Bin serwêrtiya Xwedê, hemû efrîn wê edilayêda bin
Çima Em Hewcê Padşatiya Xwedê ne?
Destpêka terîxiya însanetê, tenê Efirandarê me, navê kîjanî ku Yehowa ye, Serwêrê temamiya dinyayê bû. Her tişt ewî li ser hîmê hizkirinê dikir. Ewî bona meriya maleke bedew çêkir ku têda bijîn, dêmek baxçê Êdênê. Him jî Xwedê gelek xwarin da wan. Xêncî wê yekê ewî xebateke usa da merivên pêşin, ku wana lezet distand (Destpêbûn 1:28, 29; 2:8, 15). Hergê meriv bin serwêrtiya Xwedêda bimana, ewana wê edilayêda bijîtana.
Merivên pêşin nexwestin ku Xwedê Serwêrê wan be
Kitêba Pîroz eyan dike, wekî melekekî miqabil, navê kîjanî ku wede şûnda bû Mîrê-cina, îzina Xwedê ku serwêrtiyê bike, kire bin şikê. Ewî got, wekî meriv wê bêyî rêberî û sewêrtiya Xwedê diha bextewar bin. Lê yazix dê-bavê meyî pêşin Adem û Hêwa, pey rêberiya Mîrê-cina çûn û miqabilî Xwedê rabûn (Destpêbûn 3:1-6; Eyantî 12:9).
Adem û Hêwayê nexwestin ku Xwedê Serwêrê wan be. Ji bo vê yekê wana mala xweye Cinetê, hêviya jîyîna herheyî û kamiliya xwe unda kirin (Destpêbûn 3:17-19). Safîkirina wan usa jî hukum bû li ser zarên wan, yên ku wê wanra bibûna. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Adem gune kir û “gune kete dinê û ji gune jî mirin hat” (Romayî 5:12). Gune axirîke xirab pey xwe anî û Kitêba Pîroz dibêje, wekî gava meriv serwêrtiyê ser merivên din dike, ev tenê ziyanê tîne (Waîz 8:9). Dêmek bi giliyê mayîn bêjin, serwêrtiya meriva tenê problêma pêşda tîne.
SERWÊRTIYA MERIYA PÊŞDA HAT
Nemrûd miqabilî Yehowa rabû
Kitêba Pîroz dibêje ku merivê pêşin kîjan ku serwêrtî dikir, Nemrûd bû. Ew miqabilî serwêrtiya Yehowa derket. Hêna Nemrûdda, meriva qewata xwe nerast didane xebatê û ziyan didane meriya. Mesele, weke 3 000 sal pêşda, Silêman Padşa nivîsî: “Û ez zivirîm û hemû lêdanên ku di bin rojêda dibin dîtim û a vay, hêstirên çevên zemetkêşa! Û yê ku xemrevîniyê li wan bike nîne û ji aliyê yên ku zulmê li wan dikin zordestî” (Waîz 4:1).
Halê me îro jî hema usa ye. Sala 2009-da, edebyeteke Miletên Yekbûyîda hatibû gotinê, ku serwêrtiya xirab ev heye “yek ji meniyên sereke, ku çima îro tiştên xirab diqewimin”.
WEDE GIHÎŞTIYE!
Dinya hewcê serwêr û serwêrtiya baş e. Ev hema ew e, çi ku Efirandarê me soz dide!
Serwêrtiya merivaye pir baş jî, nikare hemû problêmên însanetê safî ke
Xwedê Padşatî saz kiriye, dêmek serwêrtî, kîjan ku wê dewsa hemû serwêrtiyên meriva be, û “xwexa wê heta-hetayê bimîne” (Daniyêl 2:44). Ev heye xût ev Padşatî derheqa kîjanî ku bi mîlîyona meriv dua dikin (Metta 6:9, 10). Lê Xwedê wê xwexa serwêrtiyê neke. Ewî Kesek ça Padşa kifş kiriye, kîjan ku wextekî ça meriv dijît. Gelo ew kî ye?