KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 2 rûp. 6-7
  • Çaxê Merivê Teyî Nêzîk Dimire

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çaxê Merivê Teyî Nêzîk Dimire
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇAWA HINEKA TEYAX KIRINE
  • Alîkarî, seva ku Teyax kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • “Tevî yêd Digirîn Bigirîn”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Ça Mirina Meriva, Hukum Dike Ser Sihet-Qewata Meriyên Wan
    Hişyar Bin!—2018
  • Ça Teyax kim ber Derdê Mirinê?
    Pirsên Cahila
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 2 rûp. 6-7
Cota zewicî ku şînê dike ber devê berê ne, ewana xwe li hev digirin û li dûr dinihêrin

Çaxê Merivê Teyî Nêzîk Dimire

“Çaxê birê minî mezin nişkêva mir, min xwe bêîlac texmîn dikir. Çend meha ew qe ji bîra min dernediket û min êşeke usa mezin dilê xweda texmîn dikir, tê bêjî kêr lêxistîbû. Carna ez hêrs diketim û difikirîm: ‘Çima birê min mir?’ Min xwe neheq dikir, wekî gava ew sax bû, min gelek wede tevî wî derbaz nedikir”. -Vanêsa ji Avstralyayê

HERGÊ TE jî kesek ji merivên xweye nêzîk unda kiriye, wekî usa ne tera nas in: hisret, tenêbûn û bêçarebûn. Diqewime te usa jî hêrsbûn, xweneheqkirin û tirs texmîn dikir. Wê demê tu difikirî: “Gelo hêja ye bijîm?”

Hergê tu gelek wext şînê dikî, bizanibe, ev nîşana sistbûnê nîne. Ev yek dide kifşê, wekî te çiqas merivê xweye nêzîk hiz dikir. Gelo qe dibe wekî êşa dil, hevekî sivik be?

ÇAWA HINEKA TEYAX KIRINE

Dikare usa bê kifşê, wekî birîna dilê te wê tu car qenc nebe, lê çi jî hebe tu dikarî hevekî rihetiyê texmîn kî, hergê dîna xwe bidî rêberiyên ku jêrê têne dayînê:

ÊMOSIYÊN XWE, XWEDA NEGIRE

Her kes bi cûrê xwe şînê dike û ev cûre-cûre wext dikişîne. Çaxê meriv hêsira dibarînin, ev yek êşa dilê wan sivik dike. Vanêsa, derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê dibêje: “Hebû wede ez temamiya rojê digiriyam; Minra lazim bû êşa dilê xwe birêjim”. Sofîa, xûşka kîjanî ku nişkêva jîyîna xwe unda kir, dibêje: “Mirina merivê nêzîk derdekî gelek giran e, ev ça bêjî mîna birînê ye, ya ku timê vedikin û temiz dikin. Carna te tirê ku tuyê nikaribî evê êşê teyax kî, lê ew wê hêdî-hêdî qenc be”.

DERHEQA FIKIR Û HESTÊN XWE XEBER DE

Femdarî ye ku carna tê bixwazî tenê bimînî. Teyaxkirina derdekî usa, mîna barekî giran e, kîjan ku tera gelek zemet e bikişînî. Jarêd yê ku 17 salî ye, û bavê xwe unda kiriye, gilî dike: “Min derdê dilê xwe, merivara vedikir. Hemikî vê demê min nikaribû hemû tişt zelal şirovekira, lê bi vê yekê dilê min rihet dibû”. Cênî, derheqa kîjanî ku gotara pêşinda hatibû gotinê, dibêje: “Çaxê fikir û hestên xwe kesekîra vedikî, tu berdiliya mezin distînî. Meriva halê min fem dikirin, lema jî min xwe tenê texmîn nedikir”.

ALÎKARIYÊ QEBÛL KE

Doxdirekî giliyê usa got: “Çaxê tu dihêlî, wekî heval û pismamên te alî te bikin, hingê derdê te sivik dibe”. Bihêle wekî hevalên te bizanibin, ku çi cûreyî alî te bikin; heval dixwazin alî te bikin, lê gelek car nizanin ça evê yekê bikin (Metelok 17:17).

XWE LI NÊZÎKÎ XWEDÊ BIGIRE

Tîna dibêje: “Çaxê mêrê min ji bo nexweşiya kanserê mir, min îda nizanibû kêra derdê dilê xwe birêjim, lema min destpêkir Xwedêra hemû tiştî bêjim! Her roj min lavaya wî dikir, wekî alî min bike evê rojê jî teyax kim. Xwedê gelek alî min kir”. Tarşa, 22 salî bû çaxê diya wê mir. Ew dibêje: “Xwendina Kitêba Pîroze her rojî, bona min kaniya berdiliyê bû. Evê yekê alî min dikir dîna xwe derbazî ser tiştekî baş kim”.

BIDE BER ÇEVÊ XWE SAXKIRINA MIRIYÊN XWE

Tîna berdewam dike:“Pêşiyê sozê derheqa saxkirina miriya, qe berdilî nedida min, çimkî vê demê ez hewcê mêrê xwe bûm, û kurên min jî hewcê bavê xwe bûn. Niha çar sal derbaz bûye, û hêviya saxkirinê, min gelek qewî dike. Ev hema ev e, çi ku alî min dike berdewam kim bijîm. Ez didime ber çevê xwe wî wedêyî, çaxê wî bivînim. Ev yek edilayê û şabûnê dike dilê min!”

Hemikî derbêra tê nikaribî dilrihetiya usa li ser xwe texmîn kî. Mesela Vanêsayê, gelek me dişidîne. Ew dibêje: “Tu difikirî wekî derdê te wê qe sivik nebe, lê wede şûnda tu texmîn dikî, wekî êşa dilê te hevekî sivik dibe”.

Rast e dexma birîna dilê me dimîne, lê bîr nekin wekî dîsa jî hêja ye berdewam kin bijîn. Bi alîkarî û hizkirina Xwedê, tu dîsa dikarî lezetê bistînî ji hevaltiya baş û nêta jîyîna te wê betavenebe. Zûtirekê Xwedê wê miriyên meyî hizkirî ji mirinê rake. Xwedê hizret e, wekî em merivên xwe dîsa bikaribin hemêz kin. Hingê êşa dilê te, wê bi temamî û heta-hetayê qenc be!

Berdiliya ji Kitêba Pîroz

Dilê Xwedê dêşe bona derd û hêsirên te.

Nivîskarekî Kitêba Pîroz gote Xwedê: “Hêsirêd min Tu bike meşkê Xwe. Gelo ew ne kitêba Teda ne?” (Zebûr 56:8).

Tu dikarî dilê xwe Xwedêra vekî.

“Tengahiyên xwe bê rawestin, li ber wî [Xwedê] dibêjim. . . . Ji bo alîkariyê min gazî li te kir ya Yahowa”a (Zebûr 142:2, 5, DO).

Tu dikarî hêviya baş bistînî.

“Hemû . . . ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15).

Xwedê soz dide ku wê vegerîne jîyînê gelek meriya, yên ku bi xeva mirinê razane. Xwedê hizreta wê yekê yeb (Îbo 14:14, 15).

a Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e.

b Bona hê zêde elametî derheqa saxkirinê, binihêre dersa 30 ji kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine. Hûn dikarin usa jî ew ji www.jw.org bêpere xwera bidine kişandinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin