KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Gulan rûp. 14-19
  • Hizreta Wî Bajarî bin, yê ku wê Bê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hizreta Wî Bajarî bin, yê ku wê Bê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • XWE BISPÊRINE YEHOWA, YÊ KU WÊ TU CAR WE NEHÊLE
  • GUHDARIYA BIRÊN CABDAR BIKE
  • XÛŞK-BIRA HEZ BIKIN Û MÊVANHIZ BIN
  • ÇI QEWIMANDIN PÊŞIYA ME NE?
  • Nema ku Alî Me Dike Heta Xilaziyê Amin Bimînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Bona Me Baş e ku Em Diha Nêzîkî Hevdu bin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Gulan rûp. 14-19

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 21

KILAMA 21 Pêşiyê Padşatiyê Bigerin

Hizreta Wî Bajarî bin, yê ku wê Bê

“Em hizreta wî bajarî ne, yê ku wê bê” (ÎBRANÎ 13:14).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin, ku çira nema Îbraniyara serê 13 him îro bona me kêrhatî ye, him jî axiriyêda wê karê mera bîne.

1. Îsa çi pêxembertî kiribû derheqa Orşelîmê?

ÇEND roj pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh hûr bi hûr got, ku axiriyêda çi wê biqewime. Giliyên Îsa cara pêşin hatine sêrî, gava bajarê Orşelîmê û paristgeh hatine wêrankirinê. Ewî gotibû ku esker wê dora bajêr bigirin (Lûqa 21:20). Usa jî ewî şagirtên xwera gotibû, ku gava ewana eskera bivînin, gerekê derbêra ji wêderê birevin. Çawa ku Îsa gotibû, eskerên Romayî hatin û dora bajarê Orşelîmê girtin (Lûqa 21:21, 22).

2. Pawlosê şandî xûşk-birên Cihûstanê û Orşelîmêra çi got?

2 Çend sal pêşiya ku eskerên Romayî dora Orşelîmê girtin, Pawlosê şandî Îbraniyara nemek şand. Vê nemêda Pawlos xûşk-birên Cihûstanê û Orşelîmêra got, ku ça ewana dikarin xwe bona axiriyê hazir kin. Wêrankirina Orşelîmê nêzîk bû, lema jî wana gerekê mal û şixul-emelê xwe bihîştana û ji wêderê bireviyana, wekî xilaz bûna. Lema jî Pawlos derheqa Orşelîmê usa got: “Mera li vir bajarekî hîmî tune, lê em hizreta wî bajarî ne, yê ku wê bê” (Îbranî 13:14).

3. Bajarê ku bingeha wî qewî ye çi ye, û em çira lê digerin?

3 Çaxê xûşk-bira safî kirin wekî ji Orşelîmê û Cihûstanê herin, diqewime gelek meriva qerfên xwe wan kirin. Lê evê safîkirinê emirê wan xilaz kir. Îro jî meriv qerfên xwe me dikin, çimkî em gumana xwe nadine ser pera û îtbariya xwe vê yekê naynin, ku meriv wê problêmên dinyayê safî kin. Gelo meniya vê safîkirina me çi ye? Em zanin ku ev dinya zulim wedelû ye, lema jî em bajarê ku bingeha wî qewî ye digerin, “yê ku zûtirekê wê bê”, dêmek Padşatiya Xwedêa (Îbranî 11:10; Metta 6:33). Vê gotarêda emê bivînin, ku 1) şîreta Pawlos, ya ku ji bîna ber Xwedê ye, ça alî xûşk-birên qirna yekê kir, wekî ewana berdewam kin bajarê ku wê bê, bigerin, 2) Pawlos ça wana bona qewimandinên axiriyê hazir kir, û 3) şîreta wî ça alî me dike.

XWE BISPÊRINE YEHOWA, YÊ KU WÊ TU CAR WE NEHÊLE

4. Bona Mesîhiyên qirna yekê Orşelîm çima cîkî ferz bû?

4 Bona Mesîhiyên qirna yekê Orşelîm cîkî ferz bû. Civata pêşin sala 33 D.M.-da wêderê hatibû sazkirinê, û birên ji koma rêberiyê jî wêderê diman. Xêncî vê yekê, mal-milkê gelek Mesîhiya wêderê bû. Lê Îsa şagirtên xwera gotibû, ku rojekê wê lazim be wekî ewana ji Orşelîmê û hela hê ji Cihûstanê jî birevin (Metta 24:16).

5. Pawlosê şandî ça şagirtên Îsa bona qewimandinên axiriyê hazir kir?

5 Pawlosê şandî dixwest, wekî şagirtên Îsa hazir bin ji Orşelîmê derkevin. Lema jî ewî alî wan kir, ku ewana nihêrandina Yehowa hindava wî bajarî fem kin. Pawlos wanra got, ku ber çevê Yehowa, paristgeh, kahîntî û qurbanên ku Orşelîmêda dianîn, îda tiştên pîroz nînin (Îbranî 8:13). Heçî zef bineliyên Orşelîmê Îsa Mesîh înkar kiribûn. Paristgeha Orşelîmê îda ciyê sereke bona hebandina Yehowa nîbû, û Îsa jî pêşda gotibû, wekî bajar û paristgeh wê bêne wêrankirinê (Lûqa 13:34, 35).

6. Şîreta Pawlos ji Îbranî 13:5, 6 bona Mesîhiya çima wededa bû?

6 Gava Pawlos Îbraniyara nivîsî, Orşelîm bajarekî pêşdaçûyî û xweş bû. Nivîskarekî Romayî, yê ku wî wedeyî dijît, derheqa Orşelîmê got ku ew “rohilatêda bajarê herî nav û deng” bû. Cihûyên ji gelek welata her sal diçûne wêderê, wekî cejina derbaz kin. Wana gelek pere wêderê xerc dikir, lema jî halê bajêr aliyê êkonomîkîda baş bû. Hine şagirtên Îsa jî ji vê yekê kar distandin. Diqewime ji bo vê yekê, Pawlos wanra usa got: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destên weda çiqas heye, razî bin”. Paşê, ewî besa rêzekê kir, ya ku nîşan dike wekî Yehowa çi soz daye xizmetkarên xwe: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Bixûne Îbranî 13:5, 6; Qanûna Ducarî 31:6; Zebûr 118:6). Mesîhiyên ku li Orşelîm û Cihûstanê dijîtin, bi rastî jî hewcê vî sozê Xwedê bûn. Gelo çima? Çimkî hine wext paşî vê yekê ku wana ev neme stand, ewana mecbûr bûn ku xebat û mal-milkê xwe bihêlin û birevin. Wana gerekê cîkî din emirekî teze destpêkira, çi ku bi rastî jî hêsa nîbû.

7. Çima ferz e, wekî em nihada baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin?

7 Ders bona me: Wextekê nêzîkda, “tengasiya mezin” wê destpêbe û ev dinya xirab wê bê kutakirinê (Metta 24:21). Mîna xûşk-birên qirna yekê, lazim e ku em jî hişyar bimînin û hazir bin (Lûqa 21:34-36). Wedê tengasiya mezin, dibeke em hine tişt yan jî hemû mal-milkê xwe unda kin. Wê demê wê lazim be wekî em bawer bin, ku Yehowa xizmetkarên xwe wê tu cara nehêle. Îda niha, dêmek pêşiya ku tengasiya mezin destpêbe, mecala me heye bidine kifşê, wekî em xwe dispêrin kê yan çi. Hela ji xwe bipirse: “Gelo kirên min û nêtên min nîşan dikin, wekî ez xwe dispêrim ne ku mal-milkê xwe, lê Xwedayê ku soz daye wekî ewê min bibe xweyî?” (1 Tîmotêyo 6:17). Hemikî em dikarin ji tiştên ku qirna yekêda qewimîn, hine dersa hîn bin, lê “tengasiya mezin” wê wedekî diha giran be, çimkî ev bi rastî jî tengasîke lapî çetin be nava terîxiya dinyayêda. Hergê usa ye, gava tengasiya mezin destpêbe, emê ji ku bizanibin ku em gerekê çi bikin?

GUHDARIYA BIRÊN CABDAR BIKE

8. Îsa kîjan rêberî dabû şagirtên xwe?

8 Çaxê şagirtên Îsa nema Pawlosê şandî ya Îbraniyara standin, çend sal paşî vê yekê eskerên Romayî hatin û dora Orşelîmê girtin. Eva nîşana vê yekê bû, ku gerekê birevin, çimkî wana zanibû ku Orşelîm wê bê wêrankirinê (Metta 24:3; Lûqa 21:20, 24). Lê ewana gerekê bireviyana kîderê? Îsa tenê usa gotibû: “Yên ku Cihûstanêda nin, birevine çiya” (Lûqa 21:21). Vê herêmêda gelek çiya hebûn. Lê ça wana dikaribû fem kira, ku birevine kîjan çiya?

9. Çira Mesîhiyara hêsa nîbû fem kin, ku birevine kîjan çiyê? (Usa jî binihêrin xerîtê.)

9 Gelo Mesîhî gerekê bireviyana kîjan çiya? Der-dora wan çiyayên Sameryayê, çiyayên Celîlê, Çiyayê Hermonê, çiyayên Lubnanê û çiyayên aliyê dine Çemê Ûrdunê hebûn (binihêre xerîtê). Hine bajarên li wan çiya dibeke ça ciyên bêxof dihatine kifşê. Mesele, bajarê Gamlayê ser çiyakî bilind avakirî bû û gelek çetin bû bigihîjine wêderê. Hine Cihû difikirîn ku Gamla cîkî bêxof e. Lê Romaya hicûmî Gamlayê kir û gelek merivên ku wêderê dijîtin, emirê xwe unda kirin.b

Ev xerîte hine çiya û bajarên Îsraêlêye qirna yekê nîşan dike. Bakurê Orşelîmêda, çiyên Lubnanê, Celîlê, Samerya û Gîledê hene, usa jî Çiyayê Hermonê û Çiyayê Teborê. Usa jî wêderê bajarên Gamla, Qeyserya û Pêlla hebûn. Başûrê Orşelîmêda, çiyayên Cihûstanê û Abarîmê û bajarê Masada têne kifşê. Usa jî ser xerîtê hicûmkirinên Romaya û ciyên ku Cihûya sala 67 D.M. heta sala 73 D.M.-da unda kirin, nîşan dike.

Çend çiya hebûn ku şagirtên Îsa dikaribûn birevine wêderê, lê hine ji wan ciyê bêxof nîbûn (Binihêre abzasa 9)


10-11. a) Qirna yekêda Yehowa dibeke ça rêberiya xûşk-birên Orşelîmê kir? (Îbranî 13:7, 17) b) Mesîhiya ji guhdarîkirina birên cabdar çi kar stand? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Ça tê kifşê, Yehowa bi saya birên cabdar rêberiya civatê dikir. Terîxzanekî bi navê Îûsêbîûs nivîsî, ku Xwedê hine birên cabdarra ji civata Orşelîmê nîşan kir, wekî şagirtên Îsa gerekê ji Orşelîmê birevin û herin bajarekî bi navê Pêlla, yê ku herêma Perêayêda bû. Pêlla cîkî gelek baş bû, çimkî ji Orşelîmê dûr nîbû. Lema hêsa bû wekî ewana bigihîjine wêderê. Usa jî wêderê heçî zef merivên ji miletên din dijîtin, lema jî hukumê eskerên Cihû, yên ku miqabilî Romê şer dikirin, wêderê kêm bû. (Binihêre xerîtê.)

