PARA 8
Pêxembertiyêd Kitêba Pîroz têne serî
Di Kitêba Pîrozda ne ku tenê derheqa zemanêd berê têne gilîkirinê, lê usa jî derheqa axiriyê. Tu kes ji meriva nikare pêşda bêje çi wê axiriyê biqewime. Lema jî em sed selef zanin, ku Kitêba Pîroz xebera Xwedê ye. Lê gelo Kitêba Pîroz derheqa axiriyê çi divêje?
Di Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa şera mezin, wedê kîjanî Xwedê wê temamiya erdê ji meriyêd zulm û ji neheqiyê temiz ke. Lê ew kî wîra qulix dikin, wê xilaz bin. Padşayê ku Xwedê kivş kiriye, dêmek Îsa Mesîh, wê usa bike wekî qulixkarêd Xwedê di edilayiyêda û bextewariyêda bijîn, û tu car nexweş nekevin û nemirin.
Çiqas em şa ne ku Xwedê erd wê paşda bike cinet, usa nîne? Lê hergê em dixwazin di cinetêda bijîn, em lazime tiştekî bikin. Ji serhatiya paşin emê pêbihesin, hela em çi gerekê bikin, wekî keremetêd ku Xwedê seva qulixkarêd xwe hazir dike, bigihîjine para me jî. De wekî usa ne, bixûne para HEYŞTA û pêbihese hela Kitêba Pîroz derheqa axiriyê çi divêje.