PARA 11
Gelo Yehowa Duayên Me Dibihê?
Xwedê duayên me dibihê. 1 Petrûs 3:12
Kitêba Pîroz dibêje, ku Yehowa duayên meriya dibihê (1 Yûhenna 5:14). Ew dixwaze, wekî em bi dil û can dua bikin.
Tenê Yehowara dua bike.
Em dikarin derheqa gelek tişta dua bikin. 1 Yûhenna 5:14
Dua bike, wekî qirara Xwedê ça li ezmana, usa jî li ser erdê hebe.
Ji Xwedê alîkariyê bixwaze, wekî bikaribî tiştên rast û qenc bikî. Tu usa jî dikarî dua bikî seva sihet-qewatê, nan-xwarinê, kinca, xebatê û seva cî ku serê xwe daynî.
Dua bike bi navê Îsa, wekî nîşan kî, ku qurbana wî dişikirînî.