KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 3/15 rûp. 1
  • Tu Hazirî seva Êvara Bîranînê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Hazirî seva Êvara Bîranînê?
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Tu Hazir î seva Êvara Bîranînê?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Yehowa Kerem Dike Xîreta Me seva Derbazkirina Êvara Bîranînê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Çira Em Êvara Bîranîna Mirina Îsa Derbaz dikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
km 3/15 rûp. 1

Tu Hazirî seva Êvara Bîranînê?

Ev yek sala 33, 13 Nîsanê D.M.-da qewimî. Îsa zanibû wekî ew êvara paşin e, û ew tevî şagirtêd xweye nêzîk top bû. Ew gerekê cara paşin tevî wan Cejina Nanê Şkeva derbaz kira, û cejina teze jî kifş ke, dêmek Êvara Bîranîna Xudan. Hemikî seva qewimandina usa ferz, hazirbûn lazim bû. Lema jî Îsa şagirtêd xwe Petrûs û Yûhenna dişîne, wekî ewana bona vê yekê hine tişta hazir kin (Lûqa 22:7-13). Anegorî vê yekê, Mesîhiyêd ku Êvara Bîranînê her sal derbaz dikin, gerekê rind xwe seva vê qewimandinê hazir kin (Lûqa 22:19). Çi hine tişt em gerekê bikin, seva ku hazir bin bona Êvara Bîranînê, ya ku wê 3 Nîsanê derbaz be?

Hazirbûna Rûspiya:

• Hergê seva vê qewimandinê hûnê Oda Civatê, yan jî avayê din bidine xebatê, hingê gerekê pêşda evê yekê safî kin. Li wir gerekê êpêce cî seva her kesa hebe, usa jî şewq û vîntîlasiya baş hebe. Ciyê derbazkirina vê qewimandinê gerekê pêşda bê hazirkirinê û temizkirinê.

• Seva gotarê, xebervanê cêribandî bijbêre, usa jî berpirsiyarê bernamê û birêd ku pêşiya derbazkirina sîmbola wê dua bikin.

• Hergê di avayîda çend bernama derbaz dibin, hingê kifş ke ew wede wekî kengê gerekê bikevine avayê û ji wî derên, usa jî xem kin derheqa ciyê sekinandina avta.

• Bijbêre wan bira yêd ku wê seva belakirina sîmbola cabdar bin, usa jî mêvana derbaz kin ciyê wan.

• Pêşda hazir ke sîmbola, tevaxa, îsteganêd seva şeravê, û sifra layîq seva vê qewimandinê.

Hazirbûna Qulixkara:

• Bi temamî di kampaniya Êvara Bîranînêda kar bikin.

• Xwera binivîsin derheqa wan meriva tevî kîjana ku hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikin, bira-pizmama, hevala, heval-xebatkara û nasêd din, seva ku wana teglîf kin.

• Bixûnin û dişirmîş bin li ser xwendina rêzêd Kitêba Pîroz wedê Êvara Bîranînê.

• Were li ser Êvara Bîranînê û hazir be silav kî hemû merivêd ku tên.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin