KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w16 Mijdar rûp. 19-20
  • Ew Şixuleke Mezin e

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ew Şixuleke Mezin e
  • Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Têmên Mîna Wê
  • Merivê Merd wê bê Keremkirinê
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • “Pêşkêşa Me seva Yehowa”
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
w16 Mijdar rûp. 19-20
Dawid Padşa mêrikra nîşan dike nexşa paristgehê; bira dinihêre ser nexşa avayê

Ew Şixuleke Mezin e

ORŞELÎMÊDA ew civîneke gelek ferz û mexsûs bû. Dawid Padşa gazî hemû seroka, berdestiyên padşa, û mêrên egîd kir, û elametîk wanra got, ji bo kîjanê ewana gelek ecêbmayî man. Dawid got wekî Yehowa, kurê wî Silêman kifş kir, wekî ew avayê mezin û mexsûs ava ke û tesmîlî Xwedayê rast ke, seva têda wî bihebînin. Padşa Dawid ku îda kal bû, ji bîna ber Xwedê nexşê avayî stand, û ewî ew nexş da kurê xwe Silêman. Dawid got: “Kar mezin e; ji ber ku ev qesir [paristgeh] ne bona mirovan, lê bona Xudan Xwedê ye” (1 Dîr. 28:1, 2, 6, 11, 12; 29:1).

Paşê Dawid pirseke usa da: “Wê kî îro bi dilê xweva pêşkêşiyê bide?” (1 Dîr. 29:5). Hergê hûn jî wêderê bûna, weyê ça xwe kifş kira? Gelo weyê bixwesta piştgiriya wî şixulê mezin bikin? Îsraêliya derbêra xwe vî şixulî girtin. Bi rastiyê ewana “bi dilê xweva pêşkêş kirin kêfxweş bûn, ji ber ku bi hemûya dilê xwe ji Xudanra pêşkêş kirin” (1 Dîr. 29:9).

Qirne derbaz bûn, û Yehowa tiştekî ji paristgehê hê mestir saz kir. Ewî paristgeha ruhanî ya mezin saz kir, seva ku meriv nêzîkî wî bin û wî bihebînin ser hîmê qurbana Îsa (Îbrn. 9:11, 12). Lê gelo ça îro Yehowa alî meriva dike ku ewana nêzîkî wî bin? Bi saya şixulê belakirina mizgîniyê (Met. 28:19, 20). Bi saya wî şixulî, her sal tevî mîlyona meriv hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, bi hezara meriv têne nixumandinê, û bi seda civatên teze têne sazkirinê.

Gelek meriv zêde dibin, lema jî hewcetî heye, wekî hê zêde edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bêne neşirkirinê, Odên Civata bêne avakirinê û xwey kirinê, û usa jî lazim in hê zêde odên seva civatên mezin. Belê, em divînin wekî ew şixulê belakirina mizgîniyê çiqas şixuleke mezin e û çiqas kerema tîne (Met. 24:14).

Hizkirin hindava Xwedê û meriva, û usa jî femkirina vê yekê ku şixulê belakirina mizgîniyê gelek ferz e, hêlan dike cimeta Xwedê wekî “bi dilê xweva pêşkêşiyê” bidine Yehowa pê qurbankirina rezedilî. Em çiqas şa dibin ku “bi hebûna xwe” Yehowa rûmet dikin û divînin wekî ew xerc ça rast û bi bîlanî têne xebitandinê, seva şixulê mezin bikin, kîjan nava terîxiya însanetêda tu car tune bûye! (Metlk. 3:9).

Ça Dikarin Qurbankirina Rezedilî Bikin Seva Şixulê Hemdinyayê

Gelek meriv xwera başqe pere top dikin, û paşê dikine qutiya qurbankirinê, ser kîjanê nivîsiye: “Şixulê Hemdinyayê” (1 Korn. 16:2). Paşê, civat ew pere dişînin fîlîala Şedên Yehowa, kîjan ku cabdar e seva wî welatî. Ew meriv kîjan ku dixwaze pere qurban ke, dikare wan pera xwexa jî fîlîalêra bişîne. Jêrê tê gotinê ku hûn ça dikarin evê yekê bikin:

QURBANKIRIN BÊY VEGERANDIN

  • Qurbankirin pê bankê, kartên krêdîtê û şandina pê têlê. Usa jî bi saya malpera me jw.org dikarin pera qurban kin.

  • Dikarin pere, yan tiştên qîmet qurban kin. Seva ku tiştên qîmet qurban kin, lazim e neme hebe, kîderêda bê gotinê wekî ew tişt qurbankirina rezedilî ye.

QURBANKIRIN KU DIKARIN PAŞDA VEGERÎNIN

  • Qurbankirin pê wî nêtî, ku hergê lazim bê, dikarin vegerînin.

  • Çaxê qurbanê usa dixwazin bikin, neme gerekê hebe kîderêda bê gotinê ku hergê wera lazim bê, ew perê qurbankirinê dikarin paşda vegerînin.

QURBANKIRINA PÊŞDA SAFÎKIRÎ

Seva piştgiriya şixulê hemdiniyayê bikin, xêncî peraqurbankirinê û tiştên din e qîmet, dîsa mecalên din jî hene ku jêrê nivîsar in. Seva ku bi wî cûreyî yan jî bi cûrê din pere qurban kin, ji kerema xwe bêjin fîlîala Şedên Yehowa mihala weda, wekî pêbhesin çi cûre mêtod hûn dikarin bidine xebatê.

Hebûn: Dikarin hebûn qurban kin, û bidine fîlîala mihala weda. Hergê meriv dixwaze mal qurban ke ça hebûn, ew dikare ew mal bide xebatê heta xilaziya emirê xwe. Lê pêşiya wê yekê ku qurbankirina hebûnê bi qanûnî kin, lazim e tevî fîlîalê şêwir kin.

Milk: Pê peymanê hebûn yan pera dikarin çawa milk derbazî fîlîala Şedên Yehowa kin û ew yek dikarin li gora qanûna welatê bi qanûnî kin. Kopya wê peymanê lazim e fîlîalêra bişînin.

Cûrên Mayîn: Dikarin usa jî qurban kin aksiyên, perê başqe bankêda. Heta ew peyman qanûnî kin, lazim e tevî fîlîalê şêwir kin.

Seva hê zêde înformasiya pêbihesin, bikevine malpera me jw.org ser rûpêla serî û lap jêrê bitikînin ser wî ciyî, kîderê nivîsiye: “Qurbankirin Bona Şixulê Hemdinyayê” Yan jî têklî bin tevî fîlîala Şedên Yehowa li welatê weda.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin