Pêşxebera Para 10
Yehowa Padşê hemdinyayê ye. Her tişt bin kontrola wîda ne û timê wê usa be. Mesele, Yehowa Yêremya ji çelê xilaz kir, wekî ew nemire. Ewî Şedrak, Meşak û Abednego ji agir xilaz kir, lê Daniyêl ji devê şêra. Yehowa usa jî Ester xwey kir, wekî ew cimeta wî xilaz ke. Yehowa wê îzinê nede, wekî zulmî timê hebe. Pêxembertiyên derheqa heykel û baxa birî dide kifşê, wekî Padşatiya Xwedê wê zûtirekê hemû zulmî kuta ke û ser temamiya erdê serwêrtiyê bike.