KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb21 Adar rûp. 5
  • Tu Hazir î seva Êvara Bîranînê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Hazir î seva Êvara Bîranînê?
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Têmên Mîna Wê
  • Ezê Kê Teglîf kim?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Yehowa Kerem Dike Xîreta Me seva Derbazkirina Êvara Bîranînê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Tu Hazirî seva Êvara Bîranînê?
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Çira Em Êvara Bîranîna Mirina Îsa Derbaz dikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
mwb21 Adar rûp. 5
Petrûs û Yûhenna nan û kas datînin ser sifir.

Petrûs û Yûhenna otaxa jorinda karê Cejina Derbazbûnê dikin ya sala 33 D.M.

MÎNA ÎSA BIJÎN

Tu Hazir î seva Êvara Bîranînê?

Bona Îsa Cejina Derbazbûnêye paşin mexsûs bû. Mirina wî nêzîk dibû û ewî dixwest şîva Cejinê tevî şagirtên xwe bixwe û cejina teze kifş ke, dêmek Şîva Xudan. Ewî Petrûs û Yûhenna şand, wekî haziriya cejinê bikin (Lq. 22:7-13; binihêre şiklê ser rûyê pêşin). Ew yek dide kifşê, ku çiqas ferz e xwe bona Êvara Bîranînê hazir kin, ya ku wê 27 Adarê derbaz be. Diqewime civatêda îda ciyê derbazkirinê, gotarvan, sîmbol û tiştên din hatine kifşkirinê. Lê dîsa jî her kes ji me başqe çi dikare bike, wekî bona Êvara Bîranînê xwe hazir ke?

Dilê xwe hazir ke. Bernama xwendina Kitêba Pîroz, kîjan ku pêşiya û paşî Êvara Bîranînê tê dayînê bixûnin û ser bifikirin. Ev bername heye broşûrêda “Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin”. Hûn dikarin hê zêde înformasiyayê ji bûklêta “Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz” pêbihesin. (Usa jî binihêrin “Bijîn û Xizmet kin Bernama Civînê” ya meha Nîsanê, sala 2020.) Malbet dikarin wedê qulixkirina tevî malbetê înformasiya bona lêkolînkirinê hine edebyetada bivînin, mesele vanda: “Îndêksa edebiyeta Birca Qerewiliyê” û “Rêberiya lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”.

Malbet wedê qulixkirina tevî malbetê Êvara Bîranînê şêwir dike.

Meriva teglîf ke. Bi temamî kampaniya teglîfkirinêda kar bike. Bifikire, tu kê dikarî teglîf kî. Diqewime wan meriva teglîf kî, kîjanara tu serlêdanê dikî, yên ku berê Kitêba Pîroz hîn dibûn yan jî merivên nas û bira-pismamên xwe. Rûspî gerekê xem bikin, wekî xizmetkarên ku ruhanîda sist bûne teglîf kin. Bîr neke, wekî tu dikarî ser malpera me jw.org adrês û wedê derbazkirina Êvara Bîranînê bivînî bona wan meriva, yên ku mihala teda najîn. Bona wê yekê bitikîne DERHEQA ME û bijbêre “Bîranîn”.

Du rûspî teseliya birê ruhanîda sist dikin û wî teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin.

Dîsa çi em dikarin bikin, wekî hazir bin?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin