KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 114
  • Kotasiya Hemû Zulmiyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kotasiya Hemû Zulmiyê
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Cineta Sozkirî
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Şerê Xwedê, Kîjan ku wê Hemû Şera Bide Hildanê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
  • Pêxembertiyêd Kitêba Pîroz têne serî
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 114

Serhatî 114

Kotasiya Hemû Zulmiyê

HELA dîna xwe bide vî şikilî! Tu van eskera li ser hespêd boz divînî? Binihêre ku ev hesp kîderê banzdidin. Belê, ewana li ezmana ser ewra banzdidin. Gelo ev çi hesp in?

Em zanin ku bi rastiyê hesp nikarin li ser ezmana banzdin. Lê Kitêba Pîroz hema derheqa hespêd usa gilî dike, yê ku ji ezmana dihatin. Lê gelo çira?

Berê hespa seva şerkirinê didan xevatê. Çimkî Kitêba Pîroz gilî dike ku zûtirkê Xwedê wê tevî meriva şer bike, lema jî ev hesp ji ezmana peya dibûn. Kitêba Pîroz divêje ku navê vî şerî Harmegedon e? zûtirkê di vî şerîda Xwedê wê qira hemû zulmiyê bîne.

Şera Harmegedonê bi serkartiya Îsa wê derbaz be. Tê bîra te, ku Yahowa xwexa wî kire padşa di padşatiya xweda. Lema jî dîna xwe bide ku tacê padşa li ser serê Îsa ye, û şûrê wî jî mera eyan dike, ku ew wê qira hemû dijminêd Xwedê bîne. Lê tera tê bawer kirinê ku Xwedê rastî jî qira hemû merivêd zulim wê bîne?

Hela kitêba xwe li ser serhatiya 10 veke. Li vir tu çi divînî? Bi Sêlava Dinyayê hemû merivêd xirav hatin qir kirinê. Lê kî Sêlav anî ser erdê? Belê, Xwedê Yahowa. Niha dîna xwe bide serhatiya 15. Li vir tu çi divînî? Yahowa qira şehera Sodom û Gomora bi agirê anî.

Veke serhatiyê 33-ya. Divînî çi hate serê hespêd û erebayêd Misiriya. Kî usa kir ku ava berê li ser wan jorda bê xwerê? Belê, ev jî Yahowa kir. Bi vê yekê Yahowa cimeta xwe xilaz kir. Lê niha weke serhatiya 76 û dîna xwe bide ku Yahowa hela hê cimeta xweye îsraêlî jî da qirkirinê, seva neheqiyêd wan û şixulêd wane xirav.

Lema jî em gerekê dudilî nebin ku zûtirkê Yahowa wê eskerêd xweye ezmana bişîne li ser erdê, seva ku temamiya zulmiyê bide qirkirinê. Tu tenê bide hesavê xwe ev çi tê hesavê! were em vekin serhatiya 115 û pêbihesin.

Eyantî 16:15, 16; 19:10-16.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin