TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO HEYE KARA DUA?
Çira Meriv Dua Dikin?
“Ez zef qayîm xumarbaz bûm. Min dua dikir ku perê mezin qazanç kim. Lê tu car usa nebû”(Samûêl,a Kenya).
“Di mektebêda me gerekê dua biwekilandana, kîjan ku em ezberî hîn kiribûn” (Têrêsa, Fîlîpîn).
“Çaxê problêm rastî min tên, ez dua dikim. Ez dua dikim bona baxşandina gune û seva bibime Mesîhiyê hê baş” (Magdalên, Gana).
Giliyên Samûêl, Têrêsa, û Magdalênê didine kifşê, ku meriv dua dikin bona cûre-cûre meniya. Hine meriv bi dil dua dikin, lê hinek jî bê hemdê xwe dua dikin. Hene meriv dua dikin seva ku di mektebêda êkzamînada derbaz bin, seva ku ew koma sportê serkeve, kîjan ku ewana hiz dikin, yan seva ku Xwedê malbeta wan xwey ke, û dîsa meniyên cûre-cûre. Belê, bi seda mîlyona meriv texmîn dikin ku hewce ne dua kin. Bi rastiyê jî, bi lêkolînkirina tê kifşê ku hela hê ew jî, yên ku nava rêlîgiyada nînin, timê dua dikin.
Lê hûn dua dikin? Hergê erê, hûn bona çi dua dikin? Firqî tune hûn timê dua dikin yan na, lê dibeke hûn difikirin: “Çi kar e ku dua bikin? Gelo kesek dibihê duayên me?” Nivîskarekî got ku dua ew tenê “cûrê têrapîayê” ye. Û hinek hekîmên navdar jî usa difikirin, ku duakirin ew heye cûrekî qenckirinê. Gelo çaxê meriv bê hemdê xwe dua dikin, yan jî dua dikin ku dilrihet bin, duayên usa karê tînin?
Kitêba Pîroz dide kifşê ku dua hê zêde karê tîne, ne ku tenê dilrihetiyê. Ew mera dibêje, ku çaxê meriv rast dua dike û bona tiştên rast, hingê bi rastiyê jî kesek dibihê. Gelo ew yek rast e? Were em pêbihesin.
a Hine nav hatine guhastinê.