KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 2 rûp. 3
  • Çaxê Teyax Tune Bijîyî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çaxê Teyax Tune Bijîyî
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Têmên Mîna Wê
  • Çaxê Emir Zef Çetin Dibe
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Çaxê Merivê Teyî Nêzîk Dimire
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Çaxê Qezî Diqewimin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Çima Hêja ye Berdewam kin Bijîn
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 2 rûp. 3
Kulfet li ser xebatê digirî

Çaxê Teyax Tune Bijîyî

ÇAXÊ PROBLÊMÊN TE tune ne, tu bextewar î. Lê carna tu dikarî rastî problêmên usa bêyî, ji bo çi jî wê tera çetin be berdewam kî bijiyî.

Mesele, Salîa ji Welatên Yekbûyî, ya ku ji bo firtonê heçî zef hebûka xwe unda kir, dibêje: “Teyaxa min tune bû û min tirê ezê dîn bim. Gelek wext ez vî halîda bûm”.

Dîsa derdekî giran ew e, çaxê em merivên xweye nêzîk unda dikin. Kulfetek ji Avstralyayê bi navê Cênî, dike bîra xwe: “Min du kurên xwe unda kir. Pêşiyê yê mezin mir, lê du sal şûnda yê duda jî mir. Hingê dilê min pirtî-pirtî bû. Min lavaya Xwedê dikir: ‘Hîvî dikim, bira ez razêm û îda ranebim, çimkî dilê min nikare ber vê êşê teyax ke’”.

Lê derdê Danyêl cûrekî mayîn bû. Jîyîna wî pêda hate guhastinê çaxê ew pêhesiya ku jina wî, wîra neamin e. Ew dibêje: “Çaxê jina min anî ser xwe, ku minra neamin e, ew ça kêreke tûj bû, ku dilê min xistin. Çend meha dilê min birîndar bû û min êşeke qayîm, texmîn dikir”.

Ew derecên ku jêrê hatine dayînê, tera nas in? Tu jî rastî derecên usa hatîyî?

  • Qezî

  • Mirina merivê nêzîk

  • Neaminiya hevalzewac

  • Nexweşiya giran

  • Çaxê Teyax tune bijîyî

Di vê jûrnala “Birca Qerewiliyêda” wê bê şirowekirinê, wekî hela hê nava oxirmên giranda jî, ça berdewam kin bijîn.

a Hine navên ji vê gotarê hatine guhastinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin