KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 61 rûp. 146-rûp. 147 abz. 3
  • Ewana Neketine Ser Çoka

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ewana Neketine Ser Çoka
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Wana Serê Xwe Ber Pût Danenî
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Padşatî Ya ku wê Heta-Hetayê Be
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Pêşxebera Para 10
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Çar Gede Li Babîlonê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 61 rûp. 146-rûp. 147 abz. 3
Şedrak, Meşak û Abednego înkar dikin bikevine ser çoka ber heykela zêr

DERSA 61

Ewana Neketine ser Çoka

Hine wext paşî wê yekê, ça Nebûkedneser xewnêda heykel dît, ewî heykelekî terkî ji zêr çêkir. Ew heykel ewî danî deşta Dûrayêda û gazî hemû merivên navdar kir, çawa Şedrak, Meşak û Abednego, seva ku ber heykel top bin. Padşa ferman da: “Gava hûn dengê boriyê, çeng û zurnê bibihên, gerekê ber heykelê zêr bikevine ser çoka! Ewên kê nekevine ser çoka, wê bêne avîtinê firna agir”. Gelo ew sê xortên Îbranî, wê bikevine ser çoka ber heykel, yan wê tenê Yehowa bihebînin?

Padşa ferman da, wekî miqamê vêxin. Xêncî Şedrak, Meşak û Abednego her kes ber heykel kete ser çoka. Hine mêr ew yek texmîn kirin û gotine padşa: “Ew sê xortên Îbranî înkar kirin, wekî serê xwe ber heykelê te daynin”. Hingê Nebûkedneser got, wekî wan sê xorta bînine bal wî û ewî gote wan: “Ez dîsa mecalekê didime we, wekî hûn serê xwe ber heykela min daynin. Hergê hûn ewê yekê nekin, ezê we bavêjime firna agir. Wî çaxî wê tu xudan nikaribe we ji destê min xilaz ke”. Wana got: “Padşê me, nelazim e dîsa mecalê bidî me. Xwedayê me dikare me xilaz ke. Lê hergê ew me xilaz neke, emê yeke serê xwe ber heykelê te daneynin”.

Nebûkedneser gelek hêrs ket. Ewî xulamên xwera got: “Agirê firnê heft cara zêdetir gur kin!” Paşê ewî temî da eskerên xwe û got: “Wana girêdin û bavêjine agir!” Sê xortên Îbranî avîtine firna agir. Agir usa qewî bû, wekî eskerên ku wana davîtine firnê, ji alava agir mirin. Lê gava Nebûkedneser dîna xwe da firnê, ewî dît wekî dewsa sê mêra, firnêda çar mêr nava agirda diçin-tên. Ew gelek tirsiya û ji sereskerên xwe pirsî: “Ne me sê mêr avîte firnê? Lê niha ez çar mêra divînim û yek ji wan mîna melek e!”

Nebûkedneser nêzîkî firnê bû û gazî wan kir: “Ji firnê derkevin, xizmetkarên Xwedayê Himzor!” Her kes ecêbmayî ma gava dîtin, wekî Şedrak, Meşak û Abednego bê ziyan ji agir derketin. Ne çerimê wan, ne por û ne jî kincê wan, neşevitî bû û qê bîna dû jî wan nedihat.

Nebûkedneser got: “Bira Xwedayê Şedrak, Meşak û Abednego rûmet be. Çimkî ewî melekê xwe şand û ewana xilaz kirin. Tu xudanekî mîna wî tune ye”.

Çi derecada jî tu nîbî, tu hazir î mîna wan sê xortên Îbranî, aminî Yehowara xwey kî?

Nebûkedneser Padşa ecêbmayî ma gava dît, wekî Şedrak, Meşak û Abednego bê ziyan ji agir derketin

“Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne!” (Metta 4:10).

Pirs: Şedrak, Meşak û Abednego çi înkar kirin? Çawa Yehowa wana xilaz kir?

(Daniyêl 3:1-30).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin