KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w23 Mijdar rûp. 20-25
  • Gelo Yehowa wê Caba Duayên Min Bide?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Yehowa wê Caba Duayên Min Bide?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EM DIKARIN JI YEHOWA HÎVIYA ÇI BIN?
  • YEHOWA DIXWAZE KU EM ÇI BIKIN?
  • ÇIRA DIBEKE LAZIM BE KU EM HINE XWESTINÊN XWE BIGUHÊZIN?
  • Yehowa Çawa Caba Duayên Me Dide?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Xwedê Çima Caba Hemû Dua Nade?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Em Ça Dikarin Duayên Xwe Hê Baş kin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
w23 Mijdar rûp. 20-25

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 49

Gelo Yehowa wê Caba Duayên Min Bide?

“Hûnê bangî min bikin û hûnê herin û minra dua bikin û ezê we bibihêm” (YÊREMYA 29:12).

KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

VÊ GOTARÊDAa

1-2. Carna em çira difikirin, wekî Yehowa caba duayên me nade?

“BIRA Xudan şabûna te be, Ewê xwestinên dilê te bide te” (Zebûr 37:4). Çi sozekî xweş e! Lê gelo em dikarin hîviyê bin, ku Yehowa wê derbêra caba duayê me bide û xwestina me bîne sêrî? Gelo ev pirs çira ferz e? Were em dîna xwe bidine çend mesela. Xûşkeke azep dixwaze here Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê û seva vê yekê dua dike. Lê çend sal derbaz dibin û ew hela hê nayê teglîfkirinê. Birakî cahil ji Yehowa reca dike, ku ji nexweşîke giran qenc be, wekî bikaribe civatêda diha zêde xizmetê ke. Lê sihet-qewata wî baş nabe. Dê-bav dua dikin, ku zarên wan rastiyêda bimînin, lê zareke wan rastiyê dihêle.

2 Diqewime te jî ji Yehowa tiştek reca kiriye, lê xwestina te hê nehatiye sêrî. Lema jî, dibeke tu difikirî ku Yehowa caba duayên kesên din dide, lê ya te nade. Yan jî dibeke tu difikirî, wekî te tiştek nerast kiriye. Xûşkeke bi navê Cênîsb usa difikirî. Ewê û mêrê wê dua dikirin, wekî Beytelêda xizmet kin. Ew dibêje: “Ez bawer bûm, ku wê zû me teglîfî Beytelê kin”. Lê gelek sal derbaz bûn û ewana nehatine teglîfkirinê. Cênîs dibêje: “Ez xemgîn bûm û tev li hev bûm. Ez difikirîm ku çira Yehowa ji min razî nîne. Min gelek car derheqa vê xwestina xwe jêra dua dikir. Ewî çira caba duayê min nedida?”

3. Vê gotarêda emê çi pêbihesin?

3 Cara dibeke em dudilî dibin, ku Yehowa duayên me dibihê. Wedê berê, hine mêrên amin jî wê yekêda dudilî dibûn (Îbo 30:20; Zebûr 22:2; Hebaqûq 1:2). Lê tu çira dikarî bawer bî, ku Yehowa duayên te dibihê? (Zebûr 65:2) Seva ku caba vê yekê bistînin, emê dîna xwe bidine van pirsa: (1) Em dikarin ji Yehowa hîviya çi bin? (2) Yehowa dixwaze ku em çi bikin? (3) Çira dibeke lazim be ku em hine xwestinên xwe biguhêzin?

EM DIKARIN JI YEHOWA HÎVIYA ÇI BIN?

4. Li gora Yêremya 29:12, Yehowa çi soz daye?

4 Yehowa soz dide ku ewê duayên me bibihê (Bixûne Yêremya 29:12). Xwedayê me xizmetkarên xweye amin hez dike, lema jî ewê duayên wan tu car pişt guhê xweva nevêje (Zebûr 10:17; 37:28). Lê ev nayê hesabê ku ewê hemû xwestinên me bîne sêrî. Seva ku hine xwestinên me bêne sêrî, diqewime lazim be, ku em heta dinya teze hîviyê bin.

5. Gava Yehowa duayên me dibihê, ew dîna xwe dide çi? Şiroveke.

5 Yehowa dîna xwe didê, ku xwestinên me ça nêta wîva girêdayî ne (Îşaya 55:8, 9). Nêta wî ew e, ku dinê bi merivên usa tije ke, yên ku guh didine wî û serwêrtiya wî. Lê Mîrê-cina difikire, hergê meriv serwêrtiyê bikin, halê wan wê diha baş be (Destpêbûn 3:1-5). Seva ku derewê Mîrê-cina eyan bûya, Yehowa îzin da, wekî meriv serwêrtiyê bikin. Lê bi rastî serwêrên dinê, bûne sebebên gelek problêma, rastî kîjana ku em îro tên (Waîz 8:9). Em zanin, ku Yehowa wê niha hemû problêmên dinyayê safî neke. Hergê ew usa bike, dibeke hine meriv bifikirin, wekî serwêrên dinê dikarin kul-derda bidine hildanê.

6. Çira em gerekê bawer bin, wekî Yehowa wê her tiştî li gora hezkirin û heqiyê safî ke?

6 Yehowa dikare bi cûre-cûre mêtoda caba duayên me bide. Mesele, gava Hizqiya Padşa giran nexweş bû, ewî ji Yehowa lava dikir, ku wî qenc bike. Paşê Yehowa caba wî da û wî qenc kir (2 Padşatî 20:1-6). Ji aliyê dinva, gava Pawlosê şandî ji Xwedê reca kir, ku “derzîkê” ji bedena wî derxe, Yehowa ew qenc nekir, diqewime xwestina wî ev bû, ku ji nexweşîkê qenc bûya (2 Korintî 12:7-9). Usa jî, dîna xwe bidine mesela Aqûb û Petrûsê şandî. Hêrodes Padşa dixwest wana bikuşta. Xûşk-birên civatê him bona Petrûs him jî bona Aqûb dua dikirin. Petrûs hate xilazkirinê, lê Aqûb hate kuştinê (Karên Şandiya 12:1-11). Dibeke em bifikirin, gelo çira Yehowa Petrûs xilaz kir, lê Aqûb xilaz nekir?” Kitêba Pîroz derheqa vê yekê tiştekî nabêje.c Lê em dikarin bawer bin, ku “neheqî” cem Yehowa tune ye (Qanûna Ducarî 32:4). Em zanin wekî Yehowa ça ji Petrûs usa jî ji Aqûb razî bû (Eyantî 21:14). Carna Yehowa caba duayên me usa nade, çawa ku em dixwazin. Lê em bawer in, ku Yehowa her tiştî timê li gora hezkirin û heqiyê dike, lema jî gava ew caba duayên me bi cûrekî din dide, em ber xwe nakevin (Îbo 33:13).

7. Em gerekê çi nekin û çira?

7 Em gerekê halê xwe beramberî halê kesên din nekin. Mesele, diqewime em Yehowara dua dikin ku alî me bike, lê derdê me sivik nabe. Paşê, em pêdihesin wekî kesekî din jî bona wî tiştî dua kiriye û usa tê kifşê ku Yehowa problêma wî safî kiriye. Xûşkeke bi navê Anna rastî dereceke usa hatibû. Ewê dua dikir wekî mêrê wê Mêtyû ji kanserê qenc be. Wî çaxî kansera du xûşkên emirda mezin jî hebû. Annayê seva Mêtyû û her du xûşka gelek dua dikir. Xûşk qenc bûn, lê mêrê wê mir. Sêrîda Anna dişirmîş dibû, gelo Yehowa ew herd xûşk qenc kir, yan na? Hergê erê, çira Ewî duayên wê nebihîst û mêrê wê qenc nekir? Hemikî em nizanin, ku ew du xûşk çira qenc bûn. Lê em zanin, wekî Yehowa Xwedê wê hemû êş û derdên me bide hildanê, û ew ji dil dixwaze dostên xwe ji mirinê rake (Îbo 14:15).

8. (a) Li gora Îşaya 43:2, Yehowa çawa alî me dike? (b) Gava em rastî tengasiyên giran tên, dua çawa dikare alî me bike? (Binihêrin vîdêo bi navê Dua Alî Me Dike, ku Teyax kin.)

8 Yehowa wê timê alî me bike. Bavê meyî dilovan, Yehowa, naxwaze ku em êşê bikişînin (Îşaya 63:9). Dîsa jî, ew me ji hemû tengasiya naparêze. Tengasiyên me dikarin mîna çem yan jî alava agir ser meda bên (Bixûne Îşaya 43:2). Lê Xwedê soz daye, ku wê alî me bike, wekî em bikaribin himberî tengasiyên xwe sebir kin. Ewê qe îzinê nede, wekî tengasî zirareke mezin bidine me. Usa jî, Yehowa bi saya ruhê pîroz qewatê dide me, ku em sebir kin (Lûqa 11:13; Fîlîpî 4:13). Belê, seva ku em sebir kin û Xwedêra amin bimînin, em dikarin ji dil bawer bin, wekî Ewê her tiştê ku mera lazim e, bide me.d

YEHOWA DIXWAZE KU EM ÇI BIKIN?

9. Li gora Aqûb 1:6, 7, çira em gerekê bawer bin, ku Yehowa wê alî me bike?

9 Yehowa dixwaze ku em îtbariya xwe wî bînin (Îbranî 11:6). Carna derdên me bêçare têne kifşê. Diqewime şik dikeve dilê me, gelo Yehowa wê alî me bike yan na. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî bi qewata Xwedê, em dikarin “ser sûrara” banzdin (Zebûr 18:29). Lema jî dewsa ku em dudilî bin, em gerekê ji dil dua bikin û bawer bin, ku Yehowa wê caba duayên me bide (Bixûne Aqûb 1:6, 7).

10. Em çawa dikarin li gora duayên xwe kar bikin? Meselê bînin.

10 Yehowa dixwaze ku em li gora duayên xwe kar bikin. Mesele, birakî me Yehowara dua dike, wekî serkarê xebatê îzinê bide wî, ku here ser civata mezin. Yehowa çawa dikare caba duayê wî bide? Ew dikare mêrxasiyê bide birê me, ku serkarê xwera derheqa vê yekê xeber de, lê birê me gerekê xwexa here cem serkarê xwe û xwestina xwe jêra bêje. Diqewime lazim be, wekî ew gelek car îzinê ji wî bixwaze. Dibeke birê me serkarê xwera bêje, wekî ew dikare rojeke din bixebite, yan jî hergê lazim be, ew dikare wî wedeyî gava here ser civata mezin, heqê xwe nestîne.

11. Çira em gerekê berdewam kin bona xemên xwe dua bikin?

11 Yehowa dixwaze ku em berdewam kin bona xemên xwe dua bikin (1 Têsalonîkî 5:17). Ji giliyên Îsa tê kifşê, ku dibeke hine xwestinên me zû neyêne sêrî (Lûqa 11:9). Lema jî xîreta xwe unda neke! Timê ji dil dua bike (Lûqa 18:1-7). Hergê em usa bikin, Yehowa wê bivîne ku ev yek bona me gelek ferz e. Usa jî emê îzbat kin, ku em xwe dispêrin alîkariya Yehowa.

ÇIRA DIBEKE LAZIM BE KU EM HINE XWESTINÊN XWE BIGUHÊZIN?

12. (a) Derheqa xwestinên xwe, em dikarin çi ji xwe bipirsin, û çira? (b) Em ça dikarin îzbat bin, ku duayên me hurmetê didine Yehowa? (Binihêre çargoşe “Gelo Xwestinên Min Hurmetê Didine Yehowa?”.)

12 Hergê em caba duayê xwe nastînin, em dikarin sê pirsa bidine xwe. Ya yekê: Gelo ez bona tiştên rast dua dikim? Gelek car, em difikirin ku em zanin tiştê herî baş bona me çi ye. Lê diqewime ev xwestina me bona kara me nîne. Dibeke em difikirin ku em safîkirina problêmekê zanin û bona wê yekê dua dikin. Û diqewime hine tiştên ku em dixwazin, ne li gora nêta Yehowa ne (1 Yûhenna 5:14). Were em dîna xwe bidine mesela dê û bavekî, derheqa kîjana ku me jorê got. Wana ji Yehowa lava dikir, ku zarên wan xwe li rastiyê bigirin. Rast e ev xwestineke baş e, lê Yehowa zorê tu kesî nake, wekî jêra xizmet ke. Ew dixwaze wekî her kes, hela hê zarên me jî, ji dil wîra xizmet kin (Qanûna Ducarî 10:12, 13; 30:19, 20). Lema jî dê-bav dikarin ji Yehowa lava kin, wekî xebera Wî bigihîje dilên zarên wan. Bi vî cûreyî, ewana dikarin alî zarên xwe bikin, ku Yehowa hez bikin û bibine dostên wî (Metelok 22:6; Efesî 6:4).

Gelo Xwestinên Min Hurmetê Didine Yehowa?

Yehowa Bavekî dilovan e û dixwaze xwestinên me bîne sêrî. Usa jî, ew Efirandarê me ye û hêja ye, ku em hurmetê bidine wî (Eyantî 4:11). Gava tu dua dikî, tu çawa dikarî Bavê xweyî ezmanara qedir bidî kifşê?

  • Dîna xwe bidê, ku nêta te rast be û xwestinên te li gora nêta Xwedê bin (1 Yûhenna 5:14). Em gerekê haş ji xwe hebin, ku duayên xweda xwehez nîbin, dêmek em gerekê tenê dîna xwe nedine xwestin û hewcên xwe. Aqûb xizmetkarên Xwedêra got, ku hergê ewana “bi nêta xirab” tiştekî bixwazin, Xwedê wê xwestina wan înkar ke (Aqûb 4:3, ÎM).

  • Fesal bin, wekî duayên xweda nekevine tenê heyra xwe (Metta 4:7). Bawer be, ku Yehowa zane çawa bi cûrê herî baş caba duayên te bide. Û carna ew bi cûrekî din caba me dine, ne ku çawa em hîviyê ne (Efesî 3:20).

  • Bona tiştên ku ew her roj dide te, şêkirdar be. Gava tu Xwedêra dibêjî wekî tu alîkariya wî qîmet dikî, bide ber çevê xwe ku ew çiqas şa dibe (Kolosî 3:15; 1 Têsalonîkî 5:17, 18).

13. Li gora Îbranî 4:16, Yehowa wê kengê alî me bike? Meselê bînin.

13 Pirsa duda: Gelo niha wedê rast e, ku Yehowa xwestina min bîne sêrî? Diqewime em difikirin, ku em gerekê zû caba duayên xwe bistînin, lê bi rastî Yehowa wedê herî baş alî me dike (Bixûne Îbranî 4:16). Hergê em caba duayên xwe zû nestînin, diqewime em bifikirin, ku Yehowa dibêje ‘Na’. Lê bi rastî ew dibêje ‘Hela hê na’. Niha were em dîna xwe bidine, mesela birê nexweş, yê ku dixwest qenc be. Hergê Yehowa wî bi keremetî qenc kira, Mîrê-cina dikaribû bigota, ku ew bona qenciya Yehowa, aminiyê xwey dike (Îbo 1:9-11; 2:4). Yehowa wede kifş kiriye, ku hemû nexweşiya bide hildanê (Îşaya 33:24; Eyantî 21:3, 4). Heta ew roj bê, em nikarin hîviya keremeta bin. Lema jî birê me dikare ji Yehowa qewat û dilrihetiyê bixwaze, wekî ew her gav sebir ke û bi aminî Wîra xizmet ke (Zebûr 29:11).

14. Tu ji serhatiya Cênîsê çi hîn bûyî?

14 Serhatiya Cênîsê dîsa bîne bîra xwe. Ewê bona xizmetiya Beytelê dua dikir. Pênc sal şûnda, ewê fem kir, ku Yehowa çawa caba duayê wê dabû. Ew dibêje: “Wê demê, Yehowa ez hîn dikirim ku bibime xizmetkareke gihîştî. Lazim bû ku ez hê zêde îtbariya xwe wî bînim û bi xîret lêkolîna şexsî bikim. Min fem kir, wekî şabûna min derecên jîyînêva girêdayî nîne”. Paşê, Cênîs û mêrê wê çawa berpirsiyarê mihalê hatine kifşkirinê. Îro Cênîs dibêje: “Yehowa caba duayên min da, lê ne bi vî cûreyî ku ez hîviyê bûm. Gelek wext minra lazim bû, seva ku fem bikim, wekî caba Yehowa bona kara min bû. Ez bona hezkirin û dilovaniya Yehowa gelek razî me”.

Şikil: 1. Du xûşk blanka seva Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê tije dikin. Ewana pêşiya tijekirina blankê, dua dikin. 2. Oda civatêda, yek ji wan xûşka teglîfa hînbûnê nîşanî hevalên xwe dike, xûşka ku blankeke usa tije kiriye, kêleka wan e. 3. Xûşka ku nehatiye teglîfkirinê Yehowara dua dike û paşê neme dinivîse. Paşê ew welatekî dinda xizmet dike û ser proêkteke avakirinê kar dike.

Hergê tu difikirî ku te caba duayên xwe nestandiye, dibeke diha baş e wekî tu bona tiştên din dua bikî (Binihêre abzasa 15)f

15. Çira cara wê baş be duayên xweda konkrêt nîbin? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Pirsa sisiya: Gelo ez gerekê bona tiştên din jî dua bikim? Hemikî tiştek xirab vê yekêda tune ye, ku konkrêt Yehowara derheqa xwestinên xwe bêjin. Lê carna diha baş e, wekî em duayên xweda konkrêt nebêjin, ku Yehowa çi û ça gerekê bike, wekî caba me bide. Bi vî cûreyî emê têderxin, ku nêta Yehowa bona me çi ye. Were em niha dîna xwe bidine mesela xûşka azep, ya ku dixwest here Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê. Ewê dixwest here cîkî usa, kîderê diha zêde mizgînvan lazim bûn. Lema jî, ew dikare him bona hînbûnê him jî bona ku hê zêde xizmet ke, dua bike (Karên Şandiya 16:9, 10). Paşê, ew dikare li gora duayên xwe kar bike û ji berpirsiyarê mihalê bipirse, ku kîjan civata nêzîkda diha zêde pêşeng lazim in. Yan jî, ew dikare fîlîalêra binivîse û bipirse kîderê diha zêde mizgînvan lazim in.e

16. Em çida dikarin bawer bin?

16 Çawa me dît, em dikarin bawer bin wekî Yehowa wê caba duayên me bi dilovanî û hezkirinê bide (Zebûr 4:3; Îşaya 30:18). Carna dibeke em xût vê cabê nestînin, ya ku hîviyê ne. Lê Yehowa wê tu car duayên me pişt guhê xwe nevêje. Ew me gelekî hez dike û wê tu car me nehêle (Zebûr 9:10). Lema jî “timê Wîda guman bin” û “Wîra dilê xwe vekin” (Zebûr 62:8).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Gava em dua dikin, em dikarin ji Yehowa hîviya çi bin?

  • Yehowa hîviyê ye ku em çi bikin?

  • Çira dibeke lazim be, ku em hine xwestinên xwe biguhêzin?

KILAMA 43 Duakirin ji Razîbûnê

a Vê gotarêda tê şirovekirinê, ku em çira dikarin bawer bin wekî Yehowa wê timê caba duayên me bi heqî û hezkirinê bide.

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

c Binihêrin gotara bi navê “Tu Bawer î ku Safîkirinên Yehowa Hertim Rast in?” ji Birca Qerewiliyê, Sibat 2022, abz. 3-6.

d Ser jw.org binihêrin vîdêo bi navê Dua Alî Me Dike, ku Teyax kin.

e Bona ku hê zêde înformasiya bistînin, seva xizmetiya mihaleke dinda, binihêrin kitêba Sazkirîne seva Qirara Xwedê Bînin Sêrî, serê 10, abz. 6-9.

f ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Du xûşk pêşiya tijekirina blankê, seva Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê, dua dikin. Wext şûnda, tenê yek ji wan tê teglîfkirinê. Dewsa ku xemgîn be, xûşka ku nehatiye teglîfkirinê, dua dike û ji Yehowa rêberiyê dixwaze ku ew çawa dikare xizmetiyêda diha zêde kar bike. Paşê ew fîlîalêra neme dinivîse û dibêje ku ew hazir e cîkî din xizmet ke, kîderê ku hewcetî heye.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin