TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KÎ NE ŞEDÊN YAHOWA?
Xercê qulixkirina me ça tê dadanê?
Her sal, em neşir dikin û bela dikin bi seda mîlyona hev Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz. Em nava temamiya dinyayê fîlîala ava dikin û didine xebatê mekînên neşirkirinê. Usa jî bi deha hezara civat têne derbazkirinê di ciyên hewas û başda, kîjan ku em nav dikin ciyên qulixkirinê, dêmek Odên Civata. Lê gelo pere bona wan tişta ji ku tê?
Xercê bona şixulê me tê dadanê bi saya qurbankirinên bi rezedilî (2 Korintî 9:7). Sala 1879, di jûrnala “Birca Qerewiliyê” derxistina dudada [ev jûrnal berê dihate navkirinê, “Birca Qerewiliyê ya Siyonê”], hatibû gotinê: “Em bawer dikin ku YAHOWA piştgiriya derxistina vê jûrnalê dike, û lema emê tu car ji meriva ne lavaya bikin ne jî hîvî kin, ku alîkariyê bidine me”. Vê yekêda em tu car dudilî nabin.
Perê qurbankirinê dişînin li fîlîala, yan jî davêjine qutiyên ku her Odeke Civatada hene. Lê em tu car pera top nakin, û ne jî heq distînin bona qulixkirina xwe yan bona edebyeta. Em bona dannasînkirinê, bona hînkirina di civatada, û bona avakirina avayên bona qulixkirinê, pera nastînin. Çimkî Îsa got: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:8). Hemû qulixkar yên ku di fîlîalada û ofîsa serekeda dixebitin, û usa jî endemên Koma Rêberiyêye Şedên Yahowa, heq nastînin.
“Xercê hemû karkirina Şedên Yahowa, tê dadanê ser hîmê qurbankirinên bi rezedilî, û her kes xwexa safî dike ku seva rêlîgiya xwe çiqasî û çiqas car “qurbankirinên bi rezedilî” bike” (Dîwana Ewropayê ya Mafê Meriva, 2011).
Perê qurbankirinê usa jî tê xebitandinê bona alîkariyê, çaxê teşqele yan xezeb diqewimin. Mesîhiyên berê bi rezedilî alîkarî didane wan, yên ku diketine ziyanê (Romayî 15:26). Em jî mîna wan alîkariyê didine wana, yên ku ji bo xezebê ziyan standine. Em malên wan û usa jî ciyên qulixkirina me teze dikin, û bi xwarinê, kinca û dermana alî wan dikin.