KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Mijdar rûp. 18-19
  • Merivê Merd wê bê Keremkirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Merivê Merd wê bê Keremkirinê
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Têmên Mîna Wê
  • Ew Şixuleke Mezin e
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • “Pêşkêşa Me seva Yehowa”
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Mijdar rûp. 18-19
Hanna Samûyêlê biçûk anî konê pîroz

Merivê Merd wê bê Keremkirinê

QURBANKIRIN edeteke berê ye, ku timê hebandina rastda ciyê ferz digire. Îsraêliya heywan qurban dikirin, û Mesîhî jî bi “qurbana pesindayînê” timê eyan bûn. Lê hene qurbanên din jî ku dilê Xwedê tê û ew qebûl dike (Îbrn. 13:15, 16). Ew qurbankirin hin şabûnê hin jî kerema tînin. Meselên jêrê vê yekê zelal nîşan dikin.

Hanna, xizmetkara amine berê, bêzuret bû û gelek dixwest, wekî kur jêra bibe. Duada ewê ber Xwedê sond xwar ku hergê jêra kur bibe, ewê wî “temamiya rojên jîyana” wîda bide Yehowa (1  Sam. 1:10, 11). Wede şûnda, ew giran derket û jêra kur bû, ewê navê wî danî Samûyêl. Paşê çaxê Samûyêl şîrevebû, Hannayê wî bire konê pîroz, çawa ku sond xwaribû. Yehowa Hanna kerem kir bona merdanî û rezediliya wê. Paşê, Xwedê dîsa lê kerem kir û 5 zar Hannayêra bûn, û Samûyêl bû pêxember, hin jî bû nivîskarekî Kitêba Pîroz (1 Sam. 2:21).

Mîna Hannayê û Samûyêl, îro bal Mesîhiya jî qedirekî usa heye ku emirê xwe tesmîlî Efirandarê xwe kin. Îsa got ku bona her qurbaneke ku em Yehowara didin, emê gelek bêne keremkirinê (Marq. 10:28-30).

Qirna yekêda, Mesîhîk bi navê Xezal, bi “qencî û xêrkirinada” eyan bû. Seva alîkariyê bide yên mayîn, ewê gelek qurbankirin dikir. Yazix, paşê ew “nexweş ket mir”, û civatê şîna wê dikir. Gava xûşk-bira pêhesiyan ku Petrûs şeherda ne, wana hîvî ji wî kirin ku bê bal wan. Bidine ber çevê xwe ku şabûneke çiqas mezin bû, gava Petrûs hat û Xezal ji mirinê rakir. Ew serhatiya pêşiyê ye derheqa saxkirinê ku aliyê şandîda hate kirinê (Kar. Şand. 9:36-41). Belê, Xwedê qenciya wê û qurbanên wê bîr nekir (Îbrn. 6:10). Serhatiya wê Xebera Xwedêda hate xweykirinê, û bona me mesele ye ku çev bidine wê.

Pawlos jî mesela baş hîşt bona me. Ewî bi merdanî wedê xwe xerc dikir seva merivên mayîn. Çaxê ewî xûşk-birên Korintîra neme nivîsî, ewî got: “Ezê bi dilekî şa xwe jî û mal-halê xwe jî bona we bidim” (2 Korn. 12:15). Pawlos ji cûre-cûre dereca hîn bû, ku qurbankirin bona merivên mayîn ne ku tenê şabûnê tîne, lê ya lape ferz kerem û qebûlkirina Yehowa tîne (Kar. Şand. 20:24, 35).

Eşkere ye, dilê Yehowa gelek şa dibe çaxê em wede û qewata xwe xerc dikin, seva şixulê wî û alîkariya xûşk-bira. Lê gelo dîsa çi cûrêyî em dikarin piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê bikin? Xêncî alîkariya xûşk-birara, em usa jî dikarin bi qurbankirinên rezedilî Xwedê hurmet kin. Ev perê ku em qurban dikin, têne xerckirinê ser şixulê hemdinyayê, û dikeve nava xercên mîsyonêra û xizmetkarên hertime mexsûs. Ew pere usa jî tê xerckirinê ser hazirkirina û welgerandina edebyeta, vîdêoya, ser alîkariya wedê xezeba, û avakirina Odên Civata. Em gerekê dudilî nebin ku “duayê li merd bê kirinê”, dêmek merivê merd wê ese bê keremkirinê. Xêncî wê yekê, çaxê em Yehowara tiştên xweye qîmet qurban dikin, em wî hurmet dikin (Metlk. 3:9; 22:9).

Ça Dikarin Qurbankirina Rezedilî Bikin Seva Şixulê Hemdinyayê

Gelek meriv xwera başqe pere top dikin, û paşê civatêda dikine qutiya qurbankirinêda, ser kîjanê nivîsiye “Şixulê Hemdinyayê” (1 Korn. 16:2). Paşê, her meh civat ew pere dişînin fîlîala Şedên Yehowa, kîjan ku cabdar e seva welatê wan. Ew meriv kîjan ku dixwaze pere qurban ke, dikare wan pera xwexa jî fîlîalêra bişîne. Seva ku pêbihesin çawa fîlîalêra xwexa bişînin, ji kerema xwe bêjin fîlîalêra. Seva pêbihesin adrêsa fîlîalê bikevine malpera www.jw.org. Jêrê tê gotinê ku hûn ça dikarin bi cûrekî mayîn jî xwexa pera qurban kin:

QURBANKIRIN BÊY VEGERANDIN

  • Qurbankirin pê bankê, yan kartên krêdîtê. Usa jî bi saya malpera me jw.org dikarin pera qurban kin.

  • Dikarin pere, yan tiştên qîmet qurban kin. Seva vê yekê, lazim e neme hebe, kîderêda bê gotinê wekî ew pere yan tişt, qurbankirina rezedilî ye.

QURBANKIRIN KU DIKARIN PAŞDA VEGERÎNIN

  • Qurbankirina pera pê wê nêtê, ku hergê lazim bê, dikarin vegerînin.

  • Çaxê qurbanê usa dixwazin bikin, neme gerekê hebe kîderêda bê gotinê ku hergê wera lazim bê, ew perê qurbankirinê dikarin paşda vegerînin.

QURBANKIRINA PÊŞDA SAFÎKIRÎ

Seva piştgiriya şixulê hemdinyayê bikin, xêncî peraqurbankirinê û tiştên dine qîmet, dîsa mecalên din jî hene ku jêrê nivîsar in. Seva ku bi wî cûreyî yan jî bi cûrê din pere qurban kin, ji kerema xwe bêjin fîlîala Şedên Yehowa mihala weda, wekî pêbihesin çi cûre mêtod hûn dikarin bidine xebatê.

Hebûn: Dikarin hebûn qurban kin, û bidine fîlîala mihala weda. Hergê meriv dixwaze mal qurban ke ça hebûn, ew dikare ew mal bide xebatê heta xilaziya emirê xwe. Lê pêşiya wê yekê ku qurbankirina hebûnê bi qanûnî kin, lazim e tevî fîlîalê şêwir kin.

Milk: Pê peymanê hebûk yan pera dikarin çawa milk derbazî fîlîala Şedên Yehowa kin û ew yek dikarin li gora qanûna welatê qanûnî kin. Kopya vê peymanê lazim e fîlîalêra bişînin.

Cûrên Mayîn: Dikarin usa jî qurban kin aksiyên, û usa jî perê başqe bankêda. Heta ew peyman qanûnî kin, lazim e tevî fîlîalê şêwir kin.

Seva hê zêde înformasiya pêbihesin, bikevine malpera me jw.org. Ser her rûpêlê lap jêrê bitikînin ser wî ciyî, kîderê nivîsiye: “Qurbankirin Bona Şixulê Hemdinyayê”, yan jî têklî bin tevî fîlîala Şedên Yehowa li welatê weda.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin