KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w18 Cotmeh rûp. 32
  • We Zanibû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • We Zanibû?
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Têmên Mîna Wê
  • Steyfan—“Merivekî bi Kerem û Qewata Xwedêva Tijî bû”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Steyfan Dane Ber Kevira
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • 3 | Nefretiyê ji Hişê Xwe Derxe
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • “Em Gerekê Gura Xwedê Bikin”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
w18 Cotmeh rûp. 32

We Zanibû?

Çawa Steyfan edilayî xwey kir gava dihate zêrandinê?

Steyfan edilayê xwey dike gava rastî Civîna Giregira tê

KOMEKE merivên bêrem pey Steyfan ket. Ew civîna giregira bû, dêmek dîwana herî mezin Îsraêlêda, ji 71 hakima bû, hukumê kîjana ser cimetê zef bû. Ewana bal Qeyafayê Serekkahîn top bibûn, yê ku çend meha pêşda rêberiya dîwana Îsa dikir. Wêderê hate elamkirinê, wekî Îsa gerekê bê kuştinê (Met. 26:57, 59; Kar. Şand. 6:8-12). Çaxê wana yek pey yekêra buxdan diavîtine Steyfan, ewana metal man, gava dîna xwe danê, wekî reng-rûyê Steyfan “mîna reng-rûyê milyaketa bû” (Kar. Şand. 6:13-15).

Lê gelo çawa wî halê xofda, ew rihet û qewî ma? Pêşiya ku civîna giregira wî girt, ew pê rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz, bi temamî nav şixulê belakirina mizgîniyêda bû (Kar. Şand. 6:3-7). Û çaxê ew îda ber dîwanê bû, ruhê Xwedê dilê wî rihet dikir û rêzên ji Nivîsarên Pîroz dianî bîra wî (Yûhn. 14:16). Karên Şandiya serê 7-da, tê gilîkirinê ku çaxê Steyfan bi mêrxasî şedetî dida, ruhê pîroz weke 20 rêz yan hê zêde ji Nivîsarên Îbranî anî bîra wî (Yûhn. 14:26). Lê paşê baweriya Steyfan hê şidiya, gava ewî xewn-xeyalêda Îsa dît ku li milê Xwedêyî rastê sekinî bû (Kar. Şand. 7:54-56, 59, 60).

Rojekê dibeke em jî rastî zêrandinê û peyketina bên (Yûhn. 15:20). Hergê em îro timê Xebera Xwedê lêkolîn dikin û xizmetiyêda xîret in, emê rê bidine ruhê Yehowayî pîroz seva ser me hukum ke. Emê usa jî qewatê bistînin, wekî qewî bimînin, teyax kin ber miqabilîbûnê û dilrihetiyê xwey kin (1 Pet. 4:12- 14).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin