KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp22 № 1 rûp. 10-11
  • 3 | Nefretiyê ji Hişê Xwe Derxe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 3 | Nefretiyê ji Hişê Xwe Derxe
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Hînkirina Kitêba Pîroz:
  • Ev Çi Tê Hesabê:
  • Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:
  • Steyfan—“Merivekî bi Kerem û Qewata Xwedêva Tijî bû”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Steyfan Dane Ber Kevira
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Çawa Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Em Dikarin Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
wp22 № 1 rûp. 10-11
Mêrek dide ber çevê xwe wekî ew destê xwe kiriye destê merivê ji miletê din. Lê siya wanda ewana hevra dikevine rikê û destê xweda nîşanên miqabilîbûnê girtine.

ÇAWA NEFRETIYÊ JI DILÊ XWE DERXIN?

3 | Nefretiyê ji Hişê Xwe Derxe

Hînkirina Kitêba Pîroz:

“Ser hişê xweda werin, nêt-fikirên we bira nû bin, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (ROMAYÎ 12:2).

Ev Çi Tê Hesabê:

Bona Xwedê ferz e ku em derheqa çi difikirin (Yêremya 17:10). Em gerekê ne ku tenê xwe ji gilî û kirên bi nefretiyê tije, dûr bigirin, lê hê zêde tişt lazim e bikin. Nefretî ji dil û hişê meriva pêşda tê. Em gerekê hemû hest û fikirên nefretiyêva girêdayî, derbêra ji hişê xwe dûr xin. Tenê wî çaxî emê bikaribin bi rastî nefretiyê kokêva ji dilê xwe derxin.

Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:

Bi helalî dilê xwe bicêribîne, hela tu ça dinihêrî ser merivên ji welat û miletên din. Pirsa bide xwe: “Ez derheqa wan çi difikirim? Nihêrandina min derheqa wan tenê ser hîmê zanebûna min e? Yan ev ser hîmê xeberdana nerast e ya merivên der-dor?” Xwe dûr bigire ji bernamên têlêvîziyonê, sînem yan wedederbazkirinên usa, ku nefretiyê û zulmiyê pêşda tînin.

Xebera Xwedê dikare alî me bike, wekî nefretiyê, kîjan ku kûr dil û hişê meda rûniştiye, kokêva derxin

Hêsa nîne bi helalî hest û fikirên xwe enene kin, ku têderxin hela nefretî nav meda heye yan na. Lê Xebera Xwedê dikare vê yekêda alî me bike, çimkî ew “nêt û fikirên dila jî enene dike” (Îbranî 4:12). Lema jî timê Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Hînkirinên wê beramberî fikirên xwe bike û her tiştî bike, seva ku fikirên te Xwedê xweş bên. Xebera Xwedê dikare alî me bike, wekî nefretiyê, kîjan ku kûr dil û hişê meda rûniştiye, kokêva derxin (2 Korintî 10:4, 5).

Serhatî​—STÊFAN

Nihêrandina Xwe Guhast

Stêfan.

Stêfan û neferên wî ji aliyê merivên çermesipîda rastî nefretiyê dihatin. Axiriyêda ew kete ber bayê komeke polîtîkî, kîjan ku bona mafê meriva şer dikirin. Carna ewî xwexa jî ji bo nefretiyê qaçaxtî dikir. Stêfan dibêje: “Min hevalên xweva sînemên derheqa dîlên Afrîkî dinihêrîn, kîjana ku berê Dewletên Yekbûyîda diçerçirandin. Em ji bo vê neheqiyê usa hêrs diketin, ku hema sînemêda me hicûmî ser merivên çermesipî dikir. Paşê em diçûne taxa merivên çermesipî û ewana dikutan”.

Çaxê Stêfan destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be, ewî bi temamî nihêrandina xwe guhast. Ew dibêje: “Ji bo vê yekê ku ez rastî gelek nefretiyê hatim, ez zendegirtî mam çaxê min dît, ku Şedên Yehowa hindava hevda çi cûreyî ne. Mesele, çaxê Şedekî Yehowa ku çermesipî bû çû welatê din, ewî zarên xwe bal malbeteke çermereş hîşt, wekî miqatî wan bin. Usa jî malbeta çermesipî mala xweda gedekî çermereş qebûl kir, çimkî cî-sitara wî tune bû”. Stêfan dît, wekî Şedên Yehowa ça malbeteke hemdinyayê ne, çimkî nava wanda hizkirina rast heye, derheqa kîjanî ku Îsa pêxembertî kiribû (Yûhenna 13:35).

Çi Stêfan hêlan kir, wekî nefretiyê ji dilê xwe derxe? Vê yekêda rêza ji Romayî 12:2 alî wî kir. Ew dibêje: “Min fem kir, ku ez gerekê fikirên xwe biguhêzim û nefretiyê ji dilê xwe derxim. Min gerekê nihêrandina xwe biguhasta, wekî ne ku tenê zulmî nekira û edilayî xwey kira, lê usa jî ser jîyîna wî cûreyî ça ser emirekî lapî baş binihêriya”. Îda 40 salî zêdetir e, Stêfan şabûnê distîne ji vê yekê, ku nefretî ji dilê xwe derxistiye.

Hê zêde derheqa serhatiya Stêfan bixûnin ji “Birca Qerewiliyê” ya 1 Tîrmehê, sala 2015, rûpêlên 10-11.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin