KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w21 Adar rûp. 20-25
  • Hizkirin Alî Me Dike ber Nefretê Sebir Bikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hizkirin Alî Me Dike ber Nefretê Sebir Bikin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • YEHOWA HIZ BIKE
  • XÛŞK-BIRA HIZ BIKE
  • DIJMINÊN XWE HIZ BIKE
  • GAVA ME NEFRET DIKIN, EM BEXTEWAR IN
  • Hizkirina Xwe Diha Mezin ke.
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Em Ça Dikarin Hezkirina Hindava Hevda Qewî Xwey kin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Nehêlin Hizkirina We Sar be
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Tu “Hevalê Xwe weke Xwe” Hiz Dikî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
w21 Adar rûp. 20-25

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 12

Hizkirin Alî Me Dike ber Nefretê Sebir Bikin

“Ez temiya vê yekê didim, wekî hûn hevdu hiz bikin. Heger dinya bijene we, bizanibin ku berî we jeniyaye min” (YÛHENNA 15:17, 18).

KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

VÊ GOTARÊDAa

1. Li gora Metta 24:9, gerekê em çima ecêbmayî nemînin heger meriv me nefret dikin?

YEHOWA em usa xuliqandine ku em meriva hiz bikin û bixwazin ku ewana jî me hiz bikin. Lema gava kesek me nefret dike, em eciz dibin û dibeke ditirsin jî. Mesele, xûşkeke bi navê Gêorgînab, ya ku li Ewropayê dijî, usa dibêje: “Gava ez 14 salî bûm, diya min, ez nefret dikirim, çimkî min Yehowa hiz dikir. Ez gelek xemgîn bûm, û ez difikirîm ku dibeke ez meriveke baş nînim”. Birakî bi navê Danîlo usa dinivîse: “Gava eskera seva baweriya min li min dixistin, çêrî min dikirin û ez didame tirsandinê, ez tirsiyam û bêzar bûm”. Belê, em seva nefretê eciz dibin, lê em ecêbmayî namînin, çimkî Îsa Mesîh pêşda gotibû ku meriv wê me nefret bikin (Metta 24:9 bixûne).

2-3. Meriv çira şagirtên Îsa Mesîh nefret dikin?

2 Ev dinya şagirtên Îsa Mesîh nefret dike. Gelo çira? Çimkî mîna Îsa Mesîh, em “ne para dinyayê ne” (Yûhenna 15:17-19). Lema, em çiqas qedirê hukumetên dinyayê digirin jî, em wana û sîmbolên ku hurmetê didine wan, nahebînin. Em tenê Yehowa Xwedê dihebînin, û em qebûl dikin wekî tenê îzina Xwedê heye ku li ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike. Lê Şeytan û “zureta” wî serwêrtiya Xwedê qebûl nakin (Destpêbûn 3:1-5, 15). Em merivara dibêjin ku tenê Padşatiya Xwedê dikare problêmên dinyayê safî bike û ku demeke nêzîkda, ev Padşatî wê hemû dijminên xwe qir bike (Daniyêl 2:44; Eyantî 19:19-21). Ev xeber bona merivên milûk mizgîn e, lê bona xiraba şîn e (Zebûr 37:10, 11).

3 Usa jî, hine kes me nefret dikin, çimkî em li gora qanûnên Xwedê dijîn. Ev qanûn ji nihêrandinên dinyayê yên li ser namûsiyê gelek cude ne. Îro, gelek kes difikirin ku bênamûsî tiştekî normal e. Ewana bîr dikin ku Xwedê bajarên Sodom û Gomorayê seva bênamûsiya usa wêran kiribûn (Cihûda 7). Lê em guh didin Kitêba Pîroz, ya ku bênamûsiyê qedexe dike, lema jî gelek kes qerfên xwe me dikin û dibêjin ku em merivne paşdamayî ne (1 Petrûs 4:3, 4).

4. Gava meriv me nefret dikin, kîjan hunur dikarin qewatê bidin me?

4 Gava meriv me nefret dikin û me bêhurmet dikin, gelo çi dikare alî me bike ku em sebir bikin? Gerekê em qayîm bawer bikin ku Yehowa wê alî me bike. Mîna mertalekî, baweriya me dikare “hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje” bitemirîne (Efesî 6:16). Lê xêncî baweriyê, hizkirin jî gelek ferz e. Gelo çima? Çimkî hizkirin “zû hêrs nakeve”, lê li himberî xirabiyê sebir dike (1 Korintî 13:4-7, 13). Niha emê bivînin ku hizkirina hindava Yehowa, xûşk-bira û hela hê hizkirina hindava dijmina jî çawa dikare alî me bike ku em himberî nefretê sebir bikin.

YEHOWA HIZ BIKE

5. Ji ber ku Îsa Mesîh Bavê xwe hiz dikir, ew hazir bû ku çi bike?

5 Şeva pêşiya ku Îsa Mesîh ji aliyên dijminên xweva hate kuştin, ewî şagirtên xweye aminra usa got: “Ez Bavê hiz dikim û Bavê çawa temî li min kiriye ez usa dikim” (Yûhenna 14:31). Îsa Mesîh Yehowa hiz dikir, lema jî ew hazir bû ku himberî tengasiya sebir bike. Heger em Yehowa hiz dikin, emê jî hazir bin ku himberî tengasiya sebir kin.

6. Li gora Romayî 5:3-5, xizmetkarên Xwedê ser nefreta dinyayê çawa dinihêrin?

6 Belê, hizkirina Xwedê hertim alî xizmetkarên Yehowa kiriye ku ewana himberî zêrandinê sebir bikin. Mesele, gava dîwana bilind ya Cihûya, şandiyên Îsa Mesîhra emir da ku ewana îda mizgînê bela nekin, wana got ku gerekê ewana “gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva”, çimkî wana Xwedê hiz dikir (Karên Şandiya 5:29; 1 Yûhenna 5:3). Îro jî, hizkirina Xwedê qewatê dide xûşk-birên me. Gava ewana ji aliyê dewletêva zêrandinê û zulmê divînin, ewana mêrxasiya xwe unda nakin; dinya çiqas wana nefret bike jî, yeke ewana şabûna xwe unda nakin (Karên Şandiya 5:41; Romayî 5:3-5 bixûne).

7. Heger merivên me miqabilî me dertên, gerekê em çi bikin?

7 Gava neferên me miqabilî me dertên, ew yek gelek zor e. Gava em dixwazin Yehowa nas kin, hine merivên me dibeke difikirin ku em tên xapandinê yan ku me aqilê xwe unda kiriye (Marqos 3:21 jî binihêre). Dibeke ewana li me zordariyê jî bikin. Heger tiştekî usa bê serê me, gerekê em ecêbmayî namînin. Îsa Mesîh usa gotibû: “Dijminêd mêriv wê ji mala wî bin” (Metta 10:36). Heger merivên me ça dijminên xwe me hesab bikin jî, em hilbet wana ça dijminên xwe hesab nakin. Çiqas zêde em Yehowa hiz bikin, haqas zêde emê meriva jî hiz bikin (Metta 22:37-39). Lê dîsa jî, emê qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz tu cara bona xatrê kesekî pêpes nekin.

Xûşkeke ku rola Gêorgînayê dilîze. Şikil: 1. Ew li erdê rûdine, û diya wê lê qîrînê dike û edebyetên wê perçe perçe dike. 2. Ew Kitêba Pîroz dixûne. 3. Ew tevî xûşkeke din Kitêba Pîroz lêkolîn dike. 4. Li Oda civatê, ew tevî xûşk û bira xeber dide.

Heger em wextekê tengasiyê bikişînin jî, Yehowa wê hertim dilbînî û qewatê bide me (Abzasa 8 heta 10 binihêre)

8-9. Çi alî Gêorgînayê dikir ku ber miqabilîbûnê amin bimîne?

8 Xûşka me Gêorgîna aminiya xwe xwey kir gava diya wê miqabilî wê rabû. Ew usa dibêje: “Ez û diya min, me tevayî destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bin. Lê şeş meh şûnda, gava min dixwest herim civîna, diya min fikra xwe guhast. Min têderxist ku ewê tevî rabera xeber dida, çimkî ewê mîna wan xeber dida. Usa jî, ewê ez bêhurmet dikirim, porê min dirûçikand, dest davît qirika min û ez difetisandim, û edebyetên min davîte gemarê. Gava ez 15 salî bûm, ez hatime nixumandinê. Seva ku ez xizmeta Yehowa bidime sekinandinê, diya min ez şandim maleke bona cahilên neguhdar. Hine keçikên ku li wêderê diman narkotîk didane xebatê û qaçaxtî dikirin. Miqabilîbûna aliyê wî kesî ku gerekê te hiz bike û te xwey bike, bi rastî jî tiştekî gelek zor e”.

9 Gelo Gêorgîna çawa amin ma? Ew usa dibêje: “Roja ku diya min destpêkir miqabilî min rabe, min xwendina temamiya Kitêba Pîroz teze xilaz kiribû. Ez îda sed selefî bawer bûm ku riya rast ev e, û min xwe gelek nêzîkî Yehowa texmîn dikir. Min gelek cara wîra dua dikir, û ewî duayên min dibihîstin. Gava ez li mala bona cahila dijîtim, xûşkek ez gazî mala xwe dikirim, û me Kitêba Pîroz tevayî lêkolîn dikir. Usa jî, xûşk-birên li Oda civatê jî mêrxasî didane min. Wan ez ça para malbeta xwe hesab dikirim. Min raste-rast didît ku Yehowa ji neyarên me qewîtir e”.

10. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê çi bike?

10 Pawlosê şandî nivîsîbû ku tu tişt nikare “hizkirina Xwedê ser me sar ke, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa” ye (Romayî 8:38, 39). Heger em tengasiyê bikişînin jî, Yehowa wê hertim dilbînî û qewatê bide me. Serda jî, ça serhatiya Gêorgînayê nîşan dike, Yehowa bi saya xûşk-birên meyî delal jî alî me dike.

XÛŞK-BIRA HIZ BIKE

11. Li Yûhenna 15:12, 13, Îsa Mesîh çima temî da şagirtên xwe ku ewana hevdu hiz bikin?

11 Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh şagirtên xwera temî da wekî ewana hevdu hiz bikin (Yûhenna 15:12, 13 bixûne). Ewî zanibû ku hizkirina fedakar wê alî wan bike wekî ewana yektiya di nav xweda xwey kin û himberî nefreta dinyayê sebir bikin. Mesele, serhatiya civata Têsalonîkî bîne ber çevê xwe. Ji roja ku civat hatibû sazkirinê, xûşk-birên li Têsalonîkî rastî zêrandinê dihatin. Dîsa jî, ewana ji aliyê aminiyê û hizkirinê kesên dinra bûne mesele (1 Têsalonîkî 1:3, 6, 7). Pawlosê şandî ew hêlan dikirin ku ji aliyê hizkirinêva “hê pêşda herin” (1 Têsalonîkî 4:9, 10). Bi saya hizkirinê, wana wê bikaribûya dilbînî bidana kesên dilteng û alîkarî bidana kesên sist (1 Têsalonîkî 5:14). Eşkere ye ku wana guh da rêberiya Pawlos, çimkî salek şûnda, ewî nema xwe ya dudada wanra usa got: “Hizkirina we hindava hevda zêde dibe” (2 Têsalonîkî 1:3-5). Belê, hizkirina orta wanda alî wan dikir ku ewana himberî zulm û zemeta sebir bikin.

Xûşk û birakî ku rola Danîlo û jina wî dilîzin. Şikil: 1. Eskerek berê çekê xwe li bira dide. 2. Ew bi trênê diçin bajarekî dikin. 3. Xûşk-birak xwarin û tiştên din didin wan.

Hizkirin dikare alî me bike ku em himberî nefretê sebir bikin (Abzasa 12 binihêre)c

12. Welatekîda kîderê ku şer hebû, xûşk-bira çawa nîşan kirin ku ewana hevdu hiz dikin?

12 Serhatiya Danîlo û jina wî dîsa bîne ber çevê xwe. Gava welatê wanda şer destpêbû û gihîşte bajarê wan, wana dîsa jî civat nedihîştin, û çi ji destê wan dihat dikirin ku mizgînê bela bikin. Usa jî, wana xwarina ku bal wan hebû tevî xûşk-bira paravedikir. Rojekê, esker bi çeka hatin bal Danîlo. Ew usa dibêje: “Wana dixwest ku ez terka baweriya xwe bikim. Gava min xwestina wan înkar kir, wana li min xist û qirme ser minra girtin, lê gule berî hewayê dan. Paşê, wana got ku ewê vegerin û jina min xirab kin. Lê xûşk-bira em zû li trênê dane rûniştandinê û em şandin bajarekî din. Ezê hizkirina wan xûşk-birên delal tu cara bîr nekim. Gava em gihîştine bajarê din, xûşk-birên wêderê xwarin dane me û alî min kirin ku ez xwera xebatekî û malekê bivînim. Bi saya vê yekê, me dikaribû xûşk-birên din, yên ku ji şer direviyan, mala xweda xwey kin”. Serhatiyên usa nîşan dikin ku hizkirina xûşk-bira dikare alî me bike ku em himberî nefretê sebir bikin.

DIJMINÊN XWE HIZ BIKE

13. Heger meriv me nefret bikin jî, ruhê pîroz çawa alî me dike ku em Yehowara amin bimînin?

13 Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku bira ewana dijminên xwe hiz bikin (Metta 5:44, 45). Gelo hêsa ye ku meriv dijminên xwe hiz bike? Hilbet na! Lê bi alîkariya ruhê pîroz, ev yek dibe! Di nav ‘berê ruhda’ hunurên usa ça hizkirin, sebir, qencî, milûktî û xwegirtin hene (Galatî 5:22, 23). Ev hunur alî me dikin ku em himberî nefretê sebir bikin. Gelek meriv hindava Şedên Yehowada nerm bûne, çimkî mêr, jin, zar yan cînarê wan, hunurên baş nîşan dikirin. Usa jî gelek dijminên me bûne xûşk-birên me. Lema, heger li te zor tê ku dijmina hiz bikî, dua bike ku Yehowa ruhê pîroz bide te (Lûqa 11:13). Ji sed selefî bawer be ku riya Xwedê hertim riya herî baş e (Metelok 3:5-7).

14-15. Gotinên Romayî 12:17-21 çawa alî Yasmînê dikir ku ew hizkirina xwe mêrê xwera nîşan bike?

14 Serhatiya xûşka me Yasmîn, ya ku li Rohilata Navîn dijî, bîne ber çevê xwe. Gava Yasmîn bû Şeda Yehowa, mêrê wê difikirî ku ew hatiye xapandinê, û ewî dixwest riya wê bigirta, wekî Yehowara xizmet neke. Ewî lê bêhurmet dikir û merivên xwera, keşîşekêra û sêrbazekîra got, ku ewana wê bidine tirsandinê û bêjin ku ew bona baweriya xwe mala xwe xirab dike. Serda jî, carekê mêrê wê wedê civatê çêrî xûşk-bira kir. Yasmîn seva vê yekê gelek cara digiriya.

15 Oda civatêda, xûşk-bira ber dilê wêda dihatin û mêrxasî didane Yasmînê. Rûspiya ew hêlan dikir ku ew xeberên ji Romayî 12:17-21 bide xebatê (bixûne). Yasmîn usa dibêje: “Gelek zor bû, lê min ji Yehowa alîkarî xwest û xîret dikir ku li gora Kitêba Pîroz bijîm. Lema, gava mêrê min qesda herî avîte malê, min dengê xwe nekir û ev yek temiz kir. Gava ewî ez bêhurmet dikirim, min bi nermî caba wî dida. Û gava ew nexweş ket, min bona wî xem dikir”.

Xûşkeke ku rola xûşka Yasmîn dilîze. Şikil: 1. Mêrê wê lê hêrs dikeve. 2. Du rûspî ji Kitêba Pîroz hêlanê didin wê. 3. Malda ew erdê paqij dike, û mêrê wê lê dinihêre. 4. Gava mêr seva nexweşiyê ketiye nav nivîna, ew xwarinê dide wî.

Heger em nîşan bikin ku em dijminên xwe hiz dikin, ewana dibeke hindava meda nerm bin (Abzasa 16 û 17 binihêre)d

16-17. Tu ji serhatiya Yasmînê çi hîn bûyî?

16 Hizkirina ku Yasmînê mêrê xwera nîşan dikir ne badîhewa bû. Xûşka me usa dibêje: “Mêrê min çiqas diçû diha zêde îtbariya xwe min dianî, çimkî ewî zanibû ku ez tu cara derewa nakim. Gava me derheqa rêlîgiyê xeber dida, ewî îda guh dida min, û îda şer nedikir. Niha ew îznê dide ku ez herim civata. Îda edilayî ketiye mala me, û em bi rastî bextewar in. Hêviya min ev e ku mêrê min wê rojekê dilê xwe bona rastiyê veke û tevî min Yehowara xizmet bike”.

17 Serhatiya Yasmînê nîşan dike ku hizkirin dûmikdirêj e, “hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike” (1 Korintî 13:4, 7, ÎM). Belê, nefretî dikare çetin û zor be, lê hizkirin diha qewî ye. Hizkirin dilê meriva nerm dike û dilê Yehowa şa dike. Heger dijmin nefreta xwe bernedin, em dîsa jî dikarin bextewar bin. Gelo çawa?

GAVA ME NEFRET DIKIN, EM BEXTEWAR IN

18. Gava meriv me nefret dikin, em çima dikarin dîsa jî bextewar bin?

18 Îsa Mesîh gotibû ku heger meriv me nefret bikin jî, yeke em dikarin bextewar bin (Lûqa 6:22). Em hilbet ji nefretê şabûnê nastînin. Lema, em çira dikarin bextewar bin gava me nefret dikin? Bona sê sebeba: Ya yekê, gava em sebir dikin, Xwedê ji me razî dibe (1 Petrûs 4:13, 14). Ya duda, baweriya me diha qewî dibe (1 Petrûs 1:7). Û ya sisiya, emê xelateke xweş bistînin bistînin – jiyîna hetayê! (Romayî 2:6, 7).

19. Paşî ku şandiyên Îsa Mesîh dane ber ber qamçiya, ewana çira şa dibûn?

19 Demeke kin paşî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, gotinên wî hatin sêrî. Cihûya şandiyên Îsa Mesîh dane ber qamçiya û wanra gotin, wekî belakirina mizgînê bidine sekinandinê. Dîsa jî, şandiyên Îsa Mesîh şa dibûn, çimkî “bona navê Îsa hêjayî rezîlkirinê bûne” (Karên Şandiya 5:40-42). Wana Îsa Mesîh haqas hiz dikir ku ji dijmina neditirsiyan. Seva vê hizkirinê, wana belakirina mizgînê nedane sekinandinê. Îro jî gelek xûşk-birên wedê tengasiya bi aminî Yehowara xizmet dikin. Ewana zanin ku Yehowa cefê wan û hizkirina ku ewana bona navê wî nîşan dikin, bîr nake (Îbranî 6:10).

20. Gotara dinda, emê derheqa çi xeber din?

20 Heta xilaziya vê sîstêma xirab, ev dinya wê me nefret bike (Yûhenna 15:19). Dîsa jî, ne lazim e ku em bitirsin. Çawa ku emê gotara dinda bivînin, Yehowa wê xizmetkarên xwe yên amin “bişidîne û ji Yê Xirab xwey ke” (2 Têsalonîkî 3:3). Lema, were em berdewam kin Yehowa, xûşk-bira, û hela hê dijminên xwe jî hiz bikin. Heger em guh bidin vê şîretê, yektiya me wê xirab nebe û dostiya me tevî Yehowa wê qewî bimîne. Usa jî, emê hurmet û rûmetê bidin Yehowa, û îzbat bikin ku hizkirin ji nefretê qewîtir e.

SEVA KU EM BIKARIBIN HIMBERÎ NEFRETÊ SEBIR BIKIN, ÇIMA FERZ E KU EM . . .

  • Yehowa hiz bikin?

  • xûşk-bira hiz bikin?

  • dijminên xwe hiz bikin?

KILAMA 106 Hizkirinê Pêşda Tînin

a Vê gotarêda, emê bivînin ku hizkirina hindava Yehowa, hizkirina xûşk-bira û hela hê hizkirin hindava dijmina jî çawa dikare alî me bike, wekî em ber nefreta dinyayê sebir bikin. Usa jî, emê bivînin ku Îsa çima gotibû ku heger meriv me nefret bikin jî, em dikarin bextewar bin.

b Navên vê gotarêda hatine guhastinê.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Paşî ku eskera birê me Danîlo dane tirsandinê, xûşk-bira alî wî û jina wî kirin ku ewana derbazî bajarekî din bibin, û xûşk-birên li wêderê jî bi dilgermî alî wan kirin.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Gava mêrê Yasmînê miqabilî wê radibû, rûspiyên civatê şîretên baş dane wê. Xûşka me şixulên xwe baş dianî sêrî, û gava mêrê wê nexweş ket, ew miqatî wî dibû.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin