KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • T-32 rûp. 1-4
  • Çi Lazim e, seva ku Malbet Bextewar be?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Lazim e, seva ku Malbet Bextewar be?
  • Çi Lazim e, seva ku Malbet Bextewar be?
  • Têmên Mîna Wê
  • Çi Hûn Derheqa Axiriyê Dişirmîş Dibin?
    Çi Hûn Derheqa Axiriyê Dişirmîş Dibin?
  • Gelo wê Bê Ew Wede, Çaxê Kul-Derd Îda Tune bin?
    Gelo wê Bê Ew Wede, Çaxê Kul-Derd Îda Tune bin?
  • Gelo bi Rastî Merî wê ji Mirinê Rabin?
    Gelo bi Rastî Merî wê ji Mirinê Rabin?
  • Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?
    Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?
Hê Zêde Binihêre
Çi Lazim e, seva ku Malbet Bextewar be?
T-32 rûp. 1-4

Çi Lazim e, seva ku Malbet Bextewar be?

Ça hûn difikirin . . .

  • hezkirin?

  • pere?

  • yan tiştekî din?

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE

“Xwezî li wan, yên ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (Lûqa 11:28).

SEVA WE EV ÇI TÊ HESABÊ

Hûnê hezkirina rast bivînin (Efesî 5:28, 29).

Hûnê bextewar bin, çimkî hindava hevdu bi qedir bin (Efesî 5:33).

Yektî û bêxofî wê cem we hebe (Markos 10:6-9).

Cotê zewicî şîret distînin ji rûspî; ewana tevayî ji Kitêba Pîroz dixûnin

LÊ GELO EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN?

Belê, û seva vê yekê du menî hene:

  • Xwedê Sazkarê malbetê ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Yehowa Xwedê, merivên pêşin kire mêr û jin (Destpêbûn 2:18-24). Hergê bi giliyê mayîn bêjin, bi saya Yehowa Xwedê îro malbet hene, çimkî ew e Efirandarê wê. Lê çima em dikarin usa bêjin?

    Binihêrin mesele: Hergê xwarinek zef te xweş hat û tu dixwazî pêbihesî ku ev yek ça tê çêkirinê, tê ji kê bipirsî? Femdarî ye wekî ji wî merivî, yê ku ev hazir kiriye.

    Ev yek em dikarin beramberî malbetê bikin. Seva ku pêbihesin hela çi lazim e, wekî malbet bextewar be, em gerekê ji Yehowa pêbihesin, çimkî ew e Sazkarê malbetê (Destpêbûn 2:18-24).

  • Xwedê derheqa te xem dike. Wê bi aqilayî be, wekî malbet şîretên Yehowa Xwedê bigerin, yê ku ew ji Xebera xwe dide. Gelo çira? “Çimkî ew bona” me “xem dike” (1 Petrûs 5:6, 7). Yehowa Xwedê bi dil-eşq bona te xem dike, û şîretên wî timê kêrhatî ne! (Metelok 3:5, 6; Îşaya 48:17, 18)

DERHEQA VÊ YEKÊ BIFIKIRIN

Mêr û jin hev dinihêrin û kurê wan jî wan dinihêre

Çi lazim e, wekî hûn bibine mêrê baş, jina baş yan jî dê-bavê baş?

Ji Kitêba Pîroz hûn dikarin caba vê pirsê bistînin EFESÎ 5:1, 2 û KOLOSÎ 3:18-21.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin