KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp22 № 1 rûp. 12-13
  • 4 | Bi Alîkariya Xwedê Nefretiyê Alt Dikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 4 | Bi Alîkariya Xwedê Nefretiyê Alt Dikin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Hînkirina Kitêba Pîroz:
  • Ev Çi Tê Hesabê:
  • Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:
  • Çawa Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Em Dikarin Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Çima Meriv Hev Nefret Dikin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Nefretî wê ser Dinyayê Bê Hildanê!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
wp22 № 1 rûp. 12-13
Meriv berbi Kitêba Pîroz tên, kîjan ku şewq dide. Siya wan nefretiya wane berê dide kifşê.

ÇAWA NEFRETIYÊ JI DILÊ XWE DERXIN?

4 | Bi Alîkariya Xwedê Nefretiyê Alt Dikin

Hînkirina Kitêba Pîroz:

“Berên Ruh ev in: Hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî, milûktî, xwegirtin” (GALATÎ 5:22, 23).

Ev Çi Tê Hesabê:

Bi alîkariya Xwedê em dikarin nefretiyê ji dilê xwe derxin. Bi saya ruhê Xwedêyî pîroz em dikarin xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan ku meyê xwexa tu car nikaribûya qazanc kira. Lema jî dewsa ku pê qewata xwe nefretiyê ji dilê xwe derxin û îtbariya xwe, xwe bînin, wê diha baş be îtbariya xwe qewata Xwedê bînin. Hergê em usa bikin, emê ser xwe texmîn kin ewê yekê, çi ku Pawlosê şandî ser xwe texmîn kir: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13). Û emê mîna zebûrbêj bêjin: “Alîkariya min ji Xudan e” (Zebûr 121:2, ÎM).

Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:

“Yehowa alî min kir, ku bi temamî bême guhastinê û bibime merivekî edilayîhiz” (WALDO).

Bi temamiya dilê xwe ruhê pîroz ji Yehowa bixwaze (Lûqa 11:13). Ji Yehowa hîvî ke ku alî te bike, wekî xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda bînî, yên ku wî xweş tên. Pêbihese ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa wan hunura, bi saya kîjana em dikarin nefretiyê ji dilê xwe derxin, mesele: hizkirin, edilayî, sebir û xwegirtin. Wan xeyset-hunura nav xweda pêşda bîne û mecala bivîne ku wana bidî kifşê. Him jî hevaltiyê tevî wan meriya bike, yên ku mîna te dixwazin wan hunura nav xweda pêşda bînin. Hevalên usa dikarin “hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine” te (Îbranî 10:24).

Serhatî​—WALDO

Nefretî û Zulmî Alt kir

Waldo.

Biçûktaya Waldo gelek çetin derbaz dibû, ji bo çi jî dilê wî bi nefretiyê tije bibû. Ew dibêje: “Min kûçada timê tevî merivên ku narkotîka difirotin, şer dikir . . . Carekê komeke qaçaxa pere dabûne merivekî, wekî min bikuje. Rast e ewî ez birîndar kirim, lê dîsa jî min karibû birevim û xwe veşêrim”.

Çaxê jina Waldo destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be, ev yek wî xweş nehat. Ew dibêje: “Min Şedên Yehowa nefret dikir û gelek cara min çêrî wan dikir. Lê dîsa jî ewana tevî min bi qedir bûn”.

Wede şûnda Waldo jî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Ew dibêje: “Çi ku ez pêdihesiyam, minra hêsa nîbû bînim sêrî. Min tirê ku ezê tu car nikaribim hêrsa xwe bitemirînim”. Lê ew tiştekî usa ji Kitêba Pîroz pêhesiya, çi ku gelek ser wî hukum bû.

Waldo şirovedike: “Rojekê Alêhandro, birê ku tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, gote min ku Galatî 5:22, 23 bixûnim. . . . Alêhandro minra şirovekir, ku ez ne ku pê qewata xwe, lê bi saya ruhê Xwedêyî pîroz dikarim wan hunura nav xweda pêşda bînim. Evan giliya bi temamî nihêrandina min guhastin!”

Bi alîkariya Xwedê, Waldo nefretî û zulmî alt kir. Ew dibêje: “Merivên min û hevalên mine berê, nikarin bawer kin, ku ez çiqas hatime guhastinê”. Ew zêde dike: “Yehowa alî min kir, ku bi temamî bême guhastinê û bibime merivekî edilayîhiz”.

Hê zêde derheqa serhatiya Waldo bixûnin ji “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê, sala 2013, rûpêlên 12-13.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin