“Hiz Bikin . . . bi Kira û Rastiyê”
“Ne ku em bi xeber yan zarê xwe hiz bikin, lê bi kira û rastiyê” (1 YÛHN. 3:18).
1. Kîjan e hizkirina lape mezin, û ev hizkirin ça eyan dibe? (Binihêre şiklê ewlin.)
YEHOWA Kaniya hizkirinê ye (1 Yûhn. 4:7). Hizkirina lape mezin “agapê” ye, kîjan ku ser hîmê prînsîpên rast e. Rast e nazikayî û dilgermî jî dikeve nava vê hizkirinê, lê ferz ew e ku ev hizkirin kara yên mayîn digere, ne ku kara xwe. Li gora ferhengekê, hizkirina “agapê” dikare “tenê pê şixula bê kifşê”. Belê, çaxê em hizkirina vî cûreyî didine kifşê, yan jî yên mayîn hindava meda didine kifşê, em bextewar dibin û emirê xweda şa dibin.
2, 3. Yehowa ça hizkirina xwe hindava meriva da kifşê?
2 Yehowa hela hê pêşiya efirandina Adem û Hêwayê hizkirin hindava meriva da kifşê. Ewî erd usa çêkir seva meriv ne ku tenê têda bijîn, lê emirê xwera bi temamî şa bin. Yehowa ew yek ne ku bona kara xwe kir, lê bona me. Gava ku ewî erd hazir kir û kire Cinet, ewî meriv kerem kir û jîyîna heta-hetayê pêşkêş da wan.
3 Paşî vê yekê çaxê Adem û Hêwa himberî Xwedê rabûn, Yehowa hizkirineke lape mezin da kifşê. Yehowa bawer bû ku hine meriv wê wî hiz bikin, û lema ewî soz da ku Kurê xwe bide qurban seva ewana bêne xilazkirinê (Destp. 3:15; 1 Yûhn. 4:10). Gava Yehowa soz da derheqa kirînê, hema vê gavê Ewî hesab kir ku ew qurban îda hate dayînê. Paşê, çaxê 4 000 sal derbaz bû, Yehowa Kurê xweyî tayê tenê da qurban bona hemû meriva (Yûhn. 3:16). Belê, em gelek razî ne ji Yehowa bona hizkirina wîyî mezin!
4. Çi dide kifşê ku merivên gunekar jî dikarin hizkirina bêhilekarî nîşan kin?
4 Em dikarin hizkirina rast bidin kifşê, çimkî Yehowa em bi sûreta xwe efirandine. Rast e ji bo gune mera dikare çetin be hizkirinê bidine kifşê, lê yeke em dikarin. Mesele, Habîl hizkirin bi wê yekê da kifşê, ku bi dilê temiz qurbanên lape baş da Yehowa (Destp. 4:3, 4). Nuh hizkirina bêhilekarî merivara da kifşê, çaxê bi sala elametiya Xwedê gilî dikir, û nedinihêrî ser vê yekê ku meriva guh nedidane wî (2 Pet. 2:5). Birahîm nîşan kir ku hizkirina wî hindava Xwedê ser ciyê pêşin e, gava hazir bû kurê xwe Îshaq bike qurban (Aqûb 2:21). Em jî mîna wan merivên amin dixwazin hizkirina xwe Xwedêra bidine kifşê wî çaxî jî, gava mera çetin e.
FIRQIYA ORTA HIZKIRINA RAST Û QELP
5. Em ça dikarin hizkirina rast bidine kifşê?
5 Kitêba Pîroz dibêje, wekî hizkirina rast gerekê bidine kifşê ne ku “bi xeber yan zarê xwe . . . , lê bi kira û rastiyê” (1 Yûhn. 3:18). Gelo ew tê hesabê ku em gerekê bi xebera hizkirinê nîşan kin? Na! (1 Têsln. 4:18). Ev gilî didine kifşê ku hizkirina me gerekê ne ku tenê pê xeberên me bê kifşê, lê pê kirên me, îlahî çaxê kesekîra alîkarî lazim e. Besa xeberê, hergê em divînin ku civatêda kesek hewcê xwarinê yan kinca ye, giliyên şîrin wê kêm kêrî wî bên (Aqûb 2:15, 16). Usa jî, hergê em Yehowa û meriva hiz dikin, emê ne ku tenê ji Xwedê bixwazin ku xebatkara bişîne mizgîniyê bela kin, lê emê xwexa jî xîret bin wî şixulîda (Met. 9:38).
6, 7. a) Çi ye “hizkirina bêhilekarî”? b) Hizkirina qelp çida eyan dibe?
6 Yûhennayê şandî got ku em gerekê “bi kira û rastiyê” hiz bikin. Belê, hizkirina me gerekê “hilekarî nîbe”, dêmek durû nîbe (Rom. 12:9; 2 Korn. 6:6). Ev tê hesabê ku hergê kesek xwe nîşan dike yançi hizkirina wî rast e û helal e, lê usa nîne, bi rastiyê usa dertê ku ew rûyê xwe vedişêre. Lê gelo hizkirina rastda durûtî heye? Na. Merivê ku hizkirina wî cûreyî dide kifşê, bi rastiyê hizkirina wî qelp û pûç e.
7 Dîna xwe bidine çend meselên hizkirina qelp. Çaxê Şeytan baxçê Edenêda tevî Hêwayê xeber dida, pê xeberdana xwe ewî da kifşê yançi qenciyê jêra dixwaze. Lê bi rastiyê dilê wîda qelpî û durûtî hebû (Destp. 3:4, 5). Usa jî bînin bîra xwe Ahîtofel, ku hevalê Dawid Padşa bû. Ewî xwe nîşan dikir ku yançi hevalê Dawid e, lê paşê ewî nemamiya Dawid kir, çimkî kara xwe digeriya. Usa ewî xwe eşkere kir ku hevalê rast nîbû (2 Sam. 15:31). Îro jî hene raber û merivên din, yên ku bi “zarê xweş û hilekariyê” yektiya civatê xirab dikin. Ewana xwe usa datînin tê bêjî qenciyê dixwazin û heyf in, lê bi rastiyê ewana xwehiz in û hizkirina wan qelp e (Rom. 16:17, 18).
8. Kîjan pirsê em gerekê bidine xwe?
8 Hizkirina durûtî gelek sosretî ye, çimkî ev qelp e û meriva dixapîne. Rast e meriv dikare pê durûtiya xwe kesekî bixapîne, lê Yehowa nayê xapandinê. Îsa got wekî merivên ku durûtiyê dikin, wê qayîm bêne cezakirinê (Met. 24:51). Belê, xizmetkarên Yehowa naxwazin durû bin. Lema wê baş be ku cara pirseke usa bidine xwe: “Gelo hizkirina min timê helal e, yan cara ez yekî xwehiz im û qelp im?” Were şêwir kin derheqa nehe tişta, ku çawa em dikarin hizkirina bêdurûtî nîşan kin.
ÇAWA “BI KIRA Û RASTIYÊ” HIZ BIKIN
9. Hergê hizkirina me rast e, emê çi nekin?
9 Bi şabûnê xizmet kin hingê jî, gava şixulên weyî baş kes navîne. Em gerekê bi dil û can şixulên baş bona xûşk-bira “dizîva” bikin, dêmek wekî tu kesîra neyê kifşê, û dîna wana nekişînin ser xwe. (Bixûne Metta 6:1-4.) Hananiya û Safêriya dixwestin ku gişk pêbihesin wekî wana gelek pere qurban kir. Xêncî vê yekê, wana derew kir ku çiqas pere anîn, û axiriyêda seva durûtiya xwe wana heqê xwe stand (Kar. Şand. 5:1-10). Hergê hizkirina me rast e, emê bi şabûnê alî xûşk-bira bikin, û nekine dengî seva paya bidine me. Besa xeberê, birên ku hazirkirina xwarina ruhanîda alîkariyê didine Koma Rêberiyê, nakine dengî ku ewana wî şixulî dikin, çimkî naxwazin dîna meriva bikişînin ser xwe, û ne jî dibêjin ku ser kîjan edebyetê ewana dixebitin.
10. Ça em dikarin hindava meriva qedir bidine kifşê?
10 Qedirê hemûya bigirin. (Bixûne Romayî 12:10.) Îsa mesele mera hîşt ku çawa qedir û hurmetê nîşan kin. Ewî şixulên usa dikir ku nimiz bûn (Yûhn. 13:3-5, 12-15). Belê, hêsa nîne milûk û şkestî bin, lema lazim e ser xwe gelek bixebitin, wekî qedir nîşan kin hindava meriva. Pêşiya ku şandiya ruhê pîroz bistandana, wana bi temamî fem nedikir ku çira Îsa ev yek kir û ça çev bidine wî (Yûhn. 13:7). Em dikarin qedir nîşan kin hindava xûşk-bira, hergê xwe ser wanra negirin. Besa xeberê, hergê me xwendina bilind standiye, yan em dewletî ne, yan jî civatêda cabdariyên me hene, em ber wan xwe qure nakin (Rom. 12:3). Hin jî çaxê payê kesekî didin, em çevnebariyê nakin, lê dewsê tevî wan şa dibin hergê jî em difikirin ku payî mera jî dikeve.
11. Çira em gerekê bi dil paya bidine meriva?
11 Bi dil û can payê xûşk-bira bidin. Em gerekê xwe negirin wekî payê kesekî bidin, çimkî payî meriva dişidîne (Efes. 4:29). Lê hergê payî ji dilê me nîne, usa dertê em wanra durûtiyê dikin. Hin jî çaxê lazim e kesekî şîret kin, em gerekê xwe negirin (Metlk. 29:5). Hergê em payê kesekî didin, lê paşê piştêva ser wî xeber didin, ew jî cûrê durûtiyê ye. Pawlosê şandî timê helal bû hindava xûşk-bira, çimkî hizkirina wî rast bû. Mesele, ewî bi dil û can paya dida xûşk-birên ji Korintî seva kirên wanî baş (1 Korn. 11:2). Lê çaxê wanra şîret lazim bû, ewî bi nermî û zelal şirovedikir ku seva çi wana şîret dike (1 Korn. 11:20-22).
Çaxê em alî xûşk-bira dikin yên ku hewce ne, bi vê yekê em hizkirina xwe û mêvanhiziya xwe nîşan dikin (Binihêre abzasa 12)
12. Çawa em dikarin mêvanhiziyêda hizkirina rast bidine kifşê?
12 Mêvanhiz bin. Yehowa temî daye me ku hindava xûşk-birada destvekirî bin. (Bixûne 1 Yûhenna 3:17.) Lê evê yekê em gerekê pê nêta rast bikin. Pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez tenê hindava hevalên xwe mêvanhiz im, yan jî hindava wan kîjana hesab dikim ku civatêda navê wan heye? Gelo ez wan mêvana teglîfî mala xwe dikim, destê kîjanada heye û kê dikare minra qenciyê bike? Yan jî ez gazî wan xûşk-bira dikim, destê kîjanada tune?” (Lûqa 14:12-14). Bidine ber çevê xwe ku xûşk yan birakîra alîkarî lazim e, çimkî ewî tiştekîda şaşî berdaye, yan jî hergê kesek naşêkirîne ku em wî teglîfî mala xwe dikin. Derecên usada, em gerekê evê temiyê bînin sêrî: “Hindava hevda mêvanhiz bin, bîna xwe teng nekin” (1 Pet. 4:9). Hergê hûn evê şîretê timê bînin sêrî, hûnê bextewar bin çimkî bi dil û eşq merd in (Kar. Şand. 20:35).
13. a) Kengê îlahî çetin e komekê bidine sista? b) Çawa em dikarin alî sista bikin?
13 Komekê bidine sista. Kitêba Pîroz temiyê dide ku “kêrî ketiya” bên û “hindava hemûyada” bi sebir bin. Ew yek ku em ça evê temiyê tînin sêrî, dikare eyan ke ku hizkirina me rast e yan na (1 Têsln. 5:14). Gelek xûşk-bira ku ruhanîda sist dibin, wede şûnda dîsa ruhanîda qewî dibin. Lê tevî hineka hê zêde lazim e bi sebir bin û pê hizkirinê alî wan bikin. Mesele, em dikarin rêzên ji Kitêba Pîroz wanra bixûnin û wana dilgerm kin, usa jî tevî wan herin xizmetiyê, yan jî gava ewana dilê xwe mera vedikin, guh bidine wan. Wê baş be ku em nefikirin, wekî xûşk yan birak “qewî” yan “sist e”, lê dewsê em gerekê fem kin ku her kes tiştekîda qewî ye û tiştekîda sist e. Hela hê Pawlosê şandî jî derheqa sistbûnên xwe digot (2 Korn. 12:9, 10). Belê, me hemûşkara alîkarî û dilgermî lazim e.
14. Em gerekê çi bikin seva ku tevî xûşk-bira edilayê xwey kin?
14 Edilayê xwey kin. Em gerekê timê edilayê xwey kin tevî xûşk-bira, hela hê hingê jî gava me rast fem nakin yan jî hindava meda nerastiyê dikin. (Bixûne Romayî 12:17, 18.) Hergê me kesek daye xeydandinê, belê em gerekê baxşandinê bixwazin. Lê seva ku dilê kesekî nerm kin, baxşandin gerekê ji dil be. Besa xeberê, dewsa ku bêjin “Bibaxşîne min, ku tu usa xwe texmîn dikî”, lazim e bidin kifşê ku em jî neheqin ku ew xeydî, û bêjin, “Bibaxşîne min, çimkî min pê giliyên xwe dilê te êşand”. Zewacêda îlahî gelek ferz e edilayê xwey kin. Nerast e hergê jin-mêr ber meriva xwe nîşan dikin yançi hevdu hiz dikin, lê çaxê tenê ne hevra xeber nadin, giliyên xirab hevdura dibêjin, yan jî destê xwe dirêj dikin.
15. Ça em dikarin bidine kifşê ku em bi dil dibaxşînine meriva?
15 Bi dil û can bibaxşînin. Hergê kesekî em dane xeydandinê, em dibaxşînine wî û xeydê ji dilê xwe derdixin. Cara meriv dibeke bêhemdê xwe me bide xeydandinê. Hingê jî em gerekê bibaxşînin û “bi sebirê hizkirinêda li ber hev daxin”, û her tiştî bikin seva “yektiya ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin” (Efes. 4:2, 3). Seva bi dil bibaxşînin, em gerekê gelek nefikirin ser xeydê, çimkî hizkirin “kînê najo” (1 Korn. 13:4, 5). Lê hergê em xeydê ji dilê xwe dernexin û ew meriv ber çevê me reş be, em dikarin heleqetiya xwe hin tevî xûşk-bira, hin jî tevî Yehowa xirab kin (Met. 6:14, 15). Baxşandina me wê bi dil be, hergê em bona wan dua bikin, yên ku me dane xeydandinê (Lûqa 6:27, 28).
16. Em gerekê ça binihêrin ser cabdariyên xwe?
16 Kara xwe negerin. Çaxê em cabdariyên teze distînin, em hizkirina xwe dikarin nîşan kin hergê ne ku “kara xwe”, lê kara merivê din bigerin (1 Korn. 10:24). Besa xeberê, roja civatên mezin birên cabdar zû têne odê. Ewana dikarin seva xwe û neferên xwe ciyên baş bigirin, lê gelek ji wan usa nakin çimkî ewana kara xwe nagerin û xwehiz nînin. Belê, hizkirina wan rast e. Lê ça hûn dikarin çev bidine mesela wane baş?
17. Hergê Mesîhî gunê giran kiriye, hizkirina helal wê berbi çi wî hêlan ke?
17 Gunên xweye veşartî bînin rûyê xwe û terk bidin. Hine Mesîhiya gunê xweye giran veşartine, çimkî şerm dikin û naxwazin dilê kesekî bêşînin (Metlk. 28:13). Lê ew yek hin wanra ziyanê tîne, û hin jî yên mayînra. Kirê usa ne bi hizkirin e, çimkî ji civatê ruhê pîroz dikare bê hildanê, û edilaya civatê jî xirab be (Efes. 4:30). Lê hizkirina helal wê Mesîhî hêlan ke ku gunê xwe rûspiyara eyan ke û alîkariya ruhanî bistîne (Aqûb 5:14, 15).
18. Çira ferz e hizkirina me rast be?
18 Hizkirin hunureke lape mezin e (1 Korn. 13:13). Ev hunur me eyan dike ku em şagirtên Îsa ne, yên ku çev didine Yehowa, kîjan ku Kaniya hizkirinê ye (Efes. 5:1, 2). Pawlos got ku “heger . . . hizkirin dilê minda tunebe, ez ne tu tişt im” (1 Korn. 13:2). Were em timê hizkirina xwe ne tenê pê zimanê xwe nîşan kin, lê usa jî “bi kira û rastiyê”!.