FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 44-45
Ûsiv Dibaxşîne Birên Xwe
44:1, 2, 33, 34; 45:4, 5
Dikare gelek çetin be bibaxşînin wan meriya, kîjan ku hemdê xwe neheqiyê me dikin. Çi alî Ûsiv kir bibaxşîne birên xwe, çaxê wana himberî wî neheqî kirin?
Ûsiv dixwest tiştên baş nav birên xweda bivîne, wekî bikaribe bibaxşîne wan (Zb. 86:5; Lq. 17:3, 4).
Ew ser wan hêrs neket, lê dewsê çev da Yehowa kîjan ku timê hazir e bibaxşîne meriya (Mx. 7:18, 19).
Çi cûreyî ez dikarim baxşandinêda çev bidime Yehowa?