Bê Eglekirin Evî Şixulî Bikin
Rast e malpera meye tezekirî rastî çetinaya hatibû, lê hejmara merivêd ku dikevine vê malperê û dinivîsin wekî dixwazin hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin, hê mezin dibe û pêşda diçe. Xêncî vê yeke hejmara wan meriya usa jî zêde dibe bi saya dannasînkirina li wan ciya kîderê ku gelek meriv top dibin. Lema jî fîlîal rêberiya vê yekê dike, ku ev şixul hê zû pêşda bive. Bes xeberê, hergê li ser jw.org sifareş ji meriya distînin, ku ewana dixwazin hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bin, hingê fîlîal dijbêre rûspiya ku di mihala wî merivîda dijîn û nava du rojada nemê wan birara dişînin. Ji hesabê dannasînkirinê tê kifşê, ku usa jî diqewime wekî çaxê merî derheqa xwestina xwe dinivîsî ku dixwaze hînkirina Kitêba Pîroz derbaz be, çend heftî tu kes nedihate cem wî. Gelo çi em dikarin bikin, seva ku pêra-pêra bêne cem wî merivî, heta ku ew hewasa xwe hindava hînkirinêda unda nekiriye? (Marqos 4:14, 15).
Hergê meriv nîşan dike ku dixwaze hê zêde pêbihese û ew mihala teda namîne, hingê bê eglekirinê tije ke blanka lazim (S-43). Û paşê jî pêra-pêra li ser civata ku tê sêkrêtarra bide. Sêkrêtar gerekê ev elametî nava rojekî yan du roja bide vê civatê ya ku nêzîkî mihala vî merî ye, yan jî ev elametî bişîne fîlîalê bi saya e-nemê ya ku li ser jw.org heye. Û ev elametî rûspî di wê çargoşêda bivînin ku seva civatê hatiye kifşkirinê. Hergê rûspiya neme sitandin ku kesek di mihala wanda dixwaze hê zêde pêbihese, û rûspî gerekê wî merivîra têlê xin, hingê ewana gerekê bê eglekirin pêra-pêra ev şixul safî kin. Her qulixkarek kîjanêra ku divêjin wekî ew here serîkî wî merivî xwe yan jî têlêxe, gereke ev şixul hesab ke ça tiştekî gelek ferz kîjanêra ku lazime dîna xwe bidê. Hergê merî malda nîne, hûn dikarin wîra nemê bihêlin, ku çawa ew dikare we bivîne.