Bi navê Îsa, rabe ser piya û rê here!” Paşê Petrûs alî wî kir, ew rabû ser piya û rê çû. Merivên ku ew keremet dîtin, gelek şa bûn û baweriya xwe Îsa anîn.

Lê kahîn û Sadûqî gelek hêrs ketin. Wana şagirt girtin û birine dîwanê û ji wan pirsîn: “We ew qewat ji ku standiye? We ça karibû wî merivî qenc kin?” Petrûs got: “Me ew qewat ji Îsa Mesîh standiye, kîjan we kuşt”. Serwêra kirine qarînî: “Bese derheqa Îsa xeber din!” Lê şagirta got: “Emê derheqa wî xeber din û tu car xwe ker nakin”.

Çaxê Petrûs û Yûhenna berdan, ewana çûne cem şagirtên din û wanara gilî kirin çi hate serê wan. Paşê wana tevayî dua kir û gotin: “Yehowa lava dikin, mêrxasiyê bide me, wekî em şixulên te bînin sêrî”. Yehowa ruhê pîroz da wan û wana berdewam kir mizgîniya xêrê bela kin û meriva qenc kin. Gelek meriv bûne bawermend. Seva wê yekê Sadûqî gelek hêrs ketin û şagirt avîtine kelê. Lê vê şevê, Yehowa melek şand, ewî derê kelê vekir û gote şagirta: “Vegerin paristgehê û berdewam kin wêderê cimetê hîn kin.

Sivetirê, Civîna Giregira seva dîwanê top bûn û wanara gotin: “Derê kelê dadayî ye, lê hindurda tu kes tune ye! Ew merivên, ku we kire kelê, niha paristgehêda cimetê hîn dikin!” Dîsa şagirt girtin û birine ser Civîna Giregira. Serekkahîn gote wan: “Ne me wera got derheqa Îsa xeber nedin!” Lê Petrûs got: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku gura meriva”.

Civîna Giregira gelek hêrs ket û safî kirin şagirta bikujin. Lê nişkêva Fêrisek bi navê Gamalyêl rabû û got: “Lez nekevin! Diqewime Xwedê tevî wan e. Hûn dixwazin himberî Xwedê şer kin?” Wana guh dane xeberên wî, şagirt pê qamçiya kutan û gotine wan, wekî îda xizmet nekin. Lê tu tiştî nikaribû wana bida sekinandinê. Wana berdewam dikir bi mêrxasî mizgîniya xêrê bela kin paristgehêda, usa jî mal bi mal.

“Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:29).

Pirs: Çira şagirtên Îsa xizmetkirin nedane sekinandinê? Çawa Yehowa alî wan kir?

(Karên Şandiya 3:1–4:31; 5:12-42).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin