KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp17 № 4 rûp. 4-7
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîn û Mirinê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîn û Mirinê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KITÊBA PÎROZ RASTIYÊ EYAN DIKE
  • HÎNKIRINA QELP PÊŞDA DIÇE
  • “RASTIYÊ WE AZA KE”
  • Çi Diqewime Paşî Mirinê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Nefs Çi Tê Hesabê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
wp17 № 4 rûp. 4-7
Ciniyaz gorêda

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE DERHEQA JÎYÎN Û MIRINÊ?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîn û Mirinê?

Di kitêba Destpêbûnda tê gilîkirinê derheqa efirandinê û temiya Xwedê ku ewî dabû Adem: “Ji her darêd baxçeda, dilê te dikişîne kîjanê bixwe, lê ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destpêbûn 2:16, 17). Zelal e, ku hergê Adem gura vê fermana Xwedê bikira, ewê nemira, û wê her-heyî di baxçê Êdênêda bijîta.

Adem û Hêwa di emirê xweyî mezinda

Yazix, lê dewsa ku gura Xwedê bike û her-heyî bijî, Adem ev fermana Xwedê înkar kir û çaxê jina wî Hêwayê ji dara qedexekirî êmîş da wî, ewî xwer (Destpêbûn 3:1-6). Evê yekê axirîke xirab anî û heta roja îroyîn li ser me xirab hukum dike. Pawlosê şandî ev yek zelal dike: “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Ew “merivekî”, hemikî Adem bû. Lê çi bû gune, û çima ji gune mirin hat?

Adem qanûna Xwedê ber tu tiştî hesab nekir û înkar kir, û ev hate hesabê gune (1 Yûhenna 3:4). Û çawa ku Xwedê pêşda gote Adem, cezakirin seva gune, mirin e. Hergê Adem gura fermana Xwedê bikira û gune nekira, ew û zuretên wî wê nemirana. Xwedê meriv neefirand ku bimirin, lê wekî heta-hetayê bijîn.

Bê şik, çawa ku Kitêba Pîroz dibêje, mirin “ser hemû meriva bela bû”. Lê gelo paşî mirinê, pareke me berdewam dike dijî? Gelek meriv wê bêjin “belê”. Dêmek yançi pareke ji me, ku tê navkirinê nefs, namire. Dêmek dertê ku Xwedê Adem xapand? Çi cûreyî? Çimkî hergê pareke me paşî mirinê berdewam dike dijî, dêmek mirin ev cezakirin seva gune nîne, çawa ku Xwedê gotibû. Kitêba Pîroz derheqa Xwedê dibêje: “Nabe ku ew derew derê” (Îbranî 6:18). Bi rastî, Şeytan derew kir çaxê gote Hêwayê “hûn tu car namirin” (Destpêbûn 3:4).

Ji bo vê yekê pirseke usa pêşda tê: “Hergê hînkirin derheqa wê yekê ku nefsa meriya namire û dijî, li ser hîmê derewiyê ye, wekî usa ne çi bi rastî diqewime paşî mirinê?”

KITÊBA PÎROZ RASTIYÊ EYAN DIKE

Di kitêba Destpêbûnda derheqa efirandina meriv usa tê gotinê: “Xudan Xwedê ji axa erdê qalibê mêr çêkir, bîna jîyînê hulmî poza kir û mêr bû bînberekî sax”. Xebera Îbranî “nefêş”, raste-rast tê welgerandinê ça “bînberekî sax”a (Destpêbûn 2:7).

Bi vê yekê Kitêba Pîroz eşkere dike, ku cem meriv tune nefsekî nemirî. Lê dewsê, her merivek xwexe heye “merivekî bînber”. Lema jî hergê hûn bixwazin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, hûnê tu ciya xebera “nefsa nemirî” nevînin.

Hergê Kitêba Pîroz nabêje, ku paşî mirinê nefsa meriva dijî, lê çima gelek rêlîgiya evê yekê hîn nakin? Seva ku caba vê pirsê bistînin, werên em derbazî Misira kewin bin.

HÎNKIRINA QELP PÊŞDA DIÇE

Herodot, dîrokzanê Yûnanî yê ku 2 500 sal pêşda dijît, got ku merivên Misirê, “yên pêşin bûn ku pêşda anîn hînkirina derheqa wê yekê ku nefsa meriya namire”. Cimeta Babîloniya kevin jî, ev yek bawer dikirin. Lê çaxê di sala 332-da B.D.M., Îskenderê Mezin, Ruhilata Navîn zeft kiribû, fîlosofên Yûnanî ev hînkirin pêşda birin û destûr kirin. Û zûtirekê ev hînkirin nav temamiya Împeratoriya Îbranîda bela bû.

Tuyê tu ciya di Kitêba Pîrozda nevînî xebera “nefsa nemirî”

Qirna yekêda D.M., du sêktên Cihûya yên lapî qewî, Êssêyî û Faris hîn dikirin, ku paşî mirinê nefsa meriya berdewam dike dijî. Li gora Ferhenga Cihûya, “hînkirin derheqa wê yekê ku nefsa meriya namire, ji fikir û ji fîlosofiyê Platonê derbazî ser miletê Cihû bû”. Dîrokzanê qirna yekê jî, Ûsivê Flavîûs, gotibû ku ev hînkirin ne li ser hîmê Kitêba Pîroz e, lê ev ji “hînkirinên lawên Yûnaniya” bela bû, yanê ev yek hekiyat û mîtolojîya wanda eyan dibû.

Çaxê hukumkirina kûltûra Yûnaniya gelek pêşda diçû, Mesîhiya jî ev hînkirina qelp ji kûltûra Yûnaniya hildabûn. Li gora giliyê terîxzanê Yona Lênderînga, “hînkirina Platon derheqa wê yekê ku nefsa meriya bi cûrekî din berdewam dike dijî, hêsa kir şixulê fîlosofiya Platon û Mesîhtî, ku evê hînkirinê tevay bikine yek”. Usa dêra “Mesîhtî” hînkirina qelp derheqa nefsa nemirî qebûl kirin û ev bû pareke ferz ya baweriya wan.

“RASTIYÊ WE AZA KE”

Qirna yekêda Pawlosê şandî elam kir: “Ruh aşkere dibêje, ku rojêd axiriyêda hinek wê ji baweriyê bikevin, guh bidine ruhêd derewîn û hînkirinêd cina” (1 Tîmotêyo 4:1). Ev gilî çiqas rast in! Hînkirin derheqa nefsa nemirî, ev tenê meselek e ya “hînkirinêd cina”. Ev hînkirin ne li ser hîmê Kitêba Pîroz e, û koka wê ji rêlîgiya kevin ya pûtparista û ji fîlosofiyê tê.

Lê çiqas şabûneke mezin e seva me, ku Îsa got: “Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32). Hergê em zanebûna rast ji Kitêba Pîroz qazanç kin, emê aza bin ji hînkirin û kirên usa, yên ku rêligiyên dinyayê pêşda dibin û yên ku Xwedê bêhurmet dikin. Xêncî wê yekê rastiya Xebera Xwedê, me ji telika wan eyd-qeyda û hînkirinên qelp aza dike, çi ku mirinêva girêdayî ne. (Binihêre çargoşe “Mirî li Kuderê ne?”)

Efirandarê me, em usa neefirandine ku em 70 yan 80 sala li ser erdê bijîn, û paşî mirinê berdewam kin li ezmên yan cîkî din bijîn. Serê-sêrîda Xwedê qirar kiribû, ku meriv her-heyî li ser erdê bijîn. Ev qirara Xwedê hizkirina Wî hindava însanetêda dide kifşê, û tu tişt û tu kes wê nikaribe di vê yekêda riya wî bigire (Malaxî 3:6). Zebûrbêj serda jî evan giliya destûr dike: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

Seva hê zêde elametî derheqa wê yekê ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa jîyîn û mirinê, binihêrin serê 6 ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, yê ku Şedên Yehowa neşir kirine. Ev kitêb usa jî li ser www.jw.org heye, yan jî hûn dikarin evê şifrê skan bikin.

a Hine welgerandinên Kitêba Pîroz, mesele welgerandina “King James” û Welgerandina Katolîkiye Dûêy, xebera “nefeş” welgerandin ça “bînberekî sax. Lê gelek welgerandinên modêrn jî, mesele “The New English Bible”, ev xeber welgerandin ça “efrînê bînber”. Lê “New International Version” û “The Jerusalem Bible” ev tercime kirine ça “bibine sax”; yanê li gora “Today’s English Version”, “destpêkir bijî”.

Meriv Dikarin Her-Heyî Bijîn?

Çend sal pêşda, lêkolînkara têderxistin ku hine hêşnayên avê, bi hezara sal dijîn, dêmek ji hemû tiştên ser erdê ewana daha zeftir dijîn. Ev hêşnayên avê bi navê Posîdoniya, gelek belabûyî ye Bera Navînda orta Îspanyayê û Kîprosê.

Hergê hêşnayên avê dikarin haqas sal bijîn, gelo lê çima meriv nikarin? Hine zandar yên ku jîyîna hêşnaya avê lêkolîn dikin, difikirin wekî jîyîna me jî dikarê dirêj bikşîne. Mesele Kitêbekêda hatibû gotinê, ku lazim e hê zêde lêkolîn bikin “cûre-cûre tiştên zandariyêye modêrn”, çimkî diqewime ev yek dikare emir dirêj ke. De emê bivînin, hela bi rastî tiştên zandariyê jîyîna meriva dikarin dirêj kin, yan na.

Bi rastî jîyîna her-heyî zandariyêva girêdayî nine. Kitêba Pîroz dîna me dide ser Efirandarê me Yehowa Xwedê û dibêje: “Çimkî, kaniya jîyanê ji te ye, ronahiya te ronahiya me ye” (Zebûr 36:9, ÎM). Duayê xweda Îsa Mesîh got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Hergê em qewatê bidine xebatê, seva ku Yehowa Xwedê û Kurê wî Îsa Mesîh nas bikin û dilê wan şa kin, emê xelatê bistînin û her-heyî bijîn.

Hêşnayên avê

Zandar difikirin ku hine cûrê hêşnayên avê bi hezara sala dijîn

MIRÎ LI KUDERÊ NE?

Îsa sax dike Lazar

Kitêba Pîroz dibêje ku mirî dibine ax û hîviya saxkirinê ne (Yûhenna 5:28, 29). Ewana ne diçerçirin û ne jî êşê texmîn dikin, çimkî bi rastî “mirî . . . tiştekî nizanin” (Waîz 9:5). Hînkirina xweda, Îsa mirin beramberî xewa kûr dikir (Yûhenna 11:11-14). Lema jî em gerekê netirsin ji ewên ku bi xeva mirinê raza ne, û ne jî xêra wana bidin seva ku wana razî kin. Mirî nikarin ne alî me bikin, ne jî ziyanê bidine me, çimkî diyarê miriyada, ne îş, ne fikir ne zanebûn û ne jî bîlanî heye (Waîz 9:10). Bi saya saxkirinê, Xwedê mirinê wê bide hildanê (1 Korintî 15:26, 55; Eyantî 21:4).

Çima Hêjayî ye Îtbariya Xwe Kitêba Pîroz Bînin

Em dikarin bi temamî arxayîn bin, û îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin. Çima? Werên em dîna xwe bidine çend îzbatiya:

  • Haceta nivîskariyê

    Nivîskarê Muhîm: Kitêba Pîroz bi 66 kitêba hatiye topkirinê yên ku bi destê 40 meriva hatiye nivîsandinê. Ev kitêb nava 1610 salada hatiye nivîsarê, ji sala 1513 B.D.M. heta sala 98 D.M. Elametiya vê kitêbê hevgirêdayî ye û bi logîkî ye. Ev yek îzbat dike ku Nivîskarê eslî yê vê kitêbê, bi rastî Xwedayê Himzor e. Ewî elametiya xwe derbazî meriya dikir û ewana jî dinvîsîn.

  • Stûn

    Îzbatiya Terîxiyê: Qewimandinên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, li gora terixiyê hatine îzbatkirinê. Kitêba “Qanûnzanê ku Kitêba Pîroz Lêkolîn Dike” usa dibêje: “Rast e hine çîrokada, roman û serhatiyada tê gilîkirinê derheqa hine qewimandina, yên ku ciyên nenasda û wedekî ne eyanda qewimîne, . . . lê serhatiyên û qewimandinên Kitêba Pîroz gilî dikin derheqa wî wedeyî û wan cîya, elametiya kîjana ku heva girêdayî ye û rast e”.

  • Atom

    Îzbatiya Zandariyê: Rast e Kitêba Pîroz kitêbeke zandariyê nîne, lê gava ew derheqa tiştên zandariyê gilî dike, ew timê rast e. Mesele di serê 13 û 14-da ji kitêba Qanûna Kahîntî em pêdihesin, ku Îsraêliyara qanûnên hûr bi hûr hatibûn dayînê, derheqa hîgiyênê û sihet-qewatê. Ev qanûn hingê wanara hatibûn dayînê, çaxê meriva hela hê tu tişt nizanibûn derheqa baktêriya û nexwaşiyên mirdar. Kitêba Pîroz hela hê wî çaxî digot ku erd grover e û tiştekîva dardakirî nîne, gava aliyê zandariyêda, ev hê nehatibû îzbatkirinê (Îbo 26:7; Îşaya 40:22).

Ev tenê çend mesele ne yên ku rastiya Kitêba Pîroz îzbat dikin, û ku, “temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê” (2 Tîmotêyo 3:16).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin