KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 8/14 rûp. 2-3
  • Îda Qirnek e, Ça Em Derheqa Padşatiyê Elam Dikin!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îda Qirnek e, Ça Em Derheqa Padşatiyê Elam Dikin!
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • 1914-2014 Sed Salê Serwêrtiya Padşatiyê!
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • 1922: Sed Sal Pêşda
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Meha Tebaxê, wê Meha Terîxiyê be seva Qulixkirinê!
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • “Padşatiya Te Bê”; Dua Kîjan Ku Bi Mîlyona Meriv Diwekilînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 8/14 rûp. 2-3

Îda Qirnek e, Ça Em Derheqa Padşatiyê Elam Dikin!

1. Weke qirnekê pêşda, cimeta Yahowa çi hêlan bûn bikirana?

1 “Ahan, Padşa Padşatiyê dike! Hûn elamdarêd wî ne. Lema jî elam kin, elam kin, elam kin derheqa Padşê û Padşatiya wî”. Ev giliyê bi xîretê tije, yêd ku qirnek pêşda Birê Rûtêrford gotibû, cimeta Yahowa hêlan kirin, wekî bi radîo haceta mizgîniya Padşatiyê hemû dera bela kin. Û ev hema ew e, çi ku em niha dikin! Anegorî Mesîhiyêd qirna yekê, em mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê dannasîn dikin “wan hemûyara, yêd ku bin perê ezmênda dimînin” (Kols. 1:23). Gelo nava vê qirnêda çi hatiye kirinê, seva ku derheqa Padşatiya Xwedê elam kin? Ji bo vê yekê ku em nêzîkî sedsaliya bûyîna Padşatiyê dibin, em çi dikarin bikin, ku dîsa derheqa Padşatiyê elam kin?

2. Çi cûreyî di edebyetêd meda ciyê ewlin Padşatiya Xwedê digire?

2 Çi Hatiye Kirinê: Îda çiqas sal e, ça di edebyetêd meda ciyê ewlin Padşatiya Xwedê digire. Destpêbûyî ji sala 1939, jûrnala meyî serekî bi navê usa derdikeve: “Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam dike”. Di vê jûrnalêda timê tê şêwirkirinê derheqa Padşatiyê, û usa jî wekî ev Padşatî wê çi bike. Lê jûrnala “Hişiyar Bin!” dîna meriya dide ser wê yekê, ku tenê Padşatiya Xwedê gumana însanetê ye. Bi rastiyê jî çiqasî layîq in ev du jûrnal, yêd ku niha nav temamiya dinyayêda, ji jûrnalêd din, daha zeftir têne welgerandinê û belakirinê (Eyan. 14:6).

3. Çi hine mêtoda me dida xebatê, seva ku derheqa Padşatiyê elam kin?

3 Cimeta Yahova cûre-cûre mêtoda dida xebatê, seva ku derheqa Padşatiyê elam kin. Mesela êpêce wext pêşda, me erebêd dengbihîstinê dida xebatê, ser kîjana ku borî datanîn, usa jî radîo hacet, û fonogramêd portatîv didan xebatê. Rast e hejmara mizgîndarêd Padşatiyê wan çaxa hindik bû, lê ev mêtod alî me kirin, wekî mizgîniya xêrê bigihînine gelek meriya (Zeb. 19:4). Van axiriya me usa jî li ser jw.org danî înformasiya, bi saya kîjanî mîlyonara derheqa Padşatiyê hatibû elam kirinê. Û hela hê wan meriyara jî, yêd ku di wan ciyada dimînin, kîderê ku çûyîn-hatina dannasînkara zef tune.

4. Em dîsa çi hine mêtoda dannasînkirinêda didine xebatê?

4 Cimeta Yahowa dîsa mêtodek dabûn xebatê seva ku mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê elam kin. Mesele, destpêbûyî ji sala 1990, me destpêkir qewatê bidine xebatê, seva ku ne ku tenê mal bi mal dannasîn kin. Lê me usa jî destpêkir dannasîn kin di parkada, li ciyê sekinandina avta û ciyê xebatê. Van paşwextiya me dîsa mêtodekî saz kiriye. Me destpêkir qulixkirina xwe li wan ciya kîderê ku gelek meriv top dibin. Ev yek di şeherêd mezinda nav temamiya dinyayê derbaz dibe. Xêncî wê yekê, gelek civat mihala xweda jî dannasînkirina vî cûreyîda kar dikin. Ewana dannasîn dikin bi vê yekê, ku edebyeta ser texta datînin, yan jî li ser erebêd desta cî dikin di van ciyada, kîderê ku çûyîn-hatina meriya gelek e. Çi jî hebe dannasînkirina meye mal bi mal, dîsa jî ça mêtoda meye sereke dimîne (Kar. Şand. 20:20).

5. Sala xizmetiyêye teze, çi mecalêd teze mera vedike?

5 Çi wê Bê Kirinê: Ji destpêka sala xizmetiyêye teze di meha Îlonêda, geleka wê destpêkin ça pêşengêd hertim qulix kin. Lê tu dikarî tevî wan bibî yek? Hergê nikarî, hela dişirmîş be: Dibeke tuyê bikaribî car-cara ça pêşengê komekdar qulix kî? Çi jî hebe Yahowa wê eseyî te kerem ke seva hemû qurbanêd te, yêd ku tu dikî seva ku bi temamî derheqa Padşatiyê elam kî (Malx. 3:10).

6. Çira meha Cutmehê ya sala 2014, wê meheke mexsûs be?

6 Meha Cutmehê ya sala 2014, wê meheke mexsûs be, çimkî ev wedê sedsaliya bûyîna Padşatiyê be. Û jûrnala vê mehê ya “Birca Qerewiliyê” wê dîna me bide ser Padşatiya Xwedê, ya ku layîq e bona vê mehê. Lema jî em dikarin ji aliyê xweda hemû tiştî bikin, wekî ev jûrnal çiqas ku me tê, gelek meriyara bela kin. Werên bira her kes ji me berdewan ke bi guman derheqa “mizgîniya . . . bona Padşatiya Xwedê” elam ke, wan hemû meriyara yêd ku wê hazir bin guh bidine me (Kar. Şand. 8:12).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin