Cûrek ji Pêşanînê
Belakirina Kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîroz” di Meha Îlonêda
“Serhatiyêd Kitêba Pîroz”
Pêşiyê çawa ku bi edet lazim e, merî silav ke. Paşê dikarî bêjî: “Her kes ji me bihîstiye derheqa Birahîm pêxember. Ewî gelek Xwedê bawer dikir. Em dixwezin wera gilî kin qewimandinekê yê ku emirê Birahîm pêxemberda qewimî”. Xweyê malêra gilî ke serhatî wekî çawa Birahîm xulamekî xwe şand, seva ku ew Îshaqra jinê bixwaze. Ev serhatî tê gilîkirinê di serhatiya 16-da ji kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîroz”. Hergê derece dest dide, bixûne Destpêbûn 24:12. (Hergê tu divînî ku merî Kitêba Pîroz qebûl nake, wê baş be wekî wedê serlêdana xweye pêşin Kitêba Pîroz venekî û nejî dîna xwe bidî ser.) Dikarî usa bêjî: “We dîna xwe dayê, wekî xulamê Birahîm Xwedêra dua kir û Xwedê jî alî wî kir? Ev yek me hîn dike, wekî em gerekê îtbariya xwe Xwedê bînin”. Paşê dikarî zêde kî: “Cem Îshaq du kurêd cêwî hebûn. Careke din ez dixwazim wera gilî kim, wekî çawa Xwedê yek ji wan kura kerem kiriye û miletekî mezin ji wî pêşda anî”. Evê kitêbê xweyê malêra bihêle. Ser serlêdana dubare tu dikarî tevî vî merivî derheqa serhatiya 12 şêwir bikî.
Cûrê duda: Pêşiyê çawa ku bi edet lazim e, merî silav ke. Paşê dikarî bêjî: “Her kes ji me bihîstiye derheqa Birahîm pêxember. Nebîkî Birahîm hebû. Navê wî Aqûb bû. Em dixwazin wera gilî kin qewimandinekê, yê ku emirê Aqûb pêxemberda qewimî”. Xweyê malêra gilî ke serhatî wekî çawa Aqûb gazî kurêd xwe kiriye û wanara şîret dan. Paşê vê yekê dikarî pirs kî: “Ça hûn dişirmîş dibin, Aqûb bavekî baş bû?” Hîviyê be, bira merî caba xwe bide. Paşê vê yekê ça merî caba xwe wê bide, dikarî zêde kî: “Dîna xwe bidin wekî çawa Aqûb xem dikir derheqa halxweşiya zarêd xwe hela hê wî caxî jî, gava ber mirinê bû. Ev yek me hîn dike wekî em jî gerekê zarêd xwe hîn kin û çaxê lazim e wana şîret kin. Careke din ez dixwazim wera gilî kim derheqa kesekî, kîjan ku bi rastiyê jî Bavekî lapî baş e”. Çaxê tu dîsa bêyî cem vî merivî, dikarî şêwir bikî derheqa serhatiya 115-116 ji kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîroz”, û gilî kî derheqa Xwedê û sozêd wî.