“Padşatiya Te Bê”; Dua Kîjan Ku Bi Mîlyona Meriv Diwekilînin
Dibe ku we bihîstiye çawa duakirinêda dibêjin: “Bira Padşatiya te bê”. Îda çiqas qirne ye, bi mîlyona meriv evan giliya diwekilînin. Gelo çima ewana usa dua dikin? Çimkî Îsa gote peyçûyên xwe, ku derheqa hatina Padşatiya Xwedê dua bikin.
Pêşiyê peyçûyên Îsa fem nedikirin hemû tişt, çi ku ewî derheqa vê Padşatiyê digot. Carekê wana pirs da Îsa: “Xudan, vî zemanîda tê Padşatiya Îsraêlê li wan vegerînî?” Ewana ecêbmayî man, çaxê Îsa caba konkrêt neda wan (Karên Şandiya 1:6, 7). Dibe ku ev tê hesabê wekî emê nikaribin heta xilaziyê fem bikin, çi ye Padşatiya Xwedê û çi çax wê bê? Hemikî na!
Eva jûrnala “Birca Qerewiliyê”, wê alî te bike caba van pirsa bistînî:
Çima em hewcê Padşatiya Xwedê ne?
Kî ye Padşê Padşatiya Xwedê?
Padşatiya Xwedê wê çi çax li ser erdêra serwêrtiyê bike?
Padşatiya Xwedê wê çi bike?
Çima em gerekê piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin?
Çi ye Padşatiya Xwedê?