Cûrek ji Pêşanînê
Çawa Destpêkin Hînkirina Kitêba Pîroz Şemiya Pêşin, di Meha Teşrînêda, bi Kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”
▪ Tu dikarî bidî xebatê rûpêla 3. Destpêke xeberdan derheqa elametiyêd yan problêmêd îroyîn, rastî kîjanî ku merivêd di mihala weda tên. Usa jî dîna meriya bide ser pirsêd li ser rûpêla 3, kîjanî bi rengê reş kifşkirî ne, û bira caba xwe bide. Paşê veke rûpêla 4-5.
▪ Yan jî dikarî şikil û rêzêd ser rûpêla 4-5 bidî xebatê. Tu dikarî bêjî, “Hûn dixwazin wekî ew yek bi rastiyê jî biqewime?” Yan jî dikarî bipirsî, “Kîjan ji wan pêxembertiya hûn zef dixwazin wekî bêne sêrî?” Rind guhê xwe bidê çaxê ew caba xwe dide.
Hergê rêzek ji Kitêba Pîroz meriya xweş hat, tu dikarî ji kitêbê abzasekî bixûnî, kîderê ku ew rêz tê şirovekirinê (Binihêre çargoşe ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê” ya meha Çileyê, sala 2006, rûpêla 3). Evan rêza usa şêwir ke, ça teyê li ser hînkirina Kitêba Pîroz bikira. Ew mêtod tu usa jî dikarî bidî xebatê çaxê cara pêşin têyî bal meriya, û hema ber derî tu dikarî 5-10 deqeda derbaz kî.