Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Şedetîkirin wan Merivara, yêd ku li ser Zimanê Din Xeber Didin
Ev Yek Çira Ferz e: Seva Yahowa gelek ferz e wekî merivêd ji “her miletî”, ruhanîda halxwaş bin (Kar. Şand. 10:34, 35). Xêncî wê yekê Îsa gotibû ku mizgîniya xêrê “li nav temamiya dinyayê”, û “hemû miletara” vê bê dannasînkirinê (Met. 24:14). Zekeriya pêxembertî kir, wekî merivêd ji her zimanî û miletî, wê mizgîniyê qebûl kin (Zeker. 8:23). Li gora dîtinoka Yûhennayê şandî, ew merivêd ku ji roja tengasiya mezin wê xilaz bin, ewana jî wê “ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî” bin (Eyan. 7:9, 13, 14). Lema jî hergê em mihala xweda rastî merivekî usa tên, yê ku li ser zimanê din xeber dide, em gerekê bixebitin ku şedetî bidin.
Evê Yekê vê Mehêda Bide Xebatê:
Wedê Qulixkirina Xweye Tevî Malbetê, temaşê hazir kin, ku çawa hûn şedetî didin wî merivîra, yê ku li ser zimanê din xeber dide.