KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 6/14 rûp. 5-6
  • Çawa Alî Wan Bikin, Kîjanara ku Xwendin Çetin e

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Alî Wan Bikin, Kîjanara ku Xwendin Çetin e
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 1
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Tu Ça Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistînî?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Civatêda Alî Xwendekara Bikin wekî Ewana berbi Nixumandinê Herin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 6/14 rûp. 5-6

Çawa Alî Wan Bikin, Kîjanara ku Xwendin Çetin e

1. Merivêd ku dixwazin derheqa rastiyê pêbihesin, rastî kîjan çetinayê dikarin bên?

1 Diqewime merivêd mihala mera, kîjanara ku xwendin çetin e, xweş tê çi ku em wanara dannasîn dikin. Lê dibeke ji bo vê yekê tirs dikeve ser wan, çaxê em wanara Kitêba Pîroz yan jî kitêbêd din dihêlin. Hergê em merivêd usara dihêlin kitêba usa, ça mesela “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, ev yek wê kara mezin neyîne. Gelo ça em dikarin aliyê ruhanîda komekê bidine wan meriya? Me ji 20 qulixkarêd ciribandî pirs kir, yêd ku ji cûre-cûre welata bûn, hela ça wana ev pirs safî dikir. Şîretêd wan jêrê têne dayînê.

2. Kîjan hacet em dikarin bidine xebatê seva wan meriya, kîjanara ku xwendin çetin e?

2 Hergê merivekî usa rastî te tê, yê ku hevekî xwendinê zane, yan jî feresetêd xwendinê cem wî tune, hingê tu dikarî destpêkî bi van broşûra: “Guh Bide Xwedê” yan jî “Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê”. Pêşengek ji Dewletêd Yekbûyî, çaxê merivêd usara dannasîn dike van broşûra dide xebatê. Paşê ji merî pirs dike, hela kîjan broşûra wîra daha hêsa ye. Fîlîala ji Kênya elametî dike, ku ev hacet bi  rastiyê jî di mihala wanda gelek kêrhatî ne. Çimkî cimeta Afrîkayê bi edetê xwe, tenê hingê dikarin hîn bin çaxê wanara serhatiya gilî dikin. Û şêwirkirin bi pirs û caba, wanara dikare ecêb bê kifşê. Mesele seva merivê xwendî dikare tiştekî bi normal be, ku bi pirs û caba şêwirkirinê tevî wî derbaz kin, û ew hêsa dikare evê qebûl ke. Lê ev mêtod dikare çetin be seva merivê nexwandî, çimkî ji bo vê yekê ew xwe rihet wê texmîn neke. Hergê merî dikare hevekî jî bixûne, hingê gelek qulixkar destpêdikin bi broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya” yan “Tu Dikarî Bibî Dostê Xwedê”, usa jî bi vê kitêbê “Serhatiyêd Kitêba Pîroz”.

3. Merivêd ku xwendinê nizanin, ça dikarin ji hînkirina me karê bivînin?

3 Payîdayîn: Ewêd ku xwendinê hîn nebûne, ji bo vê yekê dikarin şerm bikin, û geleka ji wan jî dişirmîş dibin ku kêrî tiştekî nayên. Timê alî wan bikin ku ewana texmîn kin, wekî merivne hêjayîne. Hêlankirina usa ev gava pêşin e, ku rastiyê wana hîn kin. Heçî zef ji meriya yêd ku xwendinê nizanin, merivne serwaxt in û dikarin hîn bin. Qedirê wan meriya bigirin û hindava wanda merîfet bin (1 Pet. 3:15). Hergê ewana bivînin wekî qewata wan badîheva naçe, hingê ewana wê hêlan bin hînkirinê berdewan kin, û ruhanîda jî pêşda herin. Lema jî bi merdanî payê wan bide.

4. Ça em dikarin hêlan kin wan meriya yêd ku hevekî xwendinê zanin, wekî ewana bikaribin bona hînkirinê xwe hazir kin?

4 Hela hê wî çaxî jî, gava merî hevekî xwendinê zane jî, yeke ewî hêlan kin ku seva hînkirinê xwe hazir ke. Hine qulixkarêd di Afrîkayê Başûrêda, hêlan dikin wan meriya tevî kîjana ku hînkirinê derbaz dikin, wekî bêjine kesekî ku xwendinê zane, mesele neferêd mala xwe yan jî hevalêd xwera, wekî alî wan bikin. Qulixkarekî di Brîtanyayêda mêtoda usa dide xebatê, seva ku meriya hêlan ke bona hînkirinê xwe hazir kin: mesele ew kitêba xwe dide merî, seva ku ser hinek abzasa ew bikaribe dîna xwe bide vê kitêbê û bivîne ku çiqasî hêsa ye caba pirsa bivînin, çaxê bi qelemê ev cab jêrê xez dikin. Birakî ji Hîndistanê jî usa dike: merivêd usara ew dibêje ku dîna xwe bidine şikila, yêd ku wê serê mayînda hebin, seva ku pêşda ew bikaribin li ser wan dişirmîş bin û hazir bin.

5. Ça em dikarin nîşan kin ku sebir dikin, çaxê tevî meriya hînkirinê derbaz dikin?

5 Sebir ke: Firqî tune tu çi edebyetê didî xebatê, çi jî hebe dîna xwe bide fikirêd ferz. Û alî wan meriya bike ku ewana bikaribin wan fikirêd ferz rind fem bikin. Destpêbûnêda wê baş be, wekî şêwirkirina te 10, 15 deqe bikişîne. Pêra-pêra zef înformasiya nede meriya. Lê hê baş be ku her car çend abzasa derbaz bin. Sebir ke, çaxê merî hêdî-hêdî dixûne. Hergê razîbûna wî hindava Yahowa mezin dibe, dibeke ewê hê hêlan  be, wekî feresetêd xweye xwendinê baş ke. Alî wan bike, ku ewana bikaribin evê yekê bikin. Xêncî vê yekê wê baş be wekî çaxê destpêdikî tevî wan hînkirinê derbaz kî, pêra-pêra li ser civata wana teglîf kî.

6. Ça em dikarin alî meriya bikin ku xwendinê hîn bin?

6 Çaxê meriv xwendinê hîn dibe, ewê zû ruhanîda pêşda here (Zeb. 1:1-3). Mesele hine qulixkar paşî hînkirinê, çend deqe vediqetînin seva ku meriya hîn kin xwendinê. Hergê merî dilteng dibe, tu dikarî ewî guman kî û nîşan kî hine tişta ku çawa ew dikare hîn be ku bike. Ew guman kin, wekî Yahowa wê qewata wî kerem bike. Usa jî ewî hêlan ke ku seva alîkariyê dua bike (Metlk. 16:3; 1 Yûhn. 5:14, 15). Hine qulixkarêd li Brîtaniyê meriya hêlan dikin, wekî serîda hine nêt daynin pêşiya xwe. Mesele destpêkin alîfbê hîn bin, paşê jî dikarin bivînin û bixûnin rêzêd bijartî ji Kitêba Pîroz. Usa jî ewana dikarin ji edebyetêd hêsakirî bixûnin. Seva ku xwendinê meriya hîn kin, ev tê hesabê wana hêlan bikin ku bixwazin evê yekê bikin.

7. Çira em gerekê derheqa rastiyê tevî wan meriya xeber din kîjanara ku xwendin çetin e, û xwe ji wana dûr negirin?

7 Yahowa hesab nake, wekî merivêd nexwendî, yan jî ewêd ku hevekî xwendinê zanin, kêrî tiştekî nayên (Îb. 34:19). Çimkî Yahova dinihêre dilê meriya (1 Dîr. 28:9). Lema jî xwe dûr negire ji wan meriya, kîjanara ku xwendin çetin e. Derheqa rastiyê tevî wan xeber de. Cem te gelek hacetêd baş hene, bi saya çi jî dikarî tevî wan hînkirinê destpêkî. Wede şûnda tuyê îda bikaribî hînkirinê bi vê kitêbê derbaz kî “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”. Û bi vê yekê jî alî wan bikî, wekî hê rind nasiya xwe bidine Kitêba Pîroz.

[Çargoşe ser rûpêla 6]

Ewêd ku xwendinê hîn nebûne, ji bo vê yekê dikarin şerm bikin, û dişirmîş dibin ku kêrî tiştekî nayên. Timê alî wan bikin ku ewana texmîn kin, wekî merivne hêjayîne. Hêlankirina usa ev gava pêşin e, ku rastiyê wana hîn kin

[Çargoşe ser rûpêla 6]

Hergê merî xwendinê nizane, dikarî van tişta hildî hesab:

• Pêşiyê bide xebatê broşûra “Guh Bide Xwedê” yan “Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê”, yan jî edebyetêd din ku layîq in.

• Qedirê wan bigire û bi merdanî payê wan bide.

• Şêwirkirina we gerekê kin be. Û pêra-pêra gelek înformasiya nede meriya.

• Alî wan bike ku feresetêd xweye xwendinê baş kin.

Çaxê ew îda razîbûna xwe seva rastiyê wê bide kifşê, û bixwaze hê kûr pêbihese, hingê tu dikarî derbaz bî li ser kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” û bi vê hacetê hînkirinê derbaz kî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin