Serhatî 107
Steyfan Dane Ber Kevira
EV MÊRÊ ku li ser çoka rûniştiye Steyfan e. Steyfan Şagirtekî Îsa mêrxas e. Lê binihêre ewana çi serê wî dikin! Ewana wî dane ber kevira. Gelo çira Steyfan ber çevê wan usa reş bû, ku wana neheqiyê usa kir? Were em pêbihesin.
Xwedê alî Steyfan dikir, û ewî bi qewata Xwedê gele keremeta dikir. Lê mêrêd zulm ev yek begem nekirin. Wana dixwest îzbat kira, tê bêjî Steyfan ne rastiyê meriya hîn dike. Lê Xwedê bîlanî da Steyfan û serda ewî îzbat kir ku ew meriv xwexa ne rast in û hînkirina wan jî ne rast e. Ji bo vê yekê ewana hê gele hêrs ketin. Lema jî wana Steyfan birin, û tevî xwe şedêd derew jî anîn, wekî şera wî gilî kin.
Hîngê kahînê pêşin ji Steyfan pirsî: “Ev hemû tişt rast e?” Steyfan gele baş cava xwe da, û li ser hîmê Kitêba Pîroz tevî wan xever da. Xilaziyê ewî gilî kir wanara, wekî berê jî merivêd xirav pêxemberêd Yahowa nefret dikirin, û serda zêde kir: “Hûn jî mîna wan meriya ne. We gura qanûnêd Xwedê nekir û qulixkarê Xwedê Îsa kuşt”.
Ji vê yekê serkarêd dînê cihûya hê gele hêrs ketin. Ewana ji hêrsa, xwe xwarin. Lê Steyfan serê xwe hilbirand jorê û got: “Va ye! Ez li ezmana Îsayê Mesîh divînim, yê ku li milê Xwedêyî rastê sekinî ye!” Wî çaxî wana guhêd xwe girtin, kirine qîrîn û beziyane Steyfan. Paşê hildan û wî ji şeher derxistin.
Li derê şeherê wana kincêd xweye jorê êxistin û dane mêrekî cahil bi navê Şawûl. Ew li ser şikil jî tê kivşê. Paşê hine ji wan mêra destpêkirin kevira bavêjine ser Steyfan. Steyfan kete ser çoka û destpêkir Xwedêra dua bike: “Yahowa, ji bo vê neheqiyê vana ceza neke” Steyfan zanibû wekî hine ji wan meriva bi serkarêd kinîşta hatine xapandinê. Paşê vê yekê Steyfan mir.
Hela dişirmîş be, gava kesek te dide xeîdandinê, tu dixwazî cava wî bidî, yanê dibek jî dua dikî Xwedêra wekî dîwana wî bike? Lê binihêre, Steyfan û Îsa usa nekirin. Ewana hela hê hindava dijminêd xwe jî qenc û rem bûn. Were em jî çev bidine wan.
Karêd Şandiya 6:8-15; 7:1-60.