KILAMA 47
Her Roj Xwedêra Dua ke
Ya Neşirkirî
1. Bi dil û can Xwedêra dua ke.
Tu ev mecal her cara qîmet ke
Her nêt û fikrê xwe wîra veke,
Ewê tu car te tenê nehêle.
Tu Xwedêra dua ke.
2. Seva emir ji Xwedê razî be
Gava guna dikî wîra bêje,
Kê tube kir Ew wan dibaxşîne.
Em ji xalyê Çêbûne ew zane.
Tu Xwedêra dua ke.
3. Rojên çetin bi dua û drozga,
Bavê ezmanra dilê xwe veke.
Ewê timê ber dilê teda bê;
Tirs û xofê wê derxe ji dilê.
Tu Xwedêra dua ke.
(Usa jî binihêre Zeb. 65:5; Met. 6:9-13; 26:41; Lûqa 18:1).