11 Mesîhiyên ku reviyane çiya, guh dane şîreta Pawlos, ku “guhdariya rêberên xwe bikin”, dêmek guhdariya birên cabdar civatêda (Bixûne Îbranî 13:7, 17). Axiriyêda cimeta Xwedê sax ma. Dîsa carekî hate îzbatkirinê, wekî Xwedê tu cara pişta xwe nade wan, yên ku vî bajarî digerin, bingeha kîjanî ku qewî ye, dêmek Padşatiya Xwedê (Îbranî 11:10).

Qirna yekêda çend xûşk-bira pê hûr-mûrên xwe çiyara derbaz dibin.

Pêlla him nêzîk bû him jî cîkî bêxof bû (Binihêre abzasa 10-11)


12-13. Yehowa wedê çetinda ça rêberiya xizmetkarên xwe dike?

12 Ders bona me: Yehowa bi saya birên cabdar rêberiyê dide cimeta xwe. Kitêba Pîrozda gelek meselên vê yekê hene, ku Yehowa wedê çetinda ça mêrên amin dida xebatê, seva ku rêberiya xizmetkarên xwe bike (Qanûna Ducarî 31:23; Zebûr 77:20). Îro jî gelek îzbatî hene, wekî Yehowa berdewam dike bi saya birên cabdar rêberiyê bide cimeta xwe.

13 Mesele, gava pandêmiya COVID-19 destpêbû, xizmetkarên Yehowa ji birên cabdar rêberî standin. Rûspiyara hate gotinê ku civat ça gerekê derbaz bin. Wexteke kinda paşî destpêka pandêmiyayê, me cara pêşin bi saya întêrnêt, têlêvîziyayê û radîoyê civata mezine sêrojî ser 500 zimana zêdetir derbaz kir. Wedê pandêmiyayê, xizmetkarên Yehowa hertim xwarina ruhanî distandin. Lema jî yektiya me xirab nebû. Em dikarin bawer bin ku axiriyêda çi jî biqewime, Yehowa wê timê alî birên cabdar bike, wekî ewana safîkirinên bîlan bikin û rêberiya baş bidine me. Xêncî vê yekê ku em xwe bispêrine Yehowa û guh bidine temiyên wî, gelo dîsa kîjan hunur dikarin alî me bikin, wekî em xwe bona tengasiya mezin hazir kin û wî wedê giran û tevlihevda bîlaniyê bidine kifşê?

XÛŞK-BIRA HEZ BIKIN Û MÊVANHIZ BIN

14. Li gora Îbranî 13:1-3, pêşiya wêrankirina Orşelîmê Mesîhiya gerekê kîjan hunur nav xweda pêşda baniyana?

14 Gava tengasiya mezin destpêbe, îlahî hingê wê lazim be wekî em hezkirina mezin hindava hevda bidine kifşê. Wî wedeyî wê gelek ferz be çev bidine xûşk-birên ji Orşelîm û Cihûstanê. Wana hertim ji dil hevdu hez dikir (Îbranî 10:32-34). Lê çend sal pêşiya wêrankirina Orşelîmê, lazim bû wekî xûşk-bira hê zêde “hevdu hiz bikin”c û “mêvanhiz” bin (Bixûne Îbranî 13:1-3). Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas em jî gerekê hezkirin û mêvanheziyê bidine kifşê.

15. Çaxê Mesîhiyên Îbranî çûn çiya, çima lazim bû wekî ewana birahezî û mêvanheziyê bidine kifşê?

15 Gava eskerên Romayî dora Orşelîmê girtin û paşê nişkêva paşda çûn, mecal kete destê şagirtên Îsa, wekî ji bajêr birevin. Lê wana dikaribû tenê hine tişt tevî xwe bivin (Metta 24:17, 18). Gava ewana çûne çiya û wêderê emirekî teze destpêkirin, lazim bû wekî ewana xwe bispêrine hevdu. Bê şik, gelek ji wan hewcê kinc, xwarin û cî-sitarê bûn. Gelek mecalên wan hebûn ku birahezî û mêvanheziyê nîşan kin bi vê yekê, ku bona hewcên hevdu xem kin û tiştên ku destê wanda hebûn, orta hevda parevekin (Tîto 3:14).

16. Em ça dikarin hezkirinê hindava wan xûşk-bira nîşan kin, yên ku hewcê alîkariyê ne? (Binihêre usa jî şikil.)

16 Ders bona me: Hezkirin me hêlan dike ku em bêne hewara xûşk-bira, gava ewana hewcê alîkariyê ne. Gelek xizmetkarên Xwedê bi hazirbûnê alî wan xûşk-bira dikin, yên ku ji bo şer yan teşqelên tebiyetê bûne koçber û aliyê matêriyalî û ruhanîda hewcê alîkariyê ne. Xûşkeke ji Ûkraînê, ya ku ji bo şer ji mala xwe revî, usa dibêje: “Yehowa bi saya xûşk-bira rêberiya me dikir û alî me dikir. Him li Ûkraînayê, him li Hûngarîstanê, him jî niha li Almanyayê wana em qebûl kirin û alî me dikirin”. Kesên ku hindava xûşk-birên xwe mêvanheziyê didine kifşê û bona hewcên wan xem dikin, hacetên baş in destê Yehowada, çimkî mil bi mil tevî wî şixulkariyê dikin (Metelok 19:17; 2 Korintî 1:3, 4).

Jin-mêrekî emirda mezin malbetekê ku ji mala xwe revîne silav dikin. Destê wanda tenê çentek û çend torbe hene.

Xûşk-birên ku mecbûr in ji mala xwe birevin, hewcê alîkariya me ne (Binihêre abzasa 16)


17. Çima gelek ferz e wekî em îda niha hîn bin ku xûşk-bira hez bikin û mêvanhez bin?

17 Axiriyêda wê lazim be wekî em hê zêde komekê bidine hevdu (Hebaqûq 3:16-18). Yehowa me hîn dike wekî em xûşk-bira hez bikin û hindava wanda mêvanhez bin. Wedê tengasiya mezin ev hunur wê gelek lazim bin.

ÇI QEWIMANDIN PÊŞIYA ME NE?

18. Em ça dikarin çev bidine Mesîhiyên Îbranî?

18 Gava Orşelîm hate wêrankirinê, şagirtên Îsa, yên ku revîbûne çiya, sax man. Wana her tişt hîştibûn çûbûn, lê Yehowa ewana tu car tenê nehîştibû. Gelo em ji serhatiya wan çi dikarin hîn bin? Em bi temamî nizanin ku çi wê biqewime, lê em zanin wekî Îsa gotibû ku em gerekê “hazir” bin û guhdar bin (Lûqa 12:40). Pawlosê şandî nema Îbraniyara hine şîretên ferz da şagirtên Îsa. Em jî dikarin bifikirin ser vê nemê û van şîreta emirê xweda bidine xebatê. Xêncî vê yekê, Yehowa soz daye ku ewê tu cara terka me nede û me tenê nehêle (Îbranî 13:5, 6). Were em bi dil û can wî bajarî bigerin, yê ku wê timê bimîne, dêmek Padşatiya Xwedê, û ji keremên vê Padşatiyê heta-hetayê şabûnê bistînin! (Metta 25:34)

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çima lazim e ku em nihada hê zêde xwe bispêrine Yehowa?

  • Wedê “tengasiya mezin” çima wê gelek ferz be wekî em guhdar bin?

  • Çima ferz e wekî em îda nihada hevdu hez bikin û mêvanhez bin?

KILAMA 157 Edilaya Heta-Hetayê!

a Wedê berê hine bajar bin hukumê padşakîda bûn. Lema jî bajarên usa ça padşatî dihatine hesabê (Destpêbûn 14:2).

b Ev yek sala 67 D.M.-da qewimî, dêmek wexteke kinda paşî vê yekê, ku şagirtên Îsa ji Cihûstan û Orşelîmê revîn.

c Ew xeber ku usa hatiye welgerandinê: “çawa xûşk-bira hevdu hiz bikin”, bona hezkirina hindava merivên xweye nêzîk didane xebatê, lê Pawlos ev xeber bona hezkirina qewîye civatêda da xebatê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin