KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwfq rûp. 61
  • Şedên Yehowa Perê Qurbankirî ser Çi Xerc Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Şedên Yehowa Perê Qurbankirî ser Çi Xerc Dikin?
  • Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Mesele, Perên Qurbankirî Têne Xerckirinê ser:
  • Xercê Qulixkirina Me Ça tê Dadanê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • “Pêşkêşa Me seva Yehowa”
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
  • Em Çi Dikarin Bidine Wî Kesî, yê ku Xweyê Her Tiştî ye?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Pera bona Şixulê Meyî Hemdinyayê, ji Ku Tên?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
ijwfq rûp. 61
Şikil: Cûre-cûre şixulên rêlîgî û hûmanîtarî yên Şedên Yehowa, ku bi saya perê qurbankirî têne kirinê. 1. Şedên Yehowa Oda Civatê ava dikin. 2. Şedêkî Yehowa ku bi rezedilî wedê teşqelên tebiyetê alîkarî dide, kulfetekêra avê dide. 3. Ber stêndê, Şedeke Yehowa tevî jinikekê xeber dide derheqa têmekê ji broşûra “Mizgîniya Xwedê”.

Şedên Yehowa Perê Qurbankirî ser Çi Xerc Dikin?

Bi saya perê qurbankirî şixulên teşkîleta me yên rêlîgî û hûmanîtarî têne kirinê. Em wan tişta dikin ji bo nêtekê, dêmek ku alî meriva bikin bibine şagirtên Îsa Mesîh (Metta 28:19, 20).

Em tu car perê qurbankirî nadin xebatê wekî kesekî dewletî kin. Em rûspiyara yan jî xizmetkarên mayînra pera nadin. Usa jî Şedên Yehowa pera nastînin ku mal bi mal xizmet dikin. Ewên ku fîlîalên meda û ofîsa serekeda xizmet dikin, dêmek usa jî endemên Koma Rêberiyê, bona xizmeta xwe pera nastînin.

Mesele, Perên Qurbankirî Têne Xerckirinê ser:

  • Neşirkirina Edebyeta: Em bi mîlyona Kitêbên Pîroz û edebyeta weldigerînin, çap dikin, dişînin cûre-cûre welata û bê pere bela dikin. Xêncî vê yekê, li ser malpera me jw.org û “JW Library” app, edebyetên meye elektronîk hene ku dikarin bêpere û bêyî rêklam xwera bikişînin.

    Şedeke Yehowa ber mekîne neşirkirinê, Kitêba Pîroze teze çapkirî dicêribîne.
  • Avakirin û Xweykirina Avaya: Em ava dikin avayên ku bona hebandinê didine xebatê, û gava lazim e wana teze dikin. Xêncî vê yekê, em fîlîala û ofîsa ava dikin. Wêderê heçî zef şixul xizmetkar bi rezedilî dikin, û bi saya vê yekê perên qurbankirî kêm têne xerckirinê.

    Şedêkî Yehowa hesinê bona avakirinê top dike.
  • Şixulê Rêberîkirinê: Hemû xercên şixulê ofîsa sereke, fîlîal û ofîsên welgerandinê, û usa jî xercên şixulê berpirsiyarên rêvî, pê perê qurbankirî têne dadanê, yên ku bona şixulê hemdinyayê têne qurbankirinê.

    Şedekî Yehowa îşê admînîstrasiyê dike.
  • Şixulê Belakirina Mizgînê: Şedên Yehowa bona belakirina mizgînê û hînkirina “xebera Xwedê” pera nastînin (2 Korintî 2:17). Îro jî mîna Mesîhiyên qirna yekê hine xizmetkarên hînkirî yên ku heçî zef wedê xwe xizmetiyêda xerc dikin, hine pera distînin seva kiriya xwe û hewcên mayîn (Fîlîpî 4:16, 17; 1 Tîmotêyo 5:17, 18).

    Şedên Yehowa xizmet dikin. Ewana mêrikekîra vîdêo ser hîmê Kitêba Pîroz nîşan dikin.
  • Şixulê Hînkirinê: Civatên meyî mezin pê perê qurbankirî têne sazkirinê. Xêncî vê yekê, em programên aûdîo û vîdêo derdixin ku ser hîmê Kitêba Pîroz in. Em usa jî mektebên bona rûspiya û xizmetkarên hertim derbaz dikin, wekî ewana kifşkirina xweda hê cêribandî û pêşdaçûyî bin.

    Hazirên ku ser civata mezin in ji arênayê vîdêo dinihêrin.
  • Alîkarî Wedê Xezeba: Gava teşqelên tebiyetê yan xezebên mayîn diqewimin, em xem dikin bona vê yekê ku xwarin, av, û cî-sitara wan hebe, yên ku ziyan standine. Alîkariya vî cûreyî em ne tenê didine bawermendên xwe, lê usa jî merivên mayîn (Galatî 6:10).

    Şedên Yehowa hûr-mûra top dikin bona  alîkariya wan meriva ku ji xezeba ziyan standine
    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin