KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb18 Mijdar rûp. 8
  • Mizgîniyê Bela Dikin Merivên ji Cûre-Cûre Miletara

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mizgîniyê Bela Dikin Merivên ji Cûre-Cûre Miletara
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
  • Têmên Mîna Wê
  • Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Şedetîkirin wan Merivara, yêd ku li ser Zimanê Din Xeber Didin
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Organîzekirî ne ku Mizgîniyê Bela kin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Di Xizmetêda Hê Cêribandî bin; Mizgîniyê Bela ke Hemûşkara yên ku Mihala Teda nin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
mwb18 Mijdar rûp. 8

MÎNA ÎSA BIJÎN

Mizgîniyê Bela Dikin Merivên ji Cûre-Cûre Miletara

Cotê zewicî di xizmetêda rastî mêrekî hatine û kurê wî, kîjan ku li ser zimanê din xeber didan

Gava meriv li ser zimanê xwe dibihên mizgîniya Padşatiyê, gelek cara ewana bi hazirbûn guh didin. Rast e Cihû rind zanibûn zimanê Îbranî û Yûnanî, lê Yehowa usa kir, ku li Roja Pênciyê Hesabê, sala 33 D.M., “cihûyêd xwedêxof . . . ji nav hemû miletêd bin perê ezmênda” li ser zimanê xwe mizgîniya xêrê bihîstin (Kr.Şn. 2:5, 8). Îro hine civatên ku li ser cûre-cûre zimana derbaz dibin, li ser têrîtoriyekê xizmet dikin. Gelo çi cûreyî xizmetkarên wan civata, dikarin tevî hev şixulkariyê bikin, wekî her kesîra şedetiyê bidin û him jî wana eciz nekin?

  • Têla mobîlê

    Şêwir ke (Mtl. 15:22): Berpirsiyarên xizmetiyê, gerekê tevî hev şixulkariyê bikin, û mecalê bivînin ku her kes di civatêda bikaribe hê rind mizgîniyê bela ke. Ji bo mihalên biçûk, ev civatên ku mizgîniyê li ser zimanên din bela dikin, diqewime bixwazin wekî tu neçî li têrîtoriya wan. Carna ev civat wê nikaribin mihala xweda bi temamî mizgîniyê bela kin, çimkî mihaleke mezin e. Lema jî diqewime ewana wê tera bêjin tu herî wî mihalê, û hergê kesek ji mihala wan bixwaze hê zêde pêbihese, tu gerekê navnîşana wî merivî wanara bêjî (od 93 ¶37). Yan dibeke ewana wê bixwazin ku civata din, alî wan bike mihala wanda xizmet kin, wekî bivînin wan meriya yên ku li ser zimanê civata wan xeber didin û paşê navnîşana wan jî tesmîlî civata wan kin (km 7/12 5, çargoşe). Lê bîr neke, wekî malekîda dikarin ser çend zimana xeber din. Ew bira, yên ku rêberiya vî şixulî dikin, gerekê hildin hesab qanûnên welata xwe, kîjan ku girêdayîye tevî elametiya şexsî ya meriya.

  • Xaniyên di têla mobîlêda

    Şixulkarî Bike (Ef. 4:16): Rind guh bide wê rêberiyê, kîjan ku berpirsiyarê xizmetiyê dide te. Lê tu derbaz dikî hînkirina Kitêba Pîroz tevî kesekî, kî ku ser zimanê din xeber dide û ji miletekî din e? Şagirt wê zû ruhanîda pêşda here hergê tu navnîşana wî bidî wê civatê, kîjan ku li ser zimanê wî xeber dide.

  • Nîşana ziman

    Xwe Hazir ke (Mtl. 15:28; 16:1): Hergê mihala teda, rastî te hat merivê ku li ser zimanekî din xeber dide, mecale bernade ku derheqa mizgîniya xêrê tev xeber dî. Pêşda bifikire ku mihala teda merivên ji kîjan miletî wê rastî te bên, û xwe hazir ke. Dêmek pêşda xwera bide kişandinê li ser têla xwe, welgerandinên Kitêba Pîroz li ser çend zimana û hine vîdêo. Tu usa jî dikarî bidî xebatê JW Language app, seva ku hine xebera li ser wan zimana xwera hîn bî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin