KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Sibat rûp. 28-29
  • Em Ça Dikarin Hevalekî Amin Bin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Ça Dikarin Hevalekî Amin Bin?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • HEVALÊN AMIN ÇA DIKARIN ALÎKARIYÊ BIDINE ME?
  • ALÎ WAN XÛŞK-BIRA BIKE, YÊN KU NIKARIN JI MALÊ DERKEVIN
  • WEDÊ PEYKETINA KÊLEKA XÛŞK-BIRA BE
  • Kitêba Pîrozda Derheqa Hevaltiyê Çi Tê Gotinê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Yehowa wê Qewatê Bide Te!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Tevî Wan Meriva Hevaltiyê Bike, yên ku Xwedê Hiz Dikin
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Teglîf ke, wekî Tevî Te Qulix kin
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2013
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Sibat rûp. 28-29

Em Ça Dikarin Hevalekî Amin Bin?

GELO qe usa qewimî ye, ku tu rastî problêmekê hatibûyî û kes tune bû, wekî bê hewara te? Em rojên gelek çetinda dijîn, lema jî dibeke em carna dilteng bin û tenêbûnê texmîn kin (2 Tîmotêyo 3:1). Lê bi rastî nelazim e wekî em bifikirin, ku em gerekê xwexa derdên xwe bikişînin, çimkî hene merivên usa, yên ku hazir in alî me bikin. Kitêba Pîroz dibêje, ku “roja oxirmê giran”, hevalên amin dikarin alîkariyê bidine me (Metelok 17:17).

HEVALÊN AMIN ÇA DIKARIN ALÎKARIYÊ BIDINE ME?

Kelêda Pawlos neme dide Tixîko.

Gava Pawlosê şandî girtiyê malê bû, ewî xizmetiya xwe bi alîkariya hevalê xwe dianî sêrî

Hevalên Pawlosê şandî, yên ku tevî wî rêwîtî dikirin, alîkarî didane wî (Kolosî 4:7-11). Gava Pawlos kela Romêda bû, hevalên wî van şixula dikirin, kîjan ku Pawlos nikaribû bikira. Mesele, Êpafrodîto tiştên ku xûşk-birên ji Fîlîpyayê şandibûn, gîhande Pawlos (Fîlîpî 4:18). Tixîko nemên Pawlos bire çend civata (Kolosî 4:7). Gava Pawlos girtiyê malê bû yan jî kelêda bû, ewî xizmetiya xwe bi alîkariya hevalên xwe dianî sêrî. Gelo tu ça dikarî hevalekî amin bî?

Serhatiyên xûşk-birên me didine kifşê, ku hevalên rast ça dikarin alîkariyê bidine hev. Were em mesela xûşkeke me şêwir kin, ku ça ewê alî pêşengeke hertim dikir, navê kîjanê Êlîzabêt bû, ya ku Îspanyayêda dijî. Gava diya wê bi kanserê nexweş ket, xûşka me jêra gelek rêzên Kitêba Pîroz şand. Êlîzabêt dibêje: “Çaxê min sms ji vê xûşkê stand, ez gelek şa bûm ku kesek bona min dişirmîş dibe, û min îda xwe tenê texmîn nedikir” (Metelok 18:24).

Gava em alî xûşk-bira dikin wekî ewana xizmet kin, yan jî herine civata, hevaltiya me tevî wan diha qewî dibe. Mesele, gelo tu dikarî xûşk yan birakî emirda mezin pê ereba xwe bivî civatê yan jî xizmetiyê? Hergê tu bi wî cûreyî alî kesekî bikî, ne ku tenê tuyê wî kesî qewî kî, lê ewê jî te qewî ke (Romayî 1:12). Lê hine xûşk-birên me nikarin ji mal derkevin. Gelo em ça dikarin bona wan bibine hevalên baş?

ALÎ WAN XÛŞK-BIRA BIKE, YÊN KU NIKARIN JI MALÊ DERKEVIN

Hine xûşk-birên me ji bo nexweşiyê yan jî meniyên din nikarin herine civata. Mesele, were em dîna xwe bidine serhatiya birê me Davîd, kîjan ku kansera wî heye. Ewî şeş meha zêdetir kîmyatêrapîya distand. Wan meha, Davîd û kulfeta wî Lîdîya bi saya vîdêokonfêrênsiyayê diketine civatê.

Gelo wana çawa ji xûşk-bira alîkarî distandin? Xilaziya her civatekê, hine xûşk-bira, yên ku Oda Civatêda bûn bi saya vîdêokonfêrênsiyayê tevî wan xeber didan. Usa jî, gava Davîd û Lîdîyayê caba xwe didan, xûşk-bira pê smsê payê wan didan. Bi saya vê yekê, Davîd û Lîdîyayê hezkirina xûşk-bira ser xwe texmîn dikirin.

Xûşkek tevî xûşkeke emirda mezin pê têlê xizmet dike û wê hêlan dike.

Tevî xûşk-birên, ku nikarin ji malê derkevin, xizmet ke

Gelo tu dikarî tevî wan xûşk-bira xizmet kî, yên ku nikarin ji malê derkevin? Hergê tu planên xwe hevekî biguhêzî, tu dikarî bidî kifşê wekî tu wan xûşk-bira bîr nakî (Metelok 3:27). Mesele, tu dikarî tevî wan neme binivîsî yan jî pê têlê xizmet kî. Kesên ku nikarin ji malê derkevin, diqewime dikarin bi saya întêrnêtê bikevine civînên bona xizmetiyê. Davîd û Lîdîyayê ev mecal gelekî hez dikirin. Davîd usa dibêje: “Xeberdanên kin û duakirina tevî komê qewateke mezin dida me”. Xêncî vê yekê hergê dest dide, gelo tu dikarî carna xwendekarekî xwe bînî mala xûşk yan birakî, yê ku nikare ji malê derkeve, wekî wêderê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kî?

Gava em wedê xwe tevî wan xûşk-bira derbaz dikin, yên ku nikarin ji malê derkevin, em diha baş wan û xeyset-hunurên wane baş nas dikin, û dibine hevalên wan. Mesele, gava tu tevî wan xizmet dikî, tu divînî ku ewana Kitêba Pîroz çawa bi hostetî didine xebatê, wekî Xebera Xwedê bigihînine dilê meriva. Û ev yek mecalê dide te, ku diha zêde wana hez kî. Çaxê tu şixulê ruhanîda alîkariyê didî xûşk-bira, usa tu diha zêde hevala qazanc dikî (2 Korintî 6:13).

Gava Pawlos rastî tengasiya hat, dostê wî Tîto çû serîkî lê xe, û bi saya vê yekê Pawlos dilbînî stand (2 Korintî 7:5-7). Mesela Tîto nîşanî me dike, wekî em ne tenê pê giliyên xweye dilgerm dikarin ber dilê xûşk-birada bên, lê usa jî çaxê tevî wan wede derbaz dikin û alî wan dikin (1 Yûhenna 3:18).

WEDÊ PEYKETINA KÊLEKA XÛŞK-BIRA BE

Rûsyayê wedê peyketina, xûşk-birên me alî hev dikin. Were em dîna xwe bidine serhatiya Sêrgêyî û kulfeta wî Tatyanayê. Polîsa mala wan serobinîhev kirin û ew birine polîsxanê. Pêşiyê, Tatyana berdan. Sêrgêyî usa dibêje: “Hema ça Tatyana gihîşte malê, xûşkeke mêrxas hate mala me. Paşê hevalên meye din jî hatin û alî me kirin malê temiz kin”.

Sêrgêyî dibêje: “Metelok 17:17 timê min xweş dihat. Ev rêz usa dibêje: ‘Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran’. Wedê peyketina, min dît ku ev gilîne çiqas rast in. Gava min nikaribû tenê sebir bikim, Yehowa hevalên mêrxas şandine bal min wekî alî min bikin”.a

Halê dinyayê çiqas diçe xirab dibe, û em hewcê hevalê amin in. Û wedê tengasiya mezin, emê diha zêde hewcê van hevala bin. Lema jî were em çi ji destê me tê bikin, ku nihada bona hevdu hevalên amin bin! (1 Petrûs 4:7, 8)

a Ser jw.org binihêre gotara bi navê “Yehowa Hevalên Mêrxas Dane Min”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